Rojnamevan Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn

Rojnamevan Denîz Firat ku di dema êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê de şehîd bibû, li Wanê ser gora xwe hat bibîranîn.

Rojnamevan Denîz Firat (Leyla Yildiztan), di 8’ê tebaxa 2014’an di dema êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de şehîd bibû. Firat, li ser gora xwe ya li Taxa Xecxatûn a navçeya Ebex a Wanê hate bibîranîn. Merasîma bîranînê ji hêla Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve hate organîzekirin. Xizmên Firat û hempîşeyên wê tev li merasîma bîranînê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin axivî. Aydin got ku Denîz Firat ji bo Çapemeniya Azad bû sembolek û got: “Heta di dema êrîşên DAÎŞ’ê de jî Denîzê dev ji pênûsa xwe berneda. Weke Çapemeniya Azad em ê xwedî li mîrasa wê derkevin û di rêya wê de bimeşin.”

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî anî ziman ku Denîz Firat li hemberî tarîtiya DAÎŞ’ê afirandî, ronahî derxist holê û ev tişt got: “Heke em îro hêj wê têkoşînê bidomînin, ev bi saya wan e. Di wan rojên reştarî de got; ‘ez ê dev ji kameraya xwe bernedim’ û heqîqet nivîsand. Dema em li têkoşînên şoreşê yên cîhanê dinihêrin, dibînin ku gelek rojnameger di dema şopandina nûçeyan de hatine qetilkirin. Lê belê şopandina nûçeyan a Denîz Firat pir cuda bû. Ji bo hemû çapemeniya cîhanê û Çapemeniya Azad bû mînakek.”

Kekê Denîz Firat, Seyat Yildiztan jî anî ziman ku ji bo wan girîng e ku hempîşeyên xwîşka wî xwedî lê derdikevin û ev tişt anî ziman: “Ji ber têkoşîna wê em her tim serbilind in. Piştî Denîz şehîd bû, pênûsê wê li erdê nema. Xwîşka wê û hevalên wê ketin rêya wê. Weke malbata wê em xwedî li nirxên xwe û têkoşîna Denîz Firat derdikevin û piştgiriyê didin. Denîzê tu carî serî netewand, em jî dê serî netewînin û dