Emîne Şenyaşar: Ev 5 sal in em edaletê dixwazin

Emîne Şenyaşar a ku ji bo hevjîn û zarokên xwe yên di sala 2018'an de li Riha hatin qetilkirin Nobeta Edaletê didomîne pankarta ku li ser nivîsa " 5 sal in em edaletê dixwazin" vekir.

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşê Malbata Şenyaşar kiribû. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bibû di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn.

Parlementerê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ji ber xebatên xwe yên meclîsê nekarî beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê ya di roja 809’an de bibe.

Emîne Şenyaşar îro hate pêşiya Edliyeya Rihayê, li quncikê weke “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê zanîn pankarta “Ev 5 sal in em edaletê dixwazin” vekir û dest bi Nobeta Edaletê kir. Di çalakiya îro de Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) ya Rihayê hate serdana malbatê û tev li çalakiyê bû. 

Di çalakiyê de endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa SES'ê ya Rihayê Salih Karataş axivî û got, “Têvî ku ewqas sal û demsal derbasbûn jî daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar bi cih nehat. Daxwaza edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar daxwaza me hemûyan e. Li ber çavê hemû kesan komkujiyek hate kirin lê dîmenên wê komkujiye ji aliye yên ku giredayî desthilatê ve ne hatin jêbirin. Lê dayika Emîne Şenyaşar bi helwesta xwe hem li welatê me, hem li Tirkiyeyê û hem jî li hemû dinyayê wehşeta vê komkujiye derxist hole. Dayika Emîne ji bo hemû kesen bo jiyaneke birûmet têdikoşin mînak e. Em jî bang li hemû kesan dikin ku piştgiriya têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar bikin.”  

Piştre jî Emîne Şenyaşar axivî û destnîşan kir ku heta edalet pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. Şenyaşar, axaftina xwe wiha qedand: “Heta kurê min neyê berdan ez ê ji vir ranebim. Edî bes e bila ev zilm biqede, bila kurê min berdin da ku em jî biçin mala xwe. Ji bo her kesî edaletê dixwazim. Zilmeke mezin li me kirin. Li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin ku mirov di hundirê nexweşxaneyê de bi rehetî komkujiyê bikin.”