HPG’ê şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr anî - HATE NÛKIRIN

HPG’ê gerîlayên ku li Garê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û ji malbat û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê gerîlayên şehîd de ev agahî da:

“Di êrîşa dijmin de ya ku di 8’ê Tebaxa 2022’an de li herêma Garê pêk anî, hevrêya me Norşîn Efrîn kuı endama Fermandariya Eyaleta Garê bû û hevrêyên me Zîlan Efrîn, Sîdar Serhed û Levent Qamişlo şehîd bûn.

Hevrê Norşîn di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 22 saln de, her kêlîka jiyana xwe li ser xeta fedaîbûnê jiya, ew bû fermandara jîr a artêşa li ser mîrateya berxwedanê ya Zîlan, Gulan û Delalan. Ew wekî fermandareke xeta azadiya jinê di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe stend. Hevrê Norşîn a ku bi nasnameya jina azad a ku bi PAJK’ê re şênber bûbû, wekî mînaka hezkirina ji gel, girêdana welat û milîtaniya dirust, wê her dem di bîra me de be.

Hevrê Sîdar a ku kevneşopiya çapemeniya azad Gûrbettelî Ersoz, Halîl Dag û Alî Kanîrojan wergirtibû û bi zanîn û kesayetiya xwe ya kedkar dixwest bêtir geş bike, bênavber têkoşiya, hewl da û kedeke mezin da. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeta têkoşînê ya hevrê Sîdar bişopînin, pênûs, kamera û çeka wî li erdê nehêlin.

Hevrêyên me Zîlan û Levent ku ji nav gelên me yê Rojava rabûne, bi karakterên xwe yên ji bo azadiyê, bi qîmeta ku dane hevrêtiyê, bi kesayetiya xwe ya kedkar û helwesta xwe ya bênavber, wê her dem rê nîşanî me bide û pêşengiyê ji me re bike.

Em di salvegera şehadeta wan de hevrê Norşîn, Sîdar, Zîlan û Levent bi rêzdarî bi bîr tînin, malbatên hêja yên hevrêyên me di serî de, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Norşîn Efrîn

  Nav û paşnav: Ferîhan Îsmaîl

  Cihê jidayikbûnê: Efrîn

  Navê dê û bav:  Kûdret - Emîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an / Garê

 

 Nasnav: Sîdar Serhed

  Nav û paşnav: Celal Bîrdal

  Cihê jidayikbûnê: Agirî

  Navê dê û bav: Guzel - Huseyîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an / Garê

 

  Nasnav: Zîlan Efrîn

  Nav û paşnav: Ceylan Abdullah

  Cihê jidayikbûnê: Efrîn

  Navê dê û bav: Fatîn - Ehmed

  Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an / Garê

 

  Nasnav: Levent Qamişlo

  Nav û paşnav: Ahmed Silêman

  Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

  Navê dê û bav: Ranîa - Yasîr

   Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an / Garê

NORŞÎN EFRÎN

Gelê Kurd ku yek ji gelên herî qedîm ê dîrokê ye, li ser axa Kurdistanê ku bi hezaran salan lê jiyaye, pêşengê gelek şoreşên ku mirovahiyê bi rê ve bir, kir. Gelê me xwe spartiye çiyayên bilind, li dijî hemû êrîşan çand, ziman û hebûna xwe parastiye. Ji ber vê rastî êrîşên mêtingeriyê hatiyen Kurdistan bûye çar parçe û di dîrokê de rastî êrîşên herî hovane yên înkar, îmha û qirkirinê hatin. Partiya me PKK’ê ku di pêşengiya Rêber Apo de weke bersiveke li hember êş, înkar û êrîşên îmhayê yên li ser gelê me derket holê, gelê me ji asta tinebûnê rizgar kiriye û rastiya gel a şerker ku berxwedana herî mezin a dîrokê afirand derxist holê. Tovên berxwedanê yên li zindanên Amedê yên têkoşîna azadiya gelê me hatin çandin, di dilê gelê Kurd ê welatparêz de cih girt û berxwedana herî mezin û birûmet a dîrokê pêş xist. PKK’ê bi hilweşandina tarîtiyê û ji nû ve afirandina hêviyên li ser xakên ku tirs, tarîtî û mirin lê serdest in, di serî de jin, ciwan û bindestan veguheriye hêviya azadiyê ya hemû gelan.

