KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dewam dike
Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatine qetilkirin ji sala 2018’an û vir ve Nobeta Edaletê digire û ji hikûmet û meclîsa ku nû were avakirin xwest ku ev komkujî were ronîkirin. -
Herêmên Parastinê yên Medyayê 34 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker 34 caran bi balafirên şer, obus, tank û çekên giran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
Gerîlayên YJA Starê: Newroza 2023’an tolhildana ji Lozanê ye
Gerîlayên YJA Starê Edolê Şahîn û Dîrok Cûdî cejna Newrozê pîroz kirin û gotin: “Bi pêşengtiya jinên ku niha li van çiyayan li ber xwe didin, îro dîsa agirê Newrozê li her derê û li ser her lûtkeyê çiyayekî tê pêxistin.” -
Li kolanên Qereyaziyê êşkenceya polîsan
Li navçeya Qereyazî ya Erzîromê, polîsan êşkence li firoşkarekî seyar û du kurên wî kirin. -
HPG: Hevrê Zinar û Şahîn şehîdên Newrozê ne
HPG'ê 2 fermandarên ku sala 2018'an li Qendîlê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di êrîşa dijmin de ya li herêma Qendîlê, hevrêyên me şehîd bûn û bûn şehîdên Newrozê." -
Gerîlayan li Zagrosê Newroz pîroz kirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi lidarxistina merasîman Newroz pîroz kirin. -
Gerîlaya YJA Starê: Em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin
Ji gerîlayên YJA Starê Faraşîn Miştenûr diyar kir ku weke gerîlayên jin haya wan ji rola wan heye û got, "Em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin." -
Malbata Şenyaşar roja ewil a rojiya Remezanê li ber edliyeyê fitirî
Malbata Şenyaşarê ku 731 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, di roja ewil a rojiya Remezanê de li ber edliyeyê fitirî. -
Nûnertiya PYD'ê têkildarî komkujiya li Cindirêsê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
Nûnertiya PYD’ê ya Silêmanî komkujiya şeva Newrozê ya li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî şermezar kir û bang li Konseya Ewlehiya Navneteweyî kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest be. -
Ji bejahî û hewayî ve 33 êrîş hatin kirin
Artêşa Tirk a dagirker 33 caran ji hewayî û bejahî ve bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
Li Mereşê bi dijwariya 5.3 pileyî erd hejiya
Li Mereşê bi dijwariya 5.3 pileyî erd hejiya. -
Hêzên Îranê ciwanekî Kurd qetil kirin, gel jî agir berda benda kontrolê
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi êşkenceyekê ciwanek qetil kirin. Gel li ber vê hovîtiyê rabû û agir berda bendeke kontrolê ya li bajêr. -
NPG: AKP beriya hilbijartinê dixwaze şer bide destpêkirin
Fermandariya Biryargeha NPG'ê got, "AKP-MHP ji bo karibe desthilatdariya xwe bidomîne wê serî li her rê û rêbazê bide. Rejîma AKP-MHP'ê beriya hilbijartinê dixwaze şer bide destpêkirin. Ji bo vê jî wê êrîşan bike." -
Gerîlayên YJA Starê: Em ê bi berxwedanê êşa gelê xwe bi dawî bikin
Gerîlayên YJA Starê Faraşîn Zagros û Arjîn Destan Bakur qala coşa Newroza 2023'an kirin û destnîşan kirin ku li çiyayên Kurdistanê ew dixwazin hêjayî berxwedana agirê Newrozê bin. -
Şenyaşar: Ez ê li meclîsê bibim dengê kesên neheqî li wan bûye
Ferît Şenyaşar ku ji bo namzediya parlamenteriyê serî li Rêxistina HDP’ê ya Rihayê da û got: “Ez ê li meclîsê bibim dengê kesên bêedaletî û neheqî li wan bûye.“ -
Peyamên Newroza Qendîlê: Azadiya Rêber Apo û Yekîtiya Neteweyî
Bi hezaran kes ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî Newroza Qendîl bûn. Peyama derket pêş jî biryardariya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. -
KCK'ê bi milyonan mirovên beşdarî Newrozê bûn pîroz kir
KCK: Gelê Kurdistanê yê welatparêz bi milyonan kesî dakete qadan û Newroza 2023'an pîroz kir ku weke Newroza Rêbertî ya 50'yemîn pênase dikir. Em gelê Kurdistanê yê welatparêz ji dil pîroz dikin, silav dikin. -
HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Metîna şehîd ket, eşkere kir û got, "Hevrêyê me li dijî êrîşên dijmin temsîliyeta fedaîtiya Apoyî kir û heta nefesa xwe ya dawî ev sekna xwe dewam kir." -
KJAR'ê agirê Newrozê geş kir
Bi boneya Newroza 2723’an, Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) agirê Newrozê geş kir û bi tilîliyên xwe coş dan roja nû. -
RAJIN'ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî: Têkoşîna ji bo heqîqetê wê xurtir bibe
RAJIN'ê rojnamevan Nûjiyan Erhan bi bîr anî û destnîşan kir ku têkşoîna Nûjiyan û tevahiya şehîdên çapemeniya azad wê ji bo wan bibe hîmê serketinê. Her wiha got, "Di vê demê de em ê têkoşîna ji bo heqîqetê ji her demê zêdetir bilind bikin." -
Ciwanên Şengalê bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kirin
Ciwanên Şengalê bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kirin û diyar kirin, ku kes nikare pêşî li têkoşîn û berxwedana wan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire. -
Rojnamevan Nûjiyan Erhan li ser gora xwe hate bibîranîn
Rojnamevan Nûjiyan Erhan di salvegera 6'an a şehadeta xwe de li Şengalê li ser gora xwe hate bîranîn. Li ser gora Nûjiyan Erhan daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku Nûjiyan bû dengê jina Êzidî. -
Mexdûrê erdhejê Çankaya: Tenê gel alîkarî bi me re kir
Mexdûrê erdhejê Ahmet Çankaya yê li gundê Osmandede yê Bazarcixê dimîne diyar kir ku dewletê alîkarî bi wan re nekir û got, "Alîkarî tenê ji gel hat." -
Siyasetmedarê Fransî peyam ji bo Newroza Amedê şand
Siyasetmedarê Fransî Jean-Lûc Melenchon ku peyameke bi vîdeo ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê şand, got: “Hêviya min ew e ku van hilbijartinên wê bên ji bo gelê Tirkiyeyê pir bi xêr û bêr be.“ -
Ciwanan piştî Newroza Nisêbînê meşek li dar xist
Piştî pîrozkirina Newroza Nisêbînê, ciwan bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ meşiyan.