Şehîd Zerdeşt Başûrî li Silêmanî hate bîranîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Zerdeşt Başûrî li Taxa Bekireco konê sersaxiyê hate danîn.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Zerdeşt Başûrî ku 24’ê Gulana 2023’an li Zapê şehîd bû li Taxa Bekireco konê sersaxiyê hate danîn. Gerîla Zerdeşt hate bîranîn.

Bi tevlîbûna endamên Komîteya Malbatên Şehîdên PKK a Başûr, Tevgera Azadî û dehan xelkê welatparêz ên Silêmanî sersaxî dan malbata şehîd Zerdeşt Başûrî.

Girseyeke qelebalix bi wêneyên şehîd û dirûşmên ‘Şehîd namire’ û ‘ Bijî Serok Apo’ heta ber derê malê meşiyan û li ji bo giyanê şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştre li ser navê malbatê birayê şehîd Agir Mihemed axivî û got: “Bila dijmin kêfxweş nebe, em ê çeka şehîd erdê nehêlin. Divê hemû keç û xortên Kurd berê xwe bidin çiyayên azad.”

Nameya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG ji bo malbata şehîd hatibû şandin ji aliyê birayê şehîd ve hate xwendin.

Li ser navê Tevgera Azadî Hecî azad sersaxî da malbata şehîdan û got heta serketinê wê têbikoşin.

Piştî axaftinan bi yek dengî dirûşma ‘Şehîd Namirin’ hate qîrkirin.

Şîna li konê sersaxiyê wê du rojan bidome.