Di şîna Nejwan Ebdullah de nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk hat dayîn

Ji bo Nejwan Ebdullah ê ku duh di encama êrişa balafira bêmirov ya dewleta Tirk de şehîd bû, li Şarezorê şîn hat danîn. Birayê wî got, “Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir dike, Kurdan qetil dike, lê partiyên siyasî yên li Başûr bêdeng dimînin."

Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafira bêmirov li ser rêya Dûkan-Xelekan ya sînorê parêzgeha Silêmaniyê, wesayîteke sivîlan bombebaran kir. Nejwan Ebdullah ê ku di êrîşê de birîndar bibû, duh bi şev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Îro ji bo Nejwan Ebdullah li Mizgefta Mela Hesen ya navçeya Şarezûrê şîn hat danîn.

Birayê şehîd Nejwan Ebdullah, Pêşewa Ebdullah di şînê de têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Kurd ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Êriş, bombebaran û dagirkeriyên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne kirin, karesateke mezin e. Tevî ku dewleta Tirk ferqê naxe di navbera Kurdan de û li ku derê bin wan dike armanc û tune dike jî, lê mixabin li beramberî van êrişên hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bêdeng in.”

Pêşewa têkildarî kêliyên destpêkê yên pêhesîna birîndarbûna birayê xwe û şehadeta wî hestên xwe wiha anîn ziman: “Duh ji me re telefon kirin, dema ku em çûn Nexweşxaneya Şar ya Silêmaniyê, me dît ku birayê me di kêliyên dawiyê yên jiyanê de ye, rewşa wî gelek giran bû. Piştre şehîd bû. Piştre me rastiya bûyerê zanî ku ji aliyê balafireke bêmirov ya dewleta Tirk ve hatine bombebarankirin.”

Pêşewa diyar kir ku birayê wî sivîl bû, karê kirîn û firotina otomobîlan dikir û wiha got: “Her kes baş dizane ku tu tişt ji bo dewleta Tirk girîng nîne, tenê Kurd be, li vî serê cîhanê jî ewê bike armanc û bixwaze qetil bike. Şehadeta birayê min jî bi vî awayî bû. Birayê min ne kesê yekem û ne jî yê dawiyê ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve bê şehîdkirin. Ji ber ku dewleta Tirk bênavber xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike û em bawerîn ku wê ev êrişên dewleta Tirk berdewam bikin. Ji ber ku xaka Başûrê Kurdistanê nayê parastin. Li gel hemû êriş, dagirkerî, bombebaran û wêrankirinên ji aliyê dewleta Tirk ve jî aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bêdeng û bêhelwest in”