KURDISTAN
Mûrat Karayilan li Kongreya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Pratîka dewleta Tirk diyar e, lê em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin." Karayilan diyar kir ku eger dewleta Tirk di tundiyê de israr bike, ew ê bi zimanê jê fêhm dike bersivê bidin.
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Nedîm Seven diyar kir ku wezîfeya wan ew e ku biryarên stratejîk ên Rêber Apo ji dil û bê kêmasî bi cih bînin û got, "Em ê bêteredût çanda Apoyî li Rojhilata Navîn û cîhanê li nava tevahiya mirovahiyê belav bikin."
HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk bi çekên qedexekirî, top, obus û ji hewayê êrîş bir ser herêmên Zap, Xakurkê, Metîna û Garê.
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Zozan Çewlîg anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nikare bêparastin bimîne û got, "Jin niha bi qirkirinê re rû bi rû ne. Li hemberî vê yekê kes nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinê bigire."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî diyar kir ku Alî Haydar Kaytan PKK di çarçoveya jinê de dinirxand, di çareseriya pirsgirêkên civakî û veguherîna rastiya civakî de jî timî jin ji xwe re weke pêşeng didît.
Hemû Nûçe
-
Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk
Şewata daristanan û birîna daran a li Kurdistanê bi destê leşker, cerdevan û hêzên din ên paramîlîter ên dewletê têne kirin. Rêxistinên civakî yên sivîl jî dema mijar dibe Kurdistan xwe bêdeng dikin.
-
-
6 dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin
HPG: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyan dest bi sala 40'emîn a têkoşînê kirin. Di çalakiyên hêzên me de; 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn. Her wiha mobesseyek hate îmhakirin û derb li gelek çeperan hate xistin.
-
Seîd Milhim: Em bi saya şehîdan bûne xwedî îrade
Endamê Desteya Eşayîr a Şengalê û endamê KNK’ê Seîd Milhim diyar kir ku ew îro bi saya şehîdan vegeriyane Şengalê û got: “Şehîdên me îradeya me ya herî xurt ava kirin. Em ê her tim li ser rêya wan bimeşin.”
-
Li Mexmûrê şahiya bi coş a 15'ê Tebaxê
Li kampa penaberan a Mexmûrê, di salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de bi beşdariya enternasyonalîstên ji pênc welatan pîrozbahiyeke bi coş hate lidarxistin.
-
-
-
-
-
Kamaç: Divê em bala xwe bidin ser serkeftinê
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Amedê Mehmet Kamaç bal kişand ser pêvajoya hilbijartinên herêmî û got: “Divê em tenê bala xwe nedin ser têkbirinê, divê em bidin ser serkeftinê jî.”
-
-
-
Ji nav 8 kesên destgîrkirî 3 kes hatin girtin
Mûstafa Tedbîrlî, Kerem Avras û Garîp Îpek ku li Peyindasê bi êşkence hatin destgîrkirin, hatin girtin; Serkan Îpek, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Velî Çelîk û Hîkmet Tedbîrlî jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
-
-
Komek ji ciwanan beşdarî nava refên gerîla bû
Komek ji ciwan beşdarî nava refên gerîla bû. Ciwanan gotin, “Em soz didin ku di şexsê şehîdên Zap, Avaşîn û Metîna de, tola şehîdan hilînin û xwedî li mîrateya wan derkevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”
-
PAJK: Bîranîna şehîdên me reh berdaye Kurdistanê
Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da û got, "Di têkoşîna me ya azadiyê de ku bi pêngava gerîla re kete sala 40'î, bîranîn û mîrateya bi deh hezaran şehîdên me reh berdane Kurdistanê."
-
-
-
‘Hêviya azadiyê bi Pêngava 15’ê Tebaxê re çêbû’
Gerîlayê HPG'ê Hîwa Hewraman diyar kir ku hêviya azadiyê bi Pêngava 15'ê Tebaxê çêbûye û ji guleya yekemîn a fermandar Egîd heta îro 40 sal in li Kurdistanê têkoşîneke bênavber tê meşandin.
-
'Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê serketinê misoger bikin'
"Weke gerîlayên YJA Starê em ê weke Bêrîtanan şer bikin, weke Zîlanan di warê îdeolojîk û rêxistinî de li ber xwe bidin. Em ê bibin xwedî pîvanên Egîd, Zîlanan, Bêrîtanan, Heqiyan, Kemalan. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê serketinê misoger bikin."
-
Agirê ku bi zanebûn bi daristanan tê xistin!
Parlamenterê Şirnexê yê ji Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku li Şirnexê şewateke bi tenê ji ber xwe ve derneketiye û got, di çarçoveya operasyonên leşkerî de bi zanebûn agir bi qadê tê xistin.
-
-
-
-