ROJEVA 22'Ê GULANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û piştî Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç anî ziman ku li gorî lêkolînên wan ên li qadê gel bi giranî li benda gaveke şênber e û têkildarî pêvajoyê xwedî sê meylan e.

Rémy Pagani diyar kir ku biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê gaveke dîrokî ya ji bo aştiyê ye û got, "PKK'ê berpirsyariya xwe bi cih anî. Divê êdî dewleta Tirk bi berpirsyariyê rabe. Gava destpêkê ya samîmiyetê azadiya Birêz Ocalan e."

Şêniyên Amedê ku bi çalakiyan ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn, gotin "Kurdan û rêberê wan ji bo aştiyê berpirsyariya xwe pêk anîn. Gel êdî vî şerî naxwaze, em ji bo aştiyê amade ne."

Tu bi navê xwe dergehekî, qesîdeyekî, serboriya hemî gerîlayan, pêşeroj û rehberiya hemî zemananî...Oxir be Pîrê helbestê, oxir be Pîrê her Kurdekî ku li bin esmanê Kurdistanê vejiya ye... Gotara Enez Yildiz a li ser Alî Haydar Kaytan.

'Peyama berxwedêran ji serî heta binî bi têgihiştina Apogerî, bi îradeya polayî rapêçayî bû…' Çavdêriya Ciwan Tûnç.

Zanyarê siyasetê Dr. Hasan Kiliç destnîşan kir ku banga 27'ê Sibatê berhema aqlekî welê ye ku rêveçûna li cîhanê û bandora wê ya li ser herêmê baş hesab kiriye û dixwaze paşerojê ava bike.