'Divê gelê Kurd û gelên azadîxwaz li dijî tecrîdê rabin ser piyan'

Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Êto li dijî tecrîdê nerazîbûna xwe anî ziman û got ku di serî de gelê Kurd divê tevahî gelên azadîxwaz li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin xwedî helwest.

Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Êto têkîldarî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Êto destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî rêgezên exlaqî û hiqûqî ne û got, “Dixwazin bi tecrîdê re hevdîtina ligel parêzeran, malbatê qut bikin. Dixwazin Rêber Apo û gel ji hev qut bikin. Divê bê zanîn ku çi dibe bila bibe ramanên Rêber Apo bi civakî bûye. Ew nikarin vê rastiyê ji holê rakin. Desthilatdariya Tirk dizane ger hevdîtin pêk bê, wê dawiya desthilatdariya wan bê. Ji vê yekê ditirsin. Ji ber vê yekê her ku diçe tecrîdê girantir dikin.”

Êto da xuyakirin ku însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û jiyanê çareser bike û wiha domand, “Êdî desthilatdariya AKP-MHP’ê ji dervayî hiqûqê tev digere, her tiştê derexlaqî pêk tîne. Bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistina CPT’yê li dijî hiqûqê ye, ev bêdengiya wan erêkirina tecrîdê ye. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser civaka azad û civaka demokratîk e. Divê hemû saziyên ku qaşo ji xwe re dibêjin ew ji bo mirovahiyê têdikoşin, divê li hemberî tecrîdê êdî helwest nîşan bidin û dawiyê tecrîdê bînin. Divê êdî edalet pêk bê û rewşa Rêber Apo zelal be.”

’DIVÊ GEL RABE SER PIYAN’

Mistefa Êto anî ziman ku, divê di serî de gelê Kurd tevahî gelên azadîxwaz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ser piyan û wiha axivî, “Raman û projeyên Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk îro di şexsê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de li tevahî cîhanê bûye modelek mînaka jiyan û têkoşînê. Rêber Apo ji bo gelê Kobanê bû giyanek. Çawa ku bi gotinek Kobanê bû kelha berxwedanê û hat rêzgarkirin, divê em jî êdî Rêber Apo di warê fîzîkî de azad bikin. Ramanên Rêber Apo ji dil û mejî dernakeve. Hewl didin bi tecrîdê re Rêber Apo û gel ji hev qut bikin. Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser pirsgirêka gelê Kurd e. Dixwazin bi rêya tecrîdê re gelê Kurd. Rêber Apo vîna azade, divê hemû gelên azadîxwaz ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser piyan."