Çewlik: Em bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê dikarin dijmin têk bibin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk diyar kir ku jinên Kurd piştî Pêngava 15’ê Tebaxê bûne xwedî hêz û îrade û got, “Em tenê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê dikarin dijmin têk bibin. Wê berxwedan me ber bi serkeftinê ve bibin."

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivî.

Çewlîk di destpêka axaftina xwe de li ser navê şervanên YJA Star û HPG’ê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re silav û hezkirin şand û bal kişand ser zêdebûna êrîşên dewleta Tirk. Çewlîk diyar kir ku bi pêşengiya şervanên YJA Starê 20 roj in li hemberî dijmin berxwedaneke bênavber tê meşandin û wiha got: “Em hemû hevalên xwe yên niha li çeperan li dijî dijmin şer dikin, silav dikin. 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya wan pîroz dikim.

Wekî ku tê zanîn bi Peymana Lozanê re înkarkirina Kurd û Kurdistanê, qirkirin, parçekirin û komkujiyên li ser gelê Kurd rewa hatin dîtin. 100 sal in vê polîtîkaya qirkirinê didomînin. Rastiya Rêber Apo, Pêngava 15’ê Tebaxê û avabûna PKK’ê li dijî Peymana Lozanê ye. Ev tê wateya ku vê peymanê nas nakin. Pêngava 15’ê Tebaxê ev qonax e ku têkoşîna Rêber Apo û berxwedana li zindana Amedê gihiştiye asta herî jor. Ji bo xwedîlêderketina vê berxwedanê biryara 15’ê Tebaxê hate stendin. Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka me ya têkoşînê de qonaxeke nû ye. Lewma biryara Pêngava 15’ê Tebaxê ne biryareke asayî ye. Hin biryar hene; çarenûsa gelan û têkoşînan diyar dike û Pêngava 15’ê Tebaxê jî yek ji van biryaran e. Vê serkeftinê bandorek mezin li ser gelê Kurd û jinên Kurd kir. Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê biryareke leşkerî ye, di heman demê de biryareke bîrdozî û siyasî ye. Dema ku em li paş xwe dinêrin, em dikarin bibînin ku ev biryar çiqas di cih de bû û çawa dîrok guherand. Di 15’ê Tebaxê de jî hem bingehê xweparastina gelê Kurd û hem jî ya jinan ava kir. Ji ber vê yekê jî bû pêngaveke ku gelekî bi bandor e û geşedanên dîrokî ava kiriye.

JINÊN KURD TU CARÎ TESLÎMIYET QEBÛL NEKIRINE

Pêngava 15’ê Tebaxê di jiyana gelê Kurd de roleke mezin lîst. Gerîlatiya ku li ser xeta Heval Egîd pêş ket di dîroka gelê Kurd de nûbûnek afirand. Kurd bi salane bi talan, şer, komkujî û qirkirinê re rû bi rû mabûn. Ji ber vê yekê di dîroka wê de îxanet heye, sîxurî heye, civak parçe bûye, ji hev ketiye. Li aliyekî ev hene, li aliyê din jî gelê Kurd tu carî dest ji berxwedana li dijî dagirkeran bernedaye. Beriya PKK’ê jî gelek serhildan çêbûn. Lê van serhildanan zêde dom nekirin, bi komkujî û sirgûnan bi encam bûn û hatin tasfiyekirin. Kurd jî li hemberî dijmin di rewşeke bêhêvî de bûn.

Rêbertî û PKK pirsgirêka gelê Kurd derdixînin holê. Ji ber vê yekê Pêngava 15’ê Tebaxê bi şêwazê xwe yê têkoşînê derdikeve pêş. Xwe rêxistin dike, stratejiya xwe, armanca xwe datîne holê. Tarza şerê Kurd ê klasîk derbas dike.  Ji ber vê yekê dewleta Tirk heta îro nekariye gerîlayên Kurdistanê têk bibin. Pêngava 15'ê Tebaxê li ser gerîlayên jin jî bandorek girîng kir. Çawa ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd guhertinên bingehîn afirand, heman tişt ji bo jinên Kurd jî pêk hat. Ji ber ku vê serkeftinê hêviyeke mezin di civaka Kurd de çêkir. Di têkoşîna şoreşgerî de gelê Kurd kir mirovên xwedî îrade, bi rêxistin, bi hêvî û moral.