Hewldana Rêber Apo ku bi kedeke mezin têkoşîna azadiyê ya gelê me afirand, weke ku di demeke ku derfet û fersend tunebû bi derziyê bîr koland, gelê me û ewladên wê yên fedaî hembêz kir, bi serhildanan hate silavkirin û li çiyayên Kurdistanê bû gerîla. Rojavayê Kurdistanê jî yek ji qadên yekemîn e ku têkoşîna me bi keda Rêber Apo bi lez lê pêş ket. Gelê me yê ku li hemberî êrîşên înkar û asîmîlasyonê yên rejîma BAAS’ê hewl dide hebûna xwe biparêze, bi ruhê yekitiya netewî ya bi PKK’ê re hatiye avakirin re bûye yek û di her kêliyê de ala berxwedanê bi serbilindî daliqandiye. Bajarê me Efrîn, ku bi welatparêzî û dilsoziya xwe ya ji bo nirxên Kurdewarî li Rojava tê naskirin û yek ji navendên berxwedanê ye, yek ji qadên yekem bû ku Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê lê belav bû.

Hevrêyê me Norşîn ku li Efrîn Racoyê ji dayik bû, di malbateke hêja ya ji eşîra Malbata Nebû ku nirxên ji aliyê partiya me PKK'ê ve hatine afirandin bi jiyanî kir de û di serdemên herî zehmet de bi cih girtina li nava têkoşînê re xizmet ji doza azadiyê ya gelê me re kir, mezin bû û di kevneşopiya berxwedanê de teşe girt. Ji ber hevrêya me Norşîn di malbateke ku bi nirxên têkoşînê û berxwedana gerîla ya salên 80’î ku bi pêşengiya Fermandar Egîd li dijî dagirkeran pêş ket û hêvî mezin kir de mezin bû, bû wesîle ji zaroktiya xwe ve bi PKK’ê re têkiliyên xurt dane. Hevrêya me Norşîn a ku ji Apoyîyên dîtî gelek bandor bûye, xwestiye mîna wan bijî, ber xwe bide û têkoşîn bike. Ji ber vê her tim berê xeyalên wê li çiyayên Kurdistanê bû. Hevrêya me bi xeyala ku wê rojekê di nava têkoşîna azadiya gelê me de gerîlatiyê bike mezin bû, di serî de ji ber ku pir ciwan bû, nehate qebûlkirin. Hevrêya me xeyala têkoşîna li çiyayên Kurdistanê di dilê xwe de mezin kir, daxwaza têkoşînê her tim dewam kir. Piştî demekê hevrêya me ya ku tevlî xebatên gel bû, gund bi gund geriya gelê me hişyar kir û kişand nava refên têkoşînê. Ji ber ku birayê wê, ji malbat û derdora wê gelek kes tevlî nava refên gerîla bûne û şehadet çêbûne, bûye sedem têkiliyên ku hevrêya me bi gerîla re ava kiriye kûrtir bibe. Hevrêya me Norşîn, ku weke jineke ciwan a Kurd, rastiya bi qasî nasnameya xwe ya netewî ji aliyê civakê û sîstemê ve hatiye çewsandin, bi analîzên Rêber Apo re derxistiye zanabûnê û li ser vê bingehê lêgerîna wê ya azadiyê kûrtir bûye. Hevrêya me ya ku di dema xebatan de her tim xwe pêş dixist, tiştên ji gel hîn dibe û çanda jiyanê ya ku ji PKK’ê wergirtiye bi xurtî vediguhêze jiyanê. Ji ber vê li her cihê ku lê xebat meşandiye hatiye hezkirin û rêzgirtin. Hevrêya me ku bi felsefeya Apoyî ve girêdayî ye, rola xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî bi cih aniye.

Komploya tarî ya navneteweyî ku di 15'ê Sibata 1999'an de di şexsê Rêber Apo de, li dijî jin û ciwanên ku pêşengên paşeroja azad a gelê me ne, li dijî hemû gelê me hat pêşxistin, hêrseke mezin û êşên kûr ku wê ti carî neyên ji bîrkirin çawa di hemû hevrêyên me de çêbû, di hevrêya me Norşîn de jî bandor kir. Hevrêya me ya ku weke milîtan û fedaiyê Rêber Apo li hemberî komployê bêdeng namîne, bi xurtkirina tevlîbûna xwe re bi xurtî li ber xwe da û biryar da ku weke gerîla derbasî çiyayên Kurdistanê bibe. Hevrêya me Norşîn a ku 2 salan di nava xebatên gel de cih girt û bi awayekî serkeftî pêk anî, komploya Navneteweyî bûye xala dawî û di sala 2000’an de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî û tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêya me Norşîn ku di demeke ku îxanet û tasfiye bi hev re dimeşiyan û êrîşên bi armanca tinekirina têkoşîna azadiyê ya gelê me ji hundir û derve gurtir dibûn de, bi biryar daket nava refên têkoşînê, bûye parêzvanek bênavber a xeta Apoyî. Weke jineke têkoşer nirxên ku Rêber Apo di şert û mercên herî dijwar de bi xwîna pîroz a şehîdan afirandiye, her tim bi xurtî parastiye. Hevrêya me Norşîn ku di nava 22 salên têkoşîna azadiya Kurdistanê de di her kêliyê de têkoşiya, xwe û derdora xwe pêş xist û bê dudilî beşdarî meşa azadiya Rêber Apo bû; Bi jiyan, şer û tevlîbûna xwe destaneke berxwedanê ya ku nayê jibîrkirin nivîsî.

