Baroya Amedê giliyê polîsên êşkencekar kir

Baroya Amedê, giliyê polîsên Tirk kir ku li edliye, nexweşxane û midûriyeta ewlehiyê êşkence li M.K. yê 16 salî kir.

Li navçeya Farqîn a Amedê, di 6'ê Hezîranê de M.K.'yê 16 salî gava ji bo rûniştina dozeke der barê xwe de çû edliyeyê, li vir polîsan lêxist. Li vir destên zarok ji paş re hatin kelemçekirin û zarok hat destgîrkirin.

Baroya Amedê, ji ber êşkenceya li zarok hat kirin, giliyê polîsan kir.

Baroya Amedê, di giliya xwe de got: "Li edliyeyê gava polîsan zarok destgîr kiriye, çendî zarok li ber wan ranebûye jî polîsekî şeqam li zarok xistiye." Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku paşê polîsan destê zarok ji paş re kelemçe kiriye û wiha hat gotin: "Zarok birine midûriyeta polîsan. Paşê di 7'ê Hezîranê de bi awayekê destê wî ji paş de kelemçekirî ew anîne edliyeyê û birine cem dozger. Dozgeriya Komarê ya Farqînê, bi daxwaza girtinê zarok sewqî dadgeriyê kiriye û Dadgeriya Ceza ya Farqînê jî zarok girtiye."

Di berdewama daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku paşê polîsan bi awayekê ji paş re kelemçekirî zarok ji edliyeyê derxistine û li wesayîtê siwar kirine û ev tişt hatine gotin: "Têkildarê bûyerê dîmenên kamerayê li ber destên me ne û wan bi daxwaznameyê re berpêş dikin. Tevî îtiraza welatiyên li derdorê û parêzeran jî zarok bi awayekî destên wî ji paş re kelemçekirî li wesayîta polîsan hatiye siwarkirin."

Di daxwazanameyê de hatiye diyarkirin ku heman zarok di Sibata 2023'yan de jî gava destgîrkirinê li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê polîsan êşkence lê kiriye.

Di dawiya daxwaznameyê de hatiye xwestin ku polîs bên cezakirin.