Dema em li rastiya jinên Kurd dinêrin, him ji ber ku Kurd e û him jî ji ber ku jin e, di Rojhilata Navîn de ji aliyê pergala mêrserwer a 5 hezar salî bûye kole. Komkujiyên li ser jinan rewa kirin. Lewma pirsgirêka jinê ya li Kurdistanê him bi nasnameya neteweyî him jî bi nasnameya jinê hate jiyîn. Pergala serdest a mêr, jin weke mirov nedidît, weke ‘malê xwe’ didît, ew wekî keseke bê îrade û namûsa xwe didît. Ev diyarde serwer bû. Ligel ku jin di civakê de xwedî rol  e ji gelek qadan hatibû dûrxistin.

Li Kurdistanê jî rastiyeke bi vî rengî hebû. Li aliyê din jî dema em lê dinihêrin em dibînin jinên Kurd li ku derê firsendeke azadiyê dibînin, dest bi berxwedanê dikin, li hemberî dijmin teslîmiyetê qet qebûl nakin. Ji bo ku teslîm nebe, rûmeta xwe biparêze, nekeve destê dijmin  xwe teqandiya, xwe ji zinar avêtiye û pêşengiya berxwedanê kiriye. Dema em li serhildanên dîroka kurdan dinêrin, gelek jinên qehreman rabûne. Tevî ewqas komkujî û qirkirinan jî, jinên Kurd her ku derfet dît tevlî têkoşîna azadiyê bû. Çawa ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd şansekî mezin e, ji bo jinên Kurd jî şansekî mezin e. Nêzîkatiya Rêber Apo ya ji bo têkoşîna azadiya jinê diyar e. Gerîlayên jin, artêşa jinan û her wiha têkoşîna jinê bi Rêber Apo re hatiye avakirin. Yanî teorîk û pratîk bi hev re pêk hatine.

BERIYA ARTÊŞA JINAN JÎ KEDÊN MEZIN HATIN DAYÎN

Ji ber vê yekê ji destpêka tevgera me ve jinan berê xwe dane qada şoreşê, îradeya jinê û rengê jinê derketiye pêş. Nêzîkatiya Rêber Apo û ya tevgera me ev e. Ji roja ku Rêber Apo dest bi têkoşînê kiriye, jinên Kurd jî gotin bêrdêla wê çi dibe bila bibe, em jî di nava vê têkoşînê û di nava vê berxwedanê de ne. Ji ber vê yekê di zindanên Amedê de mînaka heval Sara heye. Him ji aliyê dijmin û him jî ji aliyê civakê li ser jinan her cure êrîş hebûn. Heval Sara pir zû rastiya Rêbertî û partiyê nas dike û tevlî têkoşînê dibe. Di dîroka me de Pêngava 15’ê Tebaxê xwedî roleke sereke ye. Him di tevgera me de him jî di civaka me de guhertinên stratejîk çêdike. Rê û rêbazên xeta têkoşînê nîşan dide. Jinên Kurd bêyî dudilî tevlî vê pêngavê bûn. Pêngava 15'ê Tebaxê bandorek erênî li gerîlayên jin jî kir. Di sala 1993’an de artêşa jinê hate avakirin, lê beriya wê kedek hebû, jin tevlî têkoşîna çekdarî dibin. Li her qada Kurdistanê li dijî dijmin şer dikin, qehremaniyên mezin derdixinîn holê û bi vî rengî şehîd dibin. Em dikarin bibêjin ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo têkoşîna azadiya jinê bingehek pir xurt ava kiriye.

Bi vê wesîleyê em careke din pêşengên xwe yên pêşîn ku tevlî têkoşîna gerîla bûne, careke din bi rêzdarî bi bîr bînin. Mînak xeta berxwedanê ya ku Hanim Yaverkaya, Besê Anûş, Azîme, Çîçek Selcan, Rahîme, Ozan Mizgîn, Adîfe Sakik, heval Sara, Bêrîvan, Zîlan, Bêrîtan îro di şexsê YJA Starê de şênber bûye. Jin êdî bûne xwedî îrade. Helbet weke jin em deyndarê Pêngava 15’ê Tebaxê ne, em deyndarê jinên pêşeng in. Ji ber ku van hevalên me ne tenê li dijî dijmin, bi civaka ku zilam weke hêz dibîne jî şer kirine û têkoşiyane. Ji ber vê sedemê di şerê çekdarî de ti carî li paş neketiye. Jinên Kurd ên di 15’ê Tebaxê de tevlî têkoşîna çekdarî bûn, niha li her qadê bi rêxistin bûne, xwedî vîn û tecrube ne. Pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê bi ser ket. Heke ne pêngaveke serkeftî bûya, ne li ser jinan û ne jî li ser Kurdistanê wê bandora wê hebûya. Berevajî wê di sala 1984’an de di şexsê heval Egîd de li Dihê hate îspatkirin ku ev xet çiqasî rast û serkeftî ye. Serkeftina wê di vir de ye. Heke îro dijmin nikare gerîlayên Kurdistanê têk bibe, di bingeha vî tiştî de serkeftina Pêngava 15’ê Tebaxê heye.