Li pêşberî rastiya jinê ya ku di nava civakê de ji nedîtî ve tê, di navbera çar dîwaran de tê hepskirin û ji xwebûnê hatiye dûrxistin, hevrêya me Norşîn ku nasnameya jina azad a Rêber Apo afirandiye di nava germahiya têkoşînê de zindî kiriye, bûye pêşenga jina Kurd û fermandara ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye afirandin. Di sala 1996'an de li hemberî êrîşa ku Rêbertiya me dike hedef, çalakiya Şehîd Zîlan a li Dêrsîmê ku derbeke giran li mêtingeran da, bû bersiva hevrêya me Norşîn ku divê em Rêbertiya xwe, nirxên xwe û gelê xwe çawa biparêzin û li ser vê esasê xeta Zîlan bû qiblaya hevrêya me Norşîn. Nasnameya jina azad a ku di şexsê Zîlan û Bêrîtan de derketiye holê, bûye diyarkerê sereke yê jiyana hevrêya me Norşîn û hişt ku li ser esasê rast tevlî Rêbertiya me, Partiya me û xeta şehîdan bibe. Hevrêya me Norşîn ku li her dera Kurdistanê ji Metîna heta Garê, ji Xinêrê heta Qendîlê, ji Zapê heta Avaşîn û ji Zagrosê heta Botanê geriya, gerîlatî kir û têkoşîn meşand, bûye mînaka herî baş a rastiya jinên di nava refên PKK’ê de azad dibin. Hevrêya me Norşîn a ku got, “Weke jinek, weke lêgerînvanek azadiyê nirxên bi me dane windakirin, dubare me li çiyê dît, ava kir û pêş xist” xwe ji nûve li çiyayên Kurdistanê ava kir.

Hevrêya me Norşîn ku ji bo Rêbertiya me, felsefeya jiyanê ya Rêbertiya me û partiya me PKK'ê ku partiya şehîdane, bi azwerî û îradeyeke bê dudilî her demê bûye xwedî lêgerînên mezin û ji bo ku têkoşîna azadiyê ya gelê me bêwestan xebat kiriye û xwe bi keda xwe afirandiye. 

Hevrêya me ya ku ji dil bawer dike ku bersiva herî mezin wê mîna çalakiya Zîlan ji dagirkeran re bê dayîn, di sala 2004’an de tevlî Hêzên Taybet bû û weke milîteke fedaî di nava şer û jiyanê de li ser şopa Bêrîtan, Zîlan û Gulan meşiya. Piştî pratîka xwe ya serkeftî li gelek qadan, berê xwe da Bakurê Kurdistanê û di sala 2008'an de derbasî navenda gerîlatiyê Botanê warê Egîdan bû. Hevrêya me Norşîn ku şeş salan li Botanê ma û cihê xwe di eniya herî pêş a şerê li dijî dagirkeran de girt, beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêya me ya di taktîkên gerîla de pispor bû, bû şervanekî baş û fermandarekî bi hêz ku bersivê dide pêdiviyên serdemê. Hevrêya me ya ku her tim li ser bi jiyanîkirina xeta têkoşînê ya PKK’ê û PAJK’ê lêhûrbûn dikir, li dijî paşverûtiyê şer dikir, hesta hevrêtiya PKK’ê ji kûr ve hîs kir û bi pratîk kir. Hevrêya me Norşîn ku hevrêyeke hevrêyên xwe bû, ew perwerde kir û ji wan hîn bû, taybetmendiyên şervantî û fermandariyê bi jiyanî kiriye û ji bo hevrêyên xwe bû milîtanek mînak.

