KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Em ê bi ruhê Newrozê bi ser bikevin’
Newroz a ku cejna rizgariyê ya gelên Rojhilata Navîn e, li çiyayên Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedanê ku geş dibe, tê pêşwazîkirin. -
Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê peyameke sersaxiyê weşand
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê yên ku di 15’ê Adarê de di qezaya helîkopterê de şehîd bûbûn, peyameke sersaxiyê weşand. -
Gerîlayan li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin
Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê Newroza 2023’an li çiyayên azad bi govend û dirûşmeyan pîroz kirin. -
PKK: Bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê
Komîteya Navendî ya PKK’ê diyar kir ku desthilatdariya 20 salan li ber hilweşînê ye û got: “Di xeta Rêber Apo de, bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê û bi awayekê bi giştî li ber xwe bidin.“ -
Deriyê sînor ji gelê Wanê re qedexe ye, ji Îraniyan re serbest e
Dewleta Tirk a ku Cejna Newrozê weke hincet nîşan da, Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Qelqeliya Wanê ye, li gelê Wanî qedexe kir lê ji Îraniyan re serbest e. -
Li Qeladizê agirê Newrozê hat vêxistin
Ciwanên Qeladizê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ agirê Newrozê vêxist. -
Newroza Kerkûkê bi coşek mezin bi dawî bû
Pîrozbahiya Newroza Kerkûkê ku bi tevlêbûna sedan welatiyên herêmê hatibû lidarxistin, bi coşek mezin û gerandina govendê dawî bû. -
Peyama Newrozê ya KCK’ê: Dema hilweşandina desthilatdariya faşist hatiye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, cejna Newrozê pîroz kir û diyar kir ku desthilatdariya faşist a AKP-MHP’ê li ber xerabûnê ye û got: “Dem hatiye ku mirov vê desthilatdariya faşist bi temamî hilweşîne.“ -
Li Şirnexê 12 herêm hatin qedexekirin
Dewleta Tirk a dagirker li Şirnexê 12 herêm wekî herêmên "ewlehiya taybet a demkî" îlan kir. -
Hevseroka Giştî ya HDP’ê çû serdana Emîne Şenyaşarê
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan şandeya pê re, çû serdana Emîne Şenyaşar ku li Nobeta Edaletê digire. -
Wê li 34 bajaran agirê Newrozê were pêxistin
Newroza 2023’an wê bi şîara ‘Her der Newroz, her dem azadî’ li gelek bajaran were pîrozkirin. -
Sancar: Em ê jiyana nû ava bikin, desthilatdariyê têk bibin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Hatayê axivî û got, "Eger em ê jiyaneke nû ava bikin, divê em hesab ji berpirsyarên vê felaketê bipirsin. Divê em vê desthilatdariyê têk bibin. Piştevaniyê nîşan da ku ev hêza me heye." -
Di çilrojiya erdhejê de heyetên HDP'ê li Dîlok û Mereşê bûn
Ji ber çilrojiya erdhejê heyetên HDP'ê çûn Îslehiye û Elbistanê û diayr kirin ku wê birînên erdhejê bi hev re bipêçin. -
Li Kerkûkê agirê Newrozê hate dadan
Bi tevlîbûna sedan kesî li qada Şîwesûr a Kerkûkê agirê Newrozê ya bi dirûşman hate dadan. -
HPJ’ê bi merasîmek bi heybet Newroz pîroz kir
HPJ’ê ji bo pîrozkirina Newrozê merasîmek bi heybet lidar xist û got: “Li hemberî pergala xwînxwar, li ser esasê parastina cewherî xwe parastin û rêxistinkirin pêwîst e.” -
Aydenîz: Gelê me wê hesabê hilweşîna di erdhejê de bipirse
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir, diyar kir ku sedema hilweşîna giran a di dema erdhejê de polîtîkayên rant û dijminatiyê ye û got, "Gelê me wê 14'ê Gulanê hesab bipirse." -
Li Rihayê du rojnamevanên ku Nobeta Edaletê dişopandin, hatin destgîrkirin
Malbata Şenyaşar li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin, ji sala 2018’ê û vir ve çalakiya Nobeta Edaletê dike. Du rojnamevanên ku Nobeta Edaletê dişopandin, hatin destgîrkirin. -
Dersim: PKK partiya fedaîtiyê ye
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Bi rengekî rêxistinî, zanebûn û nêzîkatiyeke îdeolojîk fedaîtî hate nirxandin. Di kevneşopiya PKK'ê de fedaîtî heye." -
NPG: Newroza 51’emîn a Rêbertiyê pîroz be
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG): Em Cejna Newrozê ya gelê xwe û dostê gelê xwe yên ku agirê Newrozê bilind kirine, pîroz dikin. -
Bi 150 tabloyan Newroz pêşwazî kir
Wênesaz Hîkmet Îbrahîm bi 150 tabloyên xwe ku bi kevir, kapek, sifir, xîz û pola çêkiriye, Newrozê pêşwazî dike. Hîkmet Îbrahîm hêvî kir ku Newroza 2023'an aştî û azadiyê bi xwe re bîne. -
Pîremêrd nehişt agirê Newrozê vemire
Di dema Osmanî û serdema rejîma Baasê de tevî hemû astengî û qedexeyan ti carî agirê Newrozê nevemiriye. Yek ji sembolên Newrozê ya li Başûrê Kurdistan rewşenbîr, hunermend Pîremêrd e ku nehiş agirê Newrozê vemire. -
Jiyar: Desthilatdarî dixwaze bi rêya TOKÎ talanê dewam bike
Endamê Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê Bahoz Jiyar got, ji bo afetên xwezayî nebin felaket gelek tedbîr hene ku dikarin bêne wergirtin û diyar kir, desthilatdarî bi rêya projeya TOKÎ dixwaze talana li ser civakê dewam bike. -
Li Helebce bi pileya 4,8 erdhej çêbû
Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bi pileya 4,8 erdhej çêbû. Erdhej li Silêmanî û Şarbajêr hat hîskirin. -
Li Riha û Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17‘an
Li Riha û Semsûrê hejmara kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 17'an. 5 kes jî hîna winda ne. -
Şaredariya gel a Şengalê rêyên ku ji ber lehiyê hatibûn girtin vekirin
Di encama barîna baranek bi hêz de duh li Şengalê lehî rabibû û rêyê gelek gundan hatibûn girtin. Şaredariya Gel a Şengalê rêyên ku ji ber lehiyê hatibûn girtin vekirin.