Li gundê Bilbêsê terora dewletê dewam dike: Tank hatin veguhastin

Bejahiya gundê Bilbêsê yê navçeya Elkê ya Şirnexê di nava 24 saetên dawî de bi rengekî giran hate bombekirin. Tank ber bi herêmê ve hatin veguhastin.

Bejahiya gundê Bilbêsê ji 29'ê Tîrmehê ve dorpêçkirî ye. Ketin û derketina herêmê hate qedexekirin. Tevî ku qedexe bi rengekî fermî di 4'ê Tebaxê de bi dawî bûye jî di pratîkê de dewam dike.

Di vê navberê de Îzzettîn Cîn ê ku 1'ê Tebaxê di serdegirtina malê de hatibû destgîrkirin di 3'ê Tebaxê de hate girtin.

Ji ber dorpêça ku 13 roj in dewam dike, gundî nikarin biçin nava bax û baxçeyên xwe.

24 saetên dawî derdora gund bi balafirên şer ên F-16 û helîkopteran tê bombekirin.

Sibe Pêncşemê gelek leşker û polîs ber bi herêma gund ve hatin veguhastin. Her wiha tank jî ber bi herêmê ve hatin şandin.

Li bejahiya gund dengê çekan tê. Tê gotin, şer diqewime.

Hate ragihandin ku destûr ji gundiyan re nayê dayin ku derkevin derve. Gundiyan bang li parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedaran kirin ku bi heyetekê serdana herêmê bikin.