Hevrêya me Norşîn ku piştî pratîka xwe ya serkeftî ya li Botanê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, parvekirina tecrûbeyên xwe yên jiyan û gerîlatiyê ji bo hevrêyên xwe yên ciwan esas digire. Hevrêya me bi perwerdehiyên ku dîtiye, di felsefeya Rêber Apo û îdeolojiya azadiya jinê de kûr bûye û di qada leşkerî de jî jêhatîbûneke mezin bi dest xistiye. Nirxandina hevrêya me ya “Perwerde gavekî nû avêtine. Têkoşîna mirov a bi xwe re û di têkoşînê de pêşketina wî ya domdar e. Ji me re wek nan û avê pêwîst e. Mîna şervanên Rêbertî rêya tevlîbûna meşa azadiyê ya bi vîn û hezkirin, bi perwerdehiyê re derbas dibe” Derbasî jiyanê kir û her tim bûye xudî tevlîbûnek yekgirtî. Hevrêya me Norşîn ku di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de şervan û fermandarên bêhejmar perwerde kir, di felsefeya Rêbertî de ew kûr kirin û bi ruhê serketinê yê PKK'ê re kir yek, weke şervaneke milîtan û fermandareke pêşeng a YJA Starê bi serketineke mezin berpirsyariyên xwe bi cih anî. Hevrêya me Norşîn ku bi fermandara me ya nemir û pêşenga fedaî şehîd Delal Amed re şansê jiyan, pratîk û têkoşînê li dijî dagirkeran bi dest xist, her tim xwedî li bîranîna şehîdên me derketiye, li ser esasê keda wan heta serkeftinê bibe ked daye.

Hevrêya me Norşîn a ku di şert û mercên herî dijwar de bi perwerdeya ku li Akademiya Şehîd Bêrîtan û Ocaxê PKK’ê girtiye bi xurtî nûnertiya xeta PKK’ê û PAJK’ê kiriye û hemû xebatên qirîtîk bi encam kiriye, baweriya hevrê û partiya me her tim qezenc kiriye. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, enerjî û dostane, hevrêtiya xwe ya dilnizm û bi şêwaza xwe ya milîtanî ya têkoşînê re ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Hevrêya me ku bawer dike ku bûyîna fermandarekî baş ancax bi milîtanî û şervaniyeke baş dikare pêk were, ev taybetmendiyên xwe di şexsê xwe de şênber kiriye. Hevrêya me Norşîn ku ji fermandariya tîmê heta fermandariya parêzgehê hemû erkên xwe bi serketî bi cih anî, bû yek ji hevrêyên me ku nasnameya xwe ya pêşeng a jina Kurd derxist holê. Hevrêya me ku herî dawî fermandariya Qadê bi awayekî serkeftî bi cih anî, her tim xwe deyndarê Rêber Apo, şehîdên me û gelê me hîs kiriye û enerjiya xwe ya bêhempa nîşan daye.

Hevrêya me Norşîn ku xizma Şehîd Jiyan Tolhildan (Selwa Yûsif) e ku li Rojava di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû û di malbateke bi qîmet de mezin bû û bê dudilî tevlî berxwedanê bû, di qonaxên destpêkê yên têkoşîna me de, tevî şert û mercên herî dijwar têkoşînê xizmên xwe yên di nava refên têkoşînê de, gihîştina şehadetê û keça xaltîk a li zindanên mêtîngeriyê li ber xwe dan, bi biryardarî şopand.

Hevrêya me Norşîn ku 22 salan weke milîtaneke fedaî têkoşiya, layiqî şehîdên me bû, di xeta Rêber Apo de meşiya û weke fermandareke pêşeng a YJA Starê mîrateyeke têkoşînê li dû xwe hişt. Armanca fermandara me ya fedaî hevrê Norşîn "Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad" wê ji aliyê hevrêyên wê yên mayî ve temam bibe û bi teqezî bi serketinê were tacîdarkirin.

SÎDAR SERHED

Partiya me PKK’ê ku bi pêşengiya Rêber Apo di nava şert û mercên herî nepêkan de bi pêş ket, ji bo gelê me yê ku di bin êrîşên asîmîlasyon, înkar û tinekirinê yên mêtîngeran de li xakên qedîm ên Kurdistanê bi hezaran salan lê jiyaye, ji bo bibe xwedî paşerojeke bi rûmet û azad, hêviya azadiyê ya gelê me ji nû ve afirandiye. Rastiya Kurd û Kurdistanê ya ku bi rijandina betonê li ser hate armanckirin ji dîrokê were jêbirin, veguheriye rastiya gelê ku bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo şer dike û xeyalên mêtingeran ên di înkar û tinekirinê de hatin parçekirin. Hevrêyê me Sîdar ê ku li Agirî ya Bazîdê di malbateke welatparêz de ku li dijî zilmê serî netewandî ji dayik bû, bi çîrokên berxwedanê yên ku ji nifşek derbasî nifşê din dibe mezin bû, ku kevneşopiya berxwedanê ya Serhedê ji kûrahî hîs dikir, li dijî êrîşan li ber xwe dida û di jiyana azad de israr dikirin mezin bû.

