KONGRA GEL ji bo hilweşandina faşîzmê banga xurtkirina têkoşînê kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da û bang kir ku bi şerê gel ê şoreşgerî û avakirina civakî, faşîzmê têk bibin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL daxuyaniyek weşand û got, "Salvegera 39'an a Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li hêzên HPG û YJA Starê, li gelên Kurdistanê, li hevalên li zindanan û qadên din ên têkoşînê, li malbatên şehîdan û gaziyên têkoşîna me pîroz be."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Bi vê wesîleyê, di şexsê fermandarê mezin hevalê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de şehîdan hemûyan bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin. Şehîdên me afirînerên destketî û nirxên gelê me ne. Li ser bingeha xwedîderketina li emanetên wan em soz didin ku armancên wan teqez bi ser bixînin.

Pêngava 15'ê Tebaxê ya gerîla, gelekî li ber tunekirinê bû jinûve li jiyanê vegerand. Gelê Kurdistanê  bi polîtîkayên qirkirin, komkujî, asîmîlasyon û sirgûnê li ber tunebûnê bû û vê pêngava vejînê di kêliya dawî de xwe gihand hawara vî gelî.

JI BO YEKÎTIYA CIVAKÎ Û NETEWEYÎ GERÎLA BI ROLEKE STRATEJÎK RABÛ

Pêngava 15'ê Tebaxê li dijî faşîzma 12'ê Îlonê ruhê Apoyî yê Mazlûm Dogan, Çaran û çalakiya rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê ya li zindana Amedê hate afirandin, li qada gerîla gihîşt asta herî bilind.

Ruhê fedaî yê Apoyî yê gerîla li her parçeyên Kurdistanê belav bû û bi têkoşînê dîwarê tirsê yê polîtîkayên qirker mêtinger hilweşand. Baweriya serketinê da gelê me. Di encama vê yekê de jî ji aliyê pêkanîna yekîtiya civakî û neteweyî ve gerîla bi roleke stratejîk rabû.

Pêngava 15'ê Tebaxê destpêka artêşbûna jinê û partîbûna jinê ye ku bi demê re pêk hatin. Pêngaveke dîrokî ye ku şert û mercên 'Şoreşa Azadiya Jinê' afirand ku di vê serdemê de bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bûye rojev.

Ruhê 15'ê Tebaxê li Zap, Avaşîn û Metînayê gihîşt asta herî bilind û konsepta şerê xwe dispêre teknîkê ya ku plana dawî ya rejîma dewleta Tirk a faşîst e, bêencam hişt. Di vê pêvajoyê de li qada civakî bi avakirina netweya demokratîk û bi konsepta şerê gel ê şoreşgerî, bi têkoşîna gel û gerîla derfet hene ku şert û mercên çareseriya pirsgirêka Kurd biafirînin.

JI BO TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ...

Bi vê armancê, ji bo sîstema faşîst ji aliyê aborî, leşkerî û siyasî ve bê têkbirin, her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz û şoreşger e, divê ji ya ji destê xwe tê zêdetir bike. Di têkbirina faşîzmê ya ji aliyê moral û aboriyê ve divê her kes hîn bêhtir bixebite û di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabe.

Di vê demê de astengiya herî mezin a li pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê PDK ye ku ji bo desthilatdariya xwe bi dewletên mêtinger re bi her awayî hevkariyê dike û xiyaneta li gelê Kurd ji xwe re kiriye karakterek. Ji aliyê siyasî, aborî, leşkerî û îstîxbaratê ve bi temamî ketiye bin kontrola dewleta Tirk. Di vê qonaxê de ku gelê me hemû asstengiyên mezin ên li pêşiya têkoşîna azadiyê ji pêşiya xwe rakir û xwe gihand, bêyî hevkariya bi PDK'ê re dewleta Tirk êdî nikare dijminatiyê li Kurdan bike.

LI HEMBERÎ XIYANETA PDK'Ê BÊDENG NEMÎNIN

Eger dewleta Tirk li hemberî gerîla encamê bi dest bixe, wê destketiyên gelê me hemû bikevin nava xetere ye. Lewma partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, bi kurtasî her kes divê li hemberî xiyaneta PDK'ê bêdeng nemînin ku PDk bi her awayî piştgiriYê dide artêşa Tirk a mêtinger qirker. Bêdengî tê wateya hevkariya bi xiyanetê re. Zexta xurt a raya giştî ya Kurd wê bandorê li PDK'ê bike. Di vê mijarê de em bang li her kesî dikin ku hişyar û berpirsyar bin.

Bi wesîleya salvegera 39'an em 'Cejna Vejînê' careke din li gelê xwe pîroz dikin. Em bang dikin ku sala 40'î ya Pêngava 15'ê Tebaxê li ser bingeha yekbûna li dora azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêşwazî bikin û di çarçoveya avakirina civakî û şerê gel ê şoreşgerî de têkoşînê bilind bikin."