KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo şehîdên Helebceyê jiyan sekinî
Şehîdên Helebceyê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bîranîn. Ji bo bîranîna şehîdên kîmyabarana Helebceyê, li Başûrê Kurdistanê saet di 10.55’an de jiyan deqîqeyekê sekinî. -
Tifaqa Kurdistanî û ÎHD'ê xwestin Qirkirina Helebceyê bê naskirin
Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanî û ÎHD'ê ji ber salvegera komkujiya Helebceyê daxuyaniyek dan û xwestin komkujî weke 'qirkirinê' bê naskirin. -
Êrîşên dagirkeran dewam dikin
Artêşa Tirk a dagirker 48 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
Bîlançoya Lehiyê ya li Bakurê Kurdistanê giran dibe
Hat diyarkirin ku hejmara kesên ku li Riha û Semsûrê di lehiyê da jiyana xwe ji dest dan derket 15’an. -
Di pêngava vegera li azadiyê de Newroz îspatkirina serfiraziyê ye
Şert e ku mirov bibe him nivîskar û him jî milîtanê daxwazên gelê Kurd. Em ê daxwazên gelê xwe binivîsin û bi navê ‘bila ev tişt were pêkanîn’ em ê pêşkêşî despotên zalim bikin. -
Li Wanê qirkirina siyasî: 9 jin hatin destgîrkirin
Li Wanê di operasyonên qirkirina siyasî de 9 jin hatin destgîrkirin. -
Bi berxwedana gel Newroz gihîşt bi milyonan kesî
Mirovên ku di salên 1990'î de li Wanê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn, diyar kirin ku li gel zext û tundiyê jî gel paşve gav neavêt û bi berxwedana gel pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariya bi milyonan kesî hatin lidarxistin. -
Engîzek: Bi Newrozê re divê sîstema Îmraliyê were parçekirin
Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek diyar kir ku bi Newroza îsal re divê bi pêşengiya jin û ciwanan sîstema Îmraliyê ya qirkirinê were parçekirin. -
Li Kurdistanê lehî rabû, gelek cih man di bin avê de - HATE NÛKIRIN
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê, Mêrdîn û Amedê ji ber şiliya zêde lehî rabû, gelek cih man di bin avê de. -
Hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14‘an
Li Riha û Semsûrê hejmara kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 14'an. -
‘AKP’ê hişt ku li Rihayê li devê çeman xanî bên lêkirin‘
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir li Rihayê, mixabin destûr hat dayîn ku li ber çeman xanî bên lêkirin û got: “ AKP’ê, di nava 21 salan de hişt ku li ber çeman xanî bên lêkirin û kesên li der û dora xwe pê dewlemend kirin.“ -
Li Kurdistanê lehî rabû: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Riha, Semsûr û Meletiyê hejmara mirovên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 10 kesan. -
Agirê Newrozê li Şemzînanê gur bû: Azadî ji Abdullah Ocalan re!
Agirê Newrozê li Şemzînanê bi 3 derbikên niftikê hate vêxistin. Di çalakiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryardariya têkoşînê hate nîşandan. -
Li Riha û Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da -HATE NÛKIRIN
Li Semsûr û Rihayê ji ber barana zêde lehî rabû. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 kes winda ne û gelek kes jî asê mane. -
Çiyager Hêvî li Mexmûrê hate bîranîn
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şêhîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Çiyager Hêvî di 7’emîn salvegera şehadeta wî de bibîranîn. -
Newroz roja jiyana azad û berxwedanê ye!
“Em weke gelekî ku ev qas gihiştiye rastiya jiyanê, biryara xwe daye û her cure şer girtiye ber çavê xwe, ne tenê ji bo xwe ji bo mirovahiyê hemûyê bi îdîa ne.” -
Dagirkeran 28 caran bombe li çeperên berxwedanê barandin
Artêşa Tirk a dagirker li qadên Saca, Çemço û Sîdayê 28 caran bombe li çeperên berxwedanê barand. -
HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 4 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Êrîş, Partîzan, Şaho û Baran berxwedana dîrokî afirandin, bi lehengî şer kirin û tevlî nava karwanê şehîdan bûn." -
KCK: Qetlîama Helebceyê di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de hate kirin
KCK’ê Qetlîama Helebceyê şermezar kir û diyar kir Qetlîama Helebceyê di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de hate kirin. -
Karayilan: Yekane rêya çareseriyê muxatabgirtina Rêber Apo ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk bi berxwedanê hate rawestandin û got, "Rêyeke bi tenê heye, ew jî rêya çareseriyê ye. Muxatabgirtina Rêber Apo ye. Wekî din rê nîne." -
Ciwanan li Agiriyê Newroz pîroz kirin
Li Taxa Ehmedê Xanî ya Bazîdê ciwan li hev kom bûn û bi tilîlî û govendê Newroz pîroz kirin. -
YRK'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
YRK'ê nasnameya 3 gerîlayên di salên 2018 û 2019'an de şehîd bûn eşkere kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. -
Herêmên Parastinê yên Medyayê 93 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 93 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
Li Mereşê bi pileya 4,7 erd hejiya
Li Mereşê bi pileya 4,7 erdhejek çêbû. -
'Di Newrozê de bi ruhê berxwedan û tolhildanê rabin ser piyan'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji bo Newrozê peyamek weşand û got, "Di Newroza 2023'an de divê gelê me ji her demê bêhtir bi xurtî li ber xwe bide û bi ruhê hesabpirsîn û tolhildanê rabe serhildanê."