Hevrêyê me di malbateke karker de mezin bû, têgeha kedê ji zû de di jiyana wî de rûniştiye û ev yek di kesayeta wî de kir taybetmendiyek taybet. Xeta berxwedan û serketinê ya dîrokî ya PKK'ê ku li her bihosta Kurdistanê belav bû û bandoreke kûr li ser her kesî hişt, di destpêkê de bala hevrêya me Sîdar kişand û kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê me ji nêz ve bişopîne. Hevrêyê me yê ku bû şahidê êrîşên nemirovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê me, rastiya dijmin ji nêz ve nas kir û li dijî dagirkeran bû xwedî hêrseke mezin . Hevrêyê me yê ku bawer kir ku ji Dêrsîmê heta Zîlanê bi dehan komkujiyên ku dagirkeran li ser gelê me pêk anîne divê hesab ji wan were pirsîn, di ciwantiya xwe de lêpirsîn û lêgerînên xwe kûrtir kiriye. Hevrêyê me Sîdar ku di heman demê de xwendekarekî serketî ye, li bajarê Konya ku yek ji metropolên komara Tirkiyeyê ye ji bo xwendina endezyariyê li Zanîngeha Selçûkê çûbû, lê belê dijminatiya li dijî gelê Kurd û zîhniyeta dewleta mêtinger ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me ku di pêvajoya zanîngehê de fikrên Rêber Apo û PKK’ê ji nêz ve nas kir, bawer kir ku bi berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya PKK’ê wê paşeroja azad a gelê me bi ser bikeve û weke ciwanekî Kurd yê birûmet bê dudilî tevlî refên têkoşînê bû. Komkujiya 28’ê Kanûna 2011’an a Roboskiyê ku ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve bi awayekî hovane pêk anî, hêrsa hevrêyê mezin kiriye û bûye wesîle ku asta têkoşîna xwe bilind bike û bibe bersiv. Hevrêyê me Sîdar ku li dijî êrîşên tinekirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî gelê me yê dixwaze li xaka xwe ya qedîm bi vîna xwe ya azad li Rojava bijî, di sala 2013'an de tevlî nava refên Gerîlatiya Azadiyê ya Kurdistanê bû, ji bo parastina hebûna gelê me û pêkanîna azadiya wan cihê xwe di refên herî pêş de girt.

Hevrêyê me Sîdar ê ku perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîla bi serketî qedand, bi kesayetiya xwe ya kedkar û enerjî re di adaptebûna jiyana gerîla de zehmetî nekişand û cewhera Kurdayetiyê ya bêhempa ya ji civaka ku jê wergirtî zû bi hevrêyên xwe û çanda PKK'ê re kir yek. Bi rûyê xwe yê tim bi ken, bi kesayeta xwe ya bi coş û kelecanî hêz li hevrêyên xwe yên li dora xwe zêde dikir. Hevrêyê me ji bo ku erkên şoreşê bi serkeftinek mezin bi cih bîne, bi biryardarî û îradeyeke mezin têkoşîn hembêz kir, di demeke kurt de derket pêş û ji hevrêyên xwe pêşengî kir. Hevrêyê me ku bi hûrgulî nêzî her detayên jiyanê dibe û bi hesteke mezin a berpirsyariyê nêzî wezîfeyan dibe, ji bo taybetmendiyên neyînî yên sîstemê di kesayetiya wî de afirandiye derbas bike, bi felsefeya Rêbertî xwe ji nû ve afirandiye. Hevrêyê me yê ku bi pratîkên serketî yên li herêmên Garê û Xakurkê veguherî gerîlayekî jêhatî, piştre berê xwe da herêma Zapê û cihê xwe di berxwedana dîrokî ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de girt. Hevrêyê me Sîdar ku di warê leşkerî de û bi taybetî jî di taktîkên gerîlayên serdema nû de her dem lêhûrbûye bûye pispor, her firsendê dibîne vediguhere çalakiyê û bi hevrêyên xwe derbên giran li dagirkeran dixîne Bi vê helwesta xwe di pratîkê de bûye fermandar û ji bo bersivê bide hewcedariyên pêvajoyê tevlîbûnek xurt kiriye.

