Gerîlayan 11 çalakiyên derblêdanê kirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker 11 çalakiyên derblêdanê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate gotin:

“Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

7’ê Tebaxê saet 10:00 û 13:20’an de li Qada Berxwedanê Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin.

7’ê Tebaxê saet 15:30’î li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

8’ê Tebaxê saet 10:50, 12:45 û 15:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û 3 caran derb li wan hate xistin.

8’ê Tebaxê saet 16:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin

8’ê Tebaxê saet 20:30’an de helîkopterên êrîşê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombe kirin. Dema ku helîkoptereke Skorsky xwest xwe deyne û helîkoptereke êrîşî, bû hedefa hêzên me. Her du helîkopter jî neçar man ji qada berxwedanê dûr bikevin.

Herêma Zapê;

7’ê Tebaxê saet 07:00’an de dema ku kepçeyekê hewl da çeperên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hilweşîne, bi çekên giran li kepçeyê hate xistin û xebata kepçeyê hate sekinandin.

9’ê Tebaxê saet 06:30’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dema dagirker dimeşiyan, bi çekên giran li wan hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 6 û 7’ê Tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a  Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê carekeê, Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê carekê, qada gunê Şêlazê yê Metînayê carekê, bi giştî 3 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.

Di 6 û 7’ê Tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopteran hate bombekirin.

Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metîna bi topan hatin bombekirin.”