Betûş: Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ji bo Iraqê modeleke nû ye

Serokê Partiya teqedim Seîd Betûş diyar kir ku Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ne tenê ji bo civaka Êzidî, lê belê ji bo tevahiya Iraqê hêz û modeleke nû ye.

Serokê Partiya Teqedim Seîd Betûş li avakirina Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ji ANF'ê re axivî.

Seîd Betûş diyar kir ku koordînasyoneke bi vî rengî dikare pêşî li fermanan bigire û wiha axivî: "Em weke endamên vê koordînasyonê, bi yekîtî û tifaqeke bi vî rengî gelekî serbilind in. Em ê hewldanên xwe dewam bikin ku vê koordînasyonê ji bo tevahiya Iraqê bikin mînak."

Seîd Betûş anî ziman ku gava wan a destpêkê ew e ku kesên destê wan di fermana 3'ê Tebaxê de hene li dadgehên Iraqê bêne darizandin û got, "Gava duyemîn jî ew e ku em ê zextê li hikumeta Iraqê bikin, ku statuya Şengalê nas bike, ji bo Şengal bibe ya Şengaliyan. Em ê heq û hiqûqa dîlgirtiyên di destê DAÎŞ'ê de ji dewleta Iraqê werbigirin. Em ê hewl bidin ku di vê demê de bikin ku malbatên 9 sal in li kampên Başûrê Kurdistanê ne vegerin ser warê xwe."

Seîd Betûş bi dewamî got, "Şengalî wê xwe xwe bi xwe bi rêve bibin û em qebûl nakin ku kesek xwe bike bavê Şengal. Em ne mihtacin ku kesek were ji Duhokê yan jî ser Besrayê parastina me bike, ku fîşekek teqiya baz bide. Em xwe bi xwe parastina xwe dikin û hêzên me yên parastina hene, dikarin me ji her cûre êrîşa fermanê biparêzin. Ji ber ku megelek tecrûbe ji dema 3'ê Tebaxê wergirtine û em ê careke din nekevin wan şaştiyan. Ya bi serê me de hatî sûcê me bû, ji ber ku me xwe teslîmê hinek aliyan kiribû û em di xewnê de bûn. Lê niha em şiyar in û hişê me hatiye serê me."

Serokê Partiya Teqedim Seîd Betûş bal kişand Peymana 9'ê Cotmehê û got, "Êdî peyman bûye hebra li ser kaxezê û wê kes nikaribe vê yekê pêk bîne. Ji ber ev peyman ji malwêraniya Şengaliyan re hatibû amadekirin. Lê gelê me ew yek qebûl nekir û nerazîbûnên tund li hember komplogeran nîşan da. Niha gelek dewletan qirkirşna Êzdiyan weke Jenosîd nas kirine, lê ev yek tenê têr nake. Divê pratîk jî were pêkanîn. Konsoloxaneyên ku li Hewlêrê ne, pêkanîna Qirkirina Ezidiyan bi peymana 9'ê Cotmehê ve girê didin, ev yek nayê qebûl kirin. Êdi em ti peymanan li ser xwe qebûl nakin ku rengê me wek Şengalî tê de nebe."

Serokê Partiya Teqedem Seîd Betûş herî dawî got, "Bila gelê me şiyar be, hîn jî komploger li ser erka xwe ne û em ji komployan xilas nebûne. Hîn xeterî li ser civaka me heye. Em tifaqa xwe pêk bînin, ku em karibin komployan têk bibin."