Hevrêyê me Sîdar ku felsefeya jiyanê ya Rêber Apo di nava refên PKK’ê de bi jiyanî dike, di her kêlî û qada jiyanê de weke armanca sereke ya jiyana xwe ya şoreşgerî radixe ber çavan, li ser vê bingehê her tim xwe perwerde kiriye û pêş xistiye. Hevrêyê me yê ku bi perwerdehiya li akademiyan hem di warê bîrdozî û hem jî di warê leşkerî de kûr bû, di her hawîrdora ku lê bû de tiştên ku hîn dibû, bi parvekirina bi hevrêyên xwe re dewlemend kir. Hevrêyê me yê ku di gelek qadan de pratîkeke serkeftî pêk anî, piştre tevlî xebatên çapemeniyê bû û bû mîlîtanê kevneşopiya çapemeniya azad ku ji Gurbetellî Eroz heta Halîl Dagan dewam dike. Hevrêyê me Sîdar ê ku ji bo berxwedan, têkoşîn û jiyana Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ji gelê me û hemû cîhanê re ragihîne, bênavber ked daye, bi kelecaneke mezin, li milek kamera û li milê din çek hilda li qadan têkoşîna xwe meşand. Hevrêyê me yê ku jiyana pîroz û şerê gerîla bi nûçeyên xwe, nivîsên ku nivîsandiye û wêneyên ku kişandiye, mîrateya têkoşînê ya şehîdên çapemeniya azad ên ku li pey wan dimeşe parastiye û ji bo ku asta wê bilind bike her ked daye. Hevrêyê me Sîdar bi nûçeyên ku li qadên gerîla çêkiriye, propagandaya derew a dewleta Tirk a mêtinger vala derxistiye û rastiyê ji civakê re ragihand. Heverêyê me yê ku li hemberî dagirkerên ku dixwazin bi afirandina împaratoriya tirsê hêviya paşeroja gelê me ya azad ji holê rakin di nava têkoşîneke bê hempa de bû, her tim asta lêhûrbûnê kûrtir kiriye û ji bo xizmeta têkoşîna azadiyê ya gelê me zêdetir bike hewl daye. Hevrêya me Sîdar ku bi pîvanên jiyana Apoyî ve girêdayî ye, her tim tempoya tevlîbûnê mezin kiriye û bi hevrêyên xwe re ruhekî hevpar bi dest xistiye û bûye yek ji mînakên herî baş ên jiyan û sekna milîtanî.

Hevrêyê me yê ku enerjiyek mezin derxistiye holê, bi yekkirina taybetmendiyên berxwedana dîrokî ya Serhedê bi ruhê têkneçûyî yê PKK'ê re, mîraseke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin li pey xwe hişt. Lêgerîna heqîqetê û kesayeta milîtanî yê hevrêyê me Sîdar wê her tim di berxwedana me de bijî û teqez wê bi serketinê tacîdar bibe.

ZÎLAN EFRÎN

Agirê berxwedanê yê partiya me PKK’ê ku bi pêşengiya Rêber Apo geş bû, li Kurdistanê ku ji aliyê dagirkeran ve bi sînorên çêkirî bû çar parçe, bi lez û bez belav bû û ji aliyê gelê me ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Gelê me yê welatparêz ku tevî hemû êrîşan îradeya jiyana azad winda nekiriye û her tim di nava berxwedanê de ye, tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bûye û rastiya gelê ku li ser xeta serketinê dimeşe derxistiye holê. Bajarê me Efrîn ku yek ji bajarên herî qedîm ê Kurdistanê ye û nirxên Kurdistanî bi xurtî tê parastin û jiyîn, partiya me ji roja destpêkê ve PKK hembêz kir û bi sedan lawên xwe yên leheng di nava refên berxwedanê de bi cih kir. Hevrêya me Zîlan a ku di malbateke welatparêz a ku nirxên Kurdistanî bi xurtî tê jiyîn de çavên xwe li cîhanê vekir, di kevneşopiya berxwedanê ya ku PKK’ê afirandiye de mezin bû. Hevrêya me Zîlan a ku di nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya di pêşengiya jinên Kurd de mezin bû, bi berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên dijmirovahî, serketin bi dest xist û bi têkoşînê ava bû, tevlî xebatên şoreşgerî bû û ji gelê me re xizmet kir. Hevrêya me Zîlan ku bi xwe bandor û hêviyên ku Şoreşa Jinên Rojava li Kurdistan û tevahiya cîhanê afirandiye dîtiye û bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybetî jinan, eleqeyek mezin nîşan da. Di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de bû û li ser bingehê fêrbûnê bû. Hevrêya me ya ku rola pêşeng a jinê ku di civakê de tê paşguhkirin û nasnameya wê ya rastî ji destê wê tê girtin, bi zelalî dibîne, di pêvajoya şoreşê de kedeke mezin daye.

