Li qadekê 44 çalakî: 31 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku beriya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê wan 'derseke dîrokî' dane dewleta Tirk a dagirker û diyar kir, 24 saetên dawî 44 çalakî hatine kirin û herî kêm 31 dagirker hatine cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi fîşeka destpêkê ya fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) a di 15'ê Tebaxê de dest bi meşa xwe kir, 39 sal in bi rengekî bênavber têdikoşin. Bi ruhê fedaî yê Apoyî, li ser şopa şehîdan û bi rêbazê Egîd şer dikin, bi fedakariyeke mezin pêşengiyê ji têkoşîna me ya azadiyê re dikin. Îro jî bi heman ruh, hişmendî, bawerî, biryardarî û daxwazê hêzên me têdikoşin. Hêzên me beriya salvegera Cejna Vejînê di 9 û 10'ê Tebaxê de derseke dîrokî dan artêşa Tirk a dagirker."

BI GIŞTÎ 32 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN KU 31 JÊ LI GIRÊ CÛDÎ HATIN CEZAKIRIN

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkeran di çarçoveya operasyona dagirkeriyê de xwestin ber bi qada berxwedanê ve bi pêş ve biçin. Hêzên me li hemberî dagirkeran Operasyoneke Şoreşgerî pêk anîn. Şev û rojekê ji êrîşê heta bi serdegirtinê, ji sûîqestê heta bi sabotajê, ji lêdanê heta bi çekên giran taktîkên gerîla yên dewlemend bi afirîneriyeke mezin bi cih hatin anîn. Tîmên gerîla yên bi tevger ên li qadê û tîmên pispor ên li tunelan bi rengekî koordîneyî û ahengî taktîka demê û rêbaza gerîla bi serketî xistin meriyetê. Bi ruhê fedaî yê Apoyî, jêhatîbûna taktîkî ya bilind û sebreke mezin di nava 24 saaetan de li dijî dagirkeran Operasyoneke Şoreşgerî dan destpêkirin, 44 çalakî pêk anîn, 31 dagirker ceza kirin û 7 dagirker jî birîndar kirin. Tîmên gerîla yên bi tevger û tîmên li tunelan ên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya li Girê Cûdî bûn, hemûyan çalakî bi rengekî serketî pêk anîn û ti windahî nedan.

Hêzên me her wiha ji Girê Cûdî heta bi Zap, Metîna û Xakurkê gelek çalakî lidar xistin. Di hemû çalakiyên gerîla de bi giştî 32 dagirker hatin cezakirin û 11 dagirker jî birîndar bûn."

AGAHIYÊN BERFIREH ÊN LI SER ÇALAKIYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker de agahî da. Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Di 9'ê Tebaxê de saet 08:40, 10:00 û 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên ku ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran sê caran çalakî hate kirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

9'ê Tebaxê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan bi pêş ve biçin, çalakiya êrîşê hate kirin. Hêzên me bi wêrekiyeke mezin bi ser dagirkeran ve çûn, bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xistin. Di vê çalakiya êrîşê de 9 dagirker hatin cezakirin û 7 dagirker jî birîndar bûn. Piştre bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li wan dagirkeran hat xistin ku hewl didan xwe vekişînin. Di encamê de 2 dagirker hatin kuştin.

9'ê Tebaxê saet di 12:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerekî ku çeka bîksî bi kar dianî bi sûîqestê hate cezakirin. Dagirkerên ku ji tirsa reviyan bûn hedefa sûîqestê. 3 dagirkerên din hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9'ê Tebaxê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkerên ku li şûna dagirkerên hatin cezakirin bi cih bûn, bûn hedefa çalakiya sabotajê. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9'ê Tebaxê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyek bi sûîqestê hate xistin û îmhakirin.

9'ê Tebaxê saet di 14:00 û 15:00 de li Qada Bexwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkerên ketin nava liv û tevgerê bi sûîqestê çalakî hate kirin. 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9'ê Tebaxê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ketin nava liv û tevgerê bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin, tevgera dagirkeran hate rawestandin.

9'ê Tebaxê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerekî tevdigeriya bi sûîqestê hate cezakirin.

9'ê Tebaxê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li helîkopterên Skorsky hate xistin ku dixwest dagirkeran li qadê dayne. Bi çekên giran 9 caran dest li helîkopteran hate werdan û helîkopter bêyî ku hêzên xwe li qadê daynin neçar man ji herêmê biçin.

9'ê Tebaxê ji saet 21:40'î heta 01:00 li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî, nîv otomatîk û çekên giran 15 caran li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

10’ê Tebaxê saet di 01:20’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin tevgerê, bi taktîka sabotajê li wan hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 10’ê Tebaxê saet 01.30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin tevgerê, bi çekên giran li wan hate xistin.

10’ê Tebaxê saet 02:20’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkeran bi taktîka vedizînê çalakiyek hate lidarxistin. Ji nêz ve bi bombeyên destan û çekan li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

10’ê Tebaxê saet 03:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hate cezakirin.

Di 10’ê Tebaxê de saet di 03:15’an de dagirkerekî ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kete tevgerê bi sûîkastê li wî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê hate kirin.

Roja 10’ê Tebaxê ji saet 03.30 heta 04.00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û tevgerîna dagirkeran hate sekinandin.

Artêşa Tirk a dagirker ku Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derbeke giran xwar, şeva 9’ê Tebaxê bi şev bi helîkopterên êrîşê û balefirên şer Qada Berxwedanê bombe kirin. Artêşa Tirk bomberdûmaneke giran kir, astekê vekişiya, piştre mirî û birîndarên xwe ji qadê derxist.

2.Herêma Zapê;

 9’ê Tebaxê saet 17:30’î de bi çekên giran li kepçeya ku dixwest çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hilweşîn, hate xistin.

3. Herêma Metînayê;

9’ê Tebaxê saet 09:00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

4. Herêma Xakurkê;

8’ê Tebaxê saet 13:30’an de dema ku dagirkerên ku li Qada Girê Şehîd Qehreman dest bi operasyonê kirin, saet di 13.30’an de bi taktîka sabotajê li wan hate xistin û 2 dagirker birîndar bûn.

Di 9’ê Tebaxê de dema ku dagirkerên li Qada Girê Şehîd Qehreman ên ku dest bi operasyonê kiribûn, xwestin çeperan ava bikin, 3 caran bi taktîka sabotajê li wan hate xistin, 2 dagirker birîndar bûn. Saet 16.00’an careke din bi taktîkên sabotajê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Dagirkeran di vê operasyonê derb xwarin û bêyî ku encamekê werbigirin, vekişiyan.

Di van çalakiyan de yên ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê hatinbe kirin, dagirkerek hatiye cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûne. Ev çalakî ji bo bîranîna fermandarê me yê nemir Egîd Garzan hatiye lidarxistin. Fermandar Egîd Garzan dema ku Fermandarê Eyaleta Xakurkê bû di 11’ê Tebaxa 2020’an de şehîd bûbû.

5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

 Di 4, 7 û 9’ê Tebaxê de Qada Berxwedana Girê Hekkarî ya Metîna 3 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 9’ê Tebaxê de Qada Berxwedana Girê Hekkarî ya Metîna 4 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.

Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Xakurkê bi topan hate bombekirin.”