Yên ku me nas nakin, piştî ku me nas dikin, pir matmayî dimînin, çawa di şoreşekê de 2 şoreş çêdibin, di artêşekê de 2 artêş, di nava îdeolojiyê de çawa 2 îdeolojî hebin. Kesên ku bi felsefeya Rêber Apo nizanin, di fêmkirina vê rewşê de zehmetiyan dikişînin. Ji ber vê yekê em YJA Star û HPG'ê çavkaniyên xwe ji yek cihî digirin ku ew jî Pêngava 15'ê Tebaxê ye. Dema em li cîhanê dinêrin, gelek hêzên çekdar ên ji bo parastina azadiya xwe têdikoşin, xwe dispêrin rêbazên gerîla. Jinan jî di vê têkoşîna şoreşgerî de cih girtin û berdêlên mezin dan. Lê PKK’ê di vî warî de cudahiya xwe nîşan da. Gerîlatiya li Kurdistanê jî weke tarzeke jiyanê hatiye diyarkirin. Yanî şêwaza jiyanê, şêwaza şer jî diyar dike. Ji ber vê yekê jin xwedî hêz û îrade ye. Gerîlatiya Kurdistanê di vî warî de ferqa xwe daye der. Di vî warî de Pêngava 15’ê Tebaxê gelek jinên pêşeng, jinên leheng derxist holê.  Bi qasî ku li dijî dijmin şer dikin, li dijî paşverûriyê jî şer dikin. Di têkoşîna me ev dîrok hatiye jiyîn. Ji ber vê jinên Kurd azadiya xwe bi têkoşînê derxistiye holê.

JINÊN KURD DI REWŞA HERÎ RÊXISTINKIRÎ DE NE

Yên herî bêparastin hatine hiştin jin bûn. Rêber Apo, PKK’ê û artêşbûna jinê di vî warî de jî veguhertinek çêkir. Em gerîlatiyê tenê di warê leşkerî de nabînin, di guhertin û veguhertinê de artêşbûna jinê û gerîlatiya jinê jî roleke dîrokî lîstiye. Di guhertina têgihiştina mêrê serdest de jî gelek pêşketin çêkiriye. Yek ji cudahiyên gerîlatiya Kurdistanê jî ev e. Pêngava 15’ê Tebaxê derxist holê ku jinên Kurd wê çawa şer bikin û bijîn. Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo van hemû geşedanan bûye bingehek mezin. Tevî ku artêşa Tirk a ku 39 sal in di nava NATO'yê de yek ji artêşa herî xurt e, ji gelek hêzên serdest, xeta hevkar a li Kurdistanê destek digire jî, nikare li hemberî gerîlatiya Kurdistanê bi ser bikeve.

Yek ji sedemên vê jî hêza ku PKK’ê ji artêşbûna jinê distîne ye. Reng, vîn û wêrekiya jinê hem di mêr û hem jî di jinan de guhertinên bingehîn afirand. Li tu deverê cîhanê mînaka formula ku gerîlayên Kurdistanê pêk tînin nîne, ji ber ku hem di jiyanê de cihê xwe digirin hem jî şer dikin. Mînaka bi vî rengî li tu devera cîhanê nîne. Ev tişt bi paradîgmaya Rêber Apo hatiye afirandin. Ji ber vê yekê gerîlatiya Kurdistanê bi qasî ku li dijî dijmin şer dike, ewqas jî di jin û mêr de kesayetek azad ava dike. Jixwe hêza artêşbûna xwe ji vir distîne.

Gerîlaya Kurdistanê îro di warê têkiliyên jin û mêran de jî bûye mînak. Mînakek wisa li cîhanê tune ye. Jixwe hêza xwe ya têkneçûnê ji vê xetê digire. Heta ku xeta Egîdan û Zîlanan îro li Kurdistanê hebe, heta ev ruh, ev îrade, ev lêgerîna azadiyê, ev bawerî hebe, hêzên li dijî me ti carî bi ser nakevin. Ji ber vê yekê xeta fermandar Egîd ji bo gerîlayên Kurdistanê bû rêgeza jiyan û şer. Têkoşîna me ya gerîla ev yek derxist holê; hêza ku azadiyê bixwaze divê bizane ku azadî bêparastin pêk nayê. Jinên Kurd îro bi têkoşîn û berxwedana xwe ji hemû jinan re bûne mînak. Jin û civaka ku li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin li ser formula gerîlayên Kurdistanê ava bûne.