Di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku di 20’ê Çileya 2018’an de li ser Efrînê dabûn destpêkirin, ku dixwest hêviya armanca Şoreşa Azadiyê ya Rojava tune bike, hevrêya me Zîlan çeka xwe hilgirt û bi hevalên xwe re derbasî eniya şer bû. Şoreş û nirxên ku bi şoreşê hatine afirandin, parast. Hevrêya me Zîlan ku bi fedekarî li dijî dagirkeran şer kir, di vê pêvajoyê de rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Hevrêya me ya ku dît siberoja azad a gelê me encex bi têkoşîna dîrokî ya gerîlayên azadiya gelê me ya li çiyayên Kurdistanê pêk tê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Zîlan ku weke jinekê cewhera xwe li çiyayên Kurdistanê nas kir, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de li ser xeta jina azad meşiya û ji xwe re kir armanca sereke ku taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di şexsê xwe de bi cih bike. Hevrêya me ya ku bi îrade û biryardariyeke mezin tevlî jiyana gerîla bû, di tevlîbûna xwe de enerjî û moralê ciwantiyê nîşan da. Hevrêya me Zîlan a ku bi kesayeta xwe ya leheng û kedkar derdikeve pêş, her tim li qadên herî dijwar ji xwe re pratîk kiriye armanc. Hevrêya me ku perwerdeya xwe bi serkeftî bi dawî kir, tecrubeya xwe ya şer da hevalên xwe û bi kûrbûna di taktîkên gerîla de bû gerîlayekî pispor. Hevrêya me bi pratîka serketî ya ku li qada Garê pêk aniye bandor dike, her tim ked daye û bi hevkariya hevalên xwe xebatên ber bi serkeftinê ve bi rê ve biriye. Hevrêya me Zîlan ku weke jineke ciwan sînorên ku pergalê ji bo jinan xêz kiribû bi felsefeya Rêber Apo derbas kir û di Îdeolojiya Azadiya Jinê de kûr bû, bû milîtaneke mînak a YJA Starê ku ruhê serketinê yê serdemê hilgirtiye. Hevrêya me Zîlan ku bi cesareta xwe li hemberî hemû pirsgirêkan bi biryardariya xwe li ber xwe dide û her tim çareseriyê diafirîne, di her qadê de bûye şoreşgereke mînak. Hevrêya me Zîlan ku bi cidiyeteke mezin nêzî hemû erkên xwe yên şoreşgerî bû, çi mezin û çi biçûk be, têkoşîna xwe bi lez û bez dimeşîne. Hevrêya me her tim di lêgerînê de bû ku zêdetir tevlî bibe û xizmetê ji têkoşîna azadiya gelê me re bike. Li her derdora ku lê ye, baweriyeke mezin di hevrêyên xwe de ava kiriye. Hevrêya me ku bi kesayeta xwe ya kedkar, rêzdarî û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenç kir, ji xwe re esas girt ku nirxên ku şehîdên me afirandine, biparêze û pêş bixe û xwedî li bîranîna têkoşîna wan derkeve.

Weke mîlîtaneke fedayî ya YJA Starê ku di nava refên têkoşînê de di demeke kurt de bû mîlîtanek pispor û her kêliya jiyana xwe bi kedê hûnand, li her cihê ku lê ye bi layiqî nûneriya xeta PKK û PAJK’ê kir. Hevrêya me Zîlan wê her tim di têkoşîna me de bijî û pêşiya me ronî bike.

LEVENT QAMIŞLO

Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku li ser bingehê felsefeya Rêber Apo pêşket; di warê civakî, siyasî û leşkerî de jî guhertin û veguhertinên girîng çêkir. Zihniyeta dewletparêz a ku rejîma BAAS’ê bi zext û tirsandinê serdest dike, bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re cihê xwe ji zihniyeta demokratîk re hişt. Di pêvajoya şoreşgerî ya ku berdewam dike de, wê nifşek azadtir bifikire, hesasiyeta civakî pêş xistiye, li dijî feraseta şaş a azadiya pergala kapîtalîst têdikoşe û azadiya civakî esas digire, ava kiriye. Bi vê wesîleyê ciwanên Rojava li dijî êrîşên li dijî gelê me yên li her devera Kurdistanê, tevlî refên têkoşînê bûne û erka xwe ya pêşengtiyê bi cih anîne.

