Ji pîrê helbestê re

Tu bi navê xwe dergehekî, qesîdeyekî, serboriya hemî gerîlayan, pêşeroj û rehberiya hemî zemananî...Oxir be Pîrê helbestê, oxir be Pîrê her Kurdekî ku li bin esmanê Kurdistanê vejiya ye...

Taritî bê sitar vedimirî. Ewqase demê gêlazan. Hemî Pîr, hemî leheng niha dizanin ku dem Gûlan e li çiyayan..

Min valahiyên di bêrika xwedayan de deranî. Fîqe fîqa bajarekî perpitî, didim ber singa xwe.

Îşlikê qewmekê bim, hinek Evlîya, hinek Feqî û hinek hêjar, hinek serhildêr, hinek Egîd bim, li wê seferê, li wê newalê, li wê cengê, li nav wan sînorên asê.

Derî vedibe, roj hil dibe, li binya dîrokê. Lê kefa destê kê, li seyra kê bim, dem dema gêlazan e. Lehengê di singa min de dibê, Pêşeng, Şoreşger û Pîrê di singa min de distrê...

Tu mirovekî nemirî, wêneyekî, dîmenekî, di vê erdnigariyê de...

Me jî daye qedrê xwedê. Evdan jî, qedir daye Xwedê. Qedrê xweza û qedrê gerdûn. Piştî vê çûyînê jî, dê zeman li cihê xwe, heyam jî li cihê xwe be. Ev çîrokên mîtolojîk dibe, çêbûn dibe, xwe miqayesekirina, eşqê, evînê, bedewiyê, jîr û serfiraziyê jî dibe. Însên emanetê xwe dibe. Li kûderê jiyan lê hebe, li kû dibe, li çolê, li beyabanê, berê xwe li kû be, pîroze û di vê rêkê de muqades e. Wate ye, jiyîn e û di nezera însên de pîroz e.
 
Îca! diviyabû ez di demeke zû de hatibûma ser qisetê. Pîrê Dersimê, pêşengê melyaketan, rêwîtîya despêkê. Rûyê însên jî li erdnigariya xwe be, lingê însên, şopa wê, derwêşîya wê, hemdemiya wê, xeyala wê, li ser axa xwe be, êş ya xwe, keder, heqîqet, xwe bexşandin ya xwe be.

Zaroyên vê erdnigariyê, kê li nav çîrokekî jiyabe, kê li hatina xwe, ji dayikbuna xwe, çêbûna xwe qayîl be, divê li rêya te, li navê te, li doza te li şi'îr û qisetên te, emanetê me hemuyan be...

Dê her çiyayek, wateyê qise ke, hebûnê, xwebûnê, weke çûk, qulinq, balinde, teyr û bilbil jî bizanin ku li kêjan demsalê jiyan e..Ji bo her qewmek, di xewa mirinê de oxira jiyînê hesiyabe..

Li ser rêwîtîyê, li serê çiyayê çermedor, li siya kevirekî, newalekî ku tê de gerîlayan, lê çenteyê xwe danîbe, govend girtibe, sonda şehîdekî hatibe xwarin..Zemanê li çar demsalan, şaşitîya însên, şik û gûmana xerabiyê ji hev derxistibe. Şi'îra çiyayan jî, ji pênûsa destê min re be, ji dengê xwedê, ji çîroka bindestan be...

Dê ev gazin, derketina însên, derketina zayínekî nû be. Jiyîn jî, şer jî, hêvî jî, azadî jî pusulaya însên be.
 
Ez jî kêm, ez jî li ber bayê înkarê, li serên zinar û li serê çiyayên Dersimê hatime. Îbadeta mirov ya li beramberî zeman, ya li beramberî vê heyamê ye. Îca! ez li ava Munzur, di hizûra bibûştekî de derketime hatime..Geh şopa min li Enqereyê, li seferên Kurdistanê, li Şamê, li Helep, li çiyayên Kurdistanê jî ebedî ye. Ev deng, ev pîrozî, ev rêwîtîya hanê weke Leyla û Mecnûnan despêkiriye..Rûyê mirovan, rûyê her qewmekî, li pîrozahiya xwe, li biheşta xwe digere. Ji vê rêwîtîya Kurdistanê re her tişt tê gotin. Jin di siya xwe de kuştî, bihûşt û erdên pîroz jî li ber terkê ketiye..Ne Dêrsim, Ne Munzir, ne jî Agirî, Zîlan, Koçgirî, Mahabad, di xewna xwe de kûr raketî ye.

Pîrê Dêrsima rengîn

Qewlê min li gel zeman e...Qewlê min li ser esmanê Kurdistanê ye. Sê gotinên min, di rojnivîs û di deftera her gerîlayekî de cihê xwe girtî ye..

Tenê ba rastiyê dide min

Qêrîneke pîroz, di sewdaya sibê de

Sê deng diherikin di navbera yek rojê de

Mirin nîne, şeveqek distrê û kulîlk bê tebat dibe di valahiyê de rûyê her kesî bêşik dibe û di kêfa herikînê de didome.

Tû jî bûyî, alfabeya çiyayan, alfabeya ku dîrok dibê, biherike. Tû dibê, biherike wateyê, biherike qûranê, biherike li nav dilê xezalan, li ber perê gûl û şilêran..

Tû Pîrê Dersimê, çiya te tîne bîra min, helbest te tîne bîra min, bêrawestan, qewlê însên, bilindahiya payeberz, nîvê wateyê, hemî kêtêbên pîroz jî te tîne bîra min..

Niha! qey tû dibê? awirên min ji xwedê dûrketin, pêxember gazinan ji min dikin. Li kefa destê kê bim,  kêjan rê, kêjan çem û rûbareke boş bim..

Dibêm, pîrozî vira ye, biheşt vira ye, tifing vira ye, însên livir welidî ye, govenda xwe livir girtî ye.. Lewm dibêm, Pîrê min, wext hatiye, pesnê dara berûyê, pesnê dara mazîyê jî bidim...

Ev çend rojin dibînim ku her gerîlayek peymana xwe bi te mohr dike...

Ev peyman ji keçîkên wenda yê Dersimê re mohr dikin..Gava her gerîlayek, li serê zinarekî be, li deftera xwe, li çîroka xwe, li serboriya xwe çi zêde kiribe, peymanek ji bo rêya te ye, ji bo ûmrê xwedê ye..

Qirêjiya zemanan li ser me çû. Rihê me li me vegerî..Roja me jî xweş hil dibe, li ser deryaçeyê ve...

Cîhanekî ku tê de nefesekî hilgirin heye. xwezayekî kesk jî heye.

Ta'et û fikir di hişê bindestande heye. Nanê feqîran kêm nabe. Rûmet û unor li cihê xwe pak e.

Ala me jî çiyayekî bilind, dinya, gerstêrk, heyv jî sitareyeke.

Siwar li hespên xwe siwar in, li vê ger û sefera Kurdistanê...

Pîrê min, helbesta di dilê her mirovekî de oxira te ye...Bedewiya dîrokê, deng û strana her gerîlayekî oxira te ye...

Tu bi navê xwe dergehekî, qesîdeyekî, serboriya hemî gerîlayan, pêşeroj û rehberiya hemî zemananî...Oxir be Pîrê helbestê, oxir be Pîrê her Kurdekî ku li bin esmanê Kurdistanê vejiya ye...