Li Rojava binêrin, li Şengalê binêrin û li Rojhilat binêrin. Di heman wextê de ev tenê ne ji bo Kurdan, ji bo hemû jinan, ji bo hemû gelên azadîxwaz modelek e. Jinên Kurd îro gihiştine qonaxa herî rêxistinkirî. Em di vî warî de minetdarê xeta fermandar Egîd, Zîlan, Bêrîtan û Leyla Amed in. Weke YJA Star em bingeha têkoşîna xwe ji vê xetê digirin. Gerîlaya YJA Starê îro di parastina xeta Rêber Apo, parastin û zindîkirina xeta Pêngava 15’ê Tebaxê de xwedî sekneke pêşeng e. Jinên Kurd di dîroka xwe ya têkoşînê ya 39 salan de ne tenê di gerîlatiyê de xwe îspat kirine, wan qonaxan ji xwe derbas kirine. Jina Kurd êdî temînata xeta Rêber Apo ye, temînata gelê Kurd, parastina xeta jinê, gelan û jiyana azad e. Îro gerîlatiya jin li Kurdistanê diyar kiriye ku em ê çawa bijîn, çawa şer bikin û çawa xwe biparêzin.

RÊYA KU ME BIBE SERKEFTINÊ TENÊ BERXWEDAN E

Dem ew dem e ku em xeta 15’ê Tebaxê bigihînin serkeftinê ye. Weke hêzên YJA Starê em bi vê berpirsyariyê re rû bi rû ne. Di pratîka şer a du salên dawî de rol, îrade, qehremanî û lehengiya jinê pir bi hêz derketiye holê. Em dizanin ku têkoşîna azadiyê bêyî parastin nayê kirin. Jinên Kurd ev rastî bi awayekî vekirî nîşan dane. Divê jin ji her demê zêdetir xeta xweparastinê esas bigirin. Îro li ser Rêber Apo tecrîdeke girankirî heye. Dixwazin vê tecrîdê weke berdewamiya komploya navneteweyî bi me bidin hînkirin û qebûlkirin. Siyaseta ku dimeşînin ev e. Rewşeke pir xeternak heye li holê. Xeta Rêber Apo di xeteriyê de ye. Ji ber ku êdî xeta Rêber Apo ne tenê bandorê li Kurdan û jinên Kurd dike, bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê dike, bandorê li ciwanan û gelên bindest dike. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar dixwazin vê xetê tine bikin. Dixwazin destkeftiyên bi hewldanên mezin ên bi salan hatine bidestxistin tune bikin û gelê Kurd, jin û gelên bindest bêhêvî bihêlin. Siyaseta ku îro hewl didin bimeşînin ev e.

Pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de dijberiya li hember Peymana Lozanê ye, qebûlnekirina wê û têkoşîna li dijî wê ye. Lê îro di 100’emîn salvegera Peymana Lozanê de careke din dixwazin qirkirina li ser gelê Kurd bi destê dewleta Tirk a faşîst Erdogan û Bahçelî rewa bikin. Hewl didin vê polîtîkaya qirkirinê li ser me ferz bikin. Ji ber vê yekê ewqas êrîşî me dikin, ewqas êrîşî Rêber Apo, gerîlayên Kurdistanê û gelê Kurd dikin. Ji ber ku dizanin Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Bi êrîşên hovane û siyaseta xwe ya qirkirinê dixwazin gelê Kurd careke din bêhêvî bikin. Pêngava 15’ê Tebaxê hêviyek da gelê Kurd, jinên Kurd ên bêhêvî bûn. Kurd li hebûn, nasname û zimanê xwe xwedî derketin.

Ji ber vê divê her kes di serî de jin û ciwan xeteriya li ser Rêber Apo bibînin. Divê em têkoşîna xwe ya li dijî vê polîtîkayê hîn xurtir bikin. Helbet bi pêşengiya jin û ciwanan rewşek a parastina Rêber Apo heye, lê dem bi dem ev lewaz dimîne. Bêguman ev yek nayê qebûlkirin. Ji ber ku îro nîvê malbatên Kurd berdêl dane, divê vî berdêlê biparêzin. Tenê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê em dikarin dijminê xwe têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Tişta ku wê me ber bi serkeftinê ve bibe berxwedan e. Weke YJA Star em ê li ser xeta Zîlan, Bêrîtan û Egîd rol û mîsyona xwe ya li dijî siyaseta qirkirinê pêk bînin.”