Hevrêyê me Levent di nava malbateke welatparêz de li bajarê Qamişlo yê ku pêşengiya Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir, ji dayik bû. Her çiqas ji zarokatiya xwe ve ji ber welatparêziya malbata xwe navê Partiya me bihîstibe jî, bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re derfet dît ku me ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Levent ê ku di nava şert û mercên şoreşê de mezin bû û kete nava pêvajoya ciwanan, bi xwe şahidê şerê dijwar ê salên dirêj bû. Dîtin û şahidiya berxwedana destanî ya li hemberî êrîşên rejîmê û çeteyan, şehadetên di vê berxwedanê de, hevrêyê me Levent gihandiye astekê. Dema ku dem hat, pê hesiya ku divê ew jî bibe bersiv ji daxwaza gelê me ya azadiyê re û wisa difikirî ku tenê bi vî awayî dikare bibe layiqê şehîdên me. Şerê ku li gelek herêman bi taybet li Reqayê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hate meşandin û şehadetên ku di vî şerî de hatin jiyîn, hevrêyê me Levent gelekî bandor kir. Hevrêyê me Levent bi zanebûna ku şehadeta wan encex bi pêşengtiya têkoşîna wan dibe, bi merasîmeke şehadetê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Tevî ku di destpêkê de piştî ku tevlî nava refên gerîla bû di fêrbûna çiya û jiyana gerîla de hin zehmetiyan kişand jî, bi saya mezinahiya armanca xwe û dilsoziya xwe ya bênavber a bi rastiya şehîdan re, bi îradeyek mezin van zehmetiyan derbas kir. Hevrêyê me Levent ê ku li ser rê û rêbaza têkoşînê ya rast tevdigere, di demeke kurt de di kesayeta xwe de veguherînên girîng afirand û bû gerîlayekî jêhatî. Di îdeolojiya Rêbertiyê de bi perwerdehiya ku dît xwe pêş xist, ji bo xwe bigihîne kesayeta Modernîteya Demokratîk bû xwedî ked û hewldaneke mezin. Hevrêyê me Levent ê ku di pêvajoya perwerdeyê de jîr û eleqeya wî ya bi teknîkê ji aliyê hevrêyên wî ve dihat dîtin, piştî perwerdeya xwe ya bi serkeftî bi dawî kir, derbasî beşa teknîkê ya li qada Garê bû. Hevrêyê me Levent ku nêzî 3 salan li vir xebat meşand, di warê afirandina binesaziya teknîkî ya qada xwe de kedeke girîng daye. Ji ber şêwazê xebata wî ya bi disîplîn û berdewamiya lêgerîna wî ya afirandina tiştên nû, ji aliyê hevrêyên xwe ve wek mînak hate girtin. Dîsa kûrahiya hevrêtiyê û hestên hevrêyên wî yên nêzî wî yan jî dûrî wî, di hevrêyê me Levent de asteke girîng a balkişandinê derxist holê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser destkeftiyên gelê me yên ji Rojava heta Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek deveran pêk hatin û hem jî şehadetên hem ji nava gelê me û hem jî ji nava hevrêyên me, hevrêyê me Levent gelekî bandor kir. Hevrêyê me yê ku ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin û hilanîna tola şehîdên me xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû, fikirî ku divê di çarçoveya ji nû ve avakirina gerîla de xwe perwerde bike. Li ser vê bingehê hevrêyê me destpêkê perwerdeya çekên giran dît, piştre bi perwerdeya sabotajê di warê leşkerî de bû pispor. Hevrêyê me Levent ku xeyala wî ya herî mezin ew bû ku li kêleka hevrêyên xwe yên li çeperên berxwedanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker şer bike û li ser vê yekê israr kir. Di vê wateyê de ne tenê ji aliyê leşkerî ve di aliyê bîrdozî de jî xwe kûr kiriye. Bi taybetî li hemberî polîtîkayên dijmin ên di çarçoveya şerê taybet de dihat pêşxistin, hesas bû û li ser vê bingehê hevrêyên xwe perwerde dikir. Hevrêyê me Levent ku bi dil û can bawer dike ku ti êrîşa dijmin nikare serketina gelê me asteng bike, bi vê giraniya xwe ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya hêz û moralê.

Hevrêyê me Levent çiyayên Kurdistanê ku bi hêvî û hezkirinek mezin hatibûyê, ji xwe re kir mekan. Bi sekna xwe ya dirûst û dilsozê îdeolojiya Rêbertî, biryardariya xwe ya di têkoşînê de û jiyana xwe ya bi kedê hatî hûnandin bi çiyayên Kurdistanê yên pîroz re bû yek. Hevrêyê me Levent di dilê hemû hevrêyên xwe de yên ku bi kûrahiya wateyê pê re jiyaye û pê re xebat meşandiye, cih girt. Wê her tim pêşengiyê ji têkoşîna me re bike û bibe meşaleya ku rêya me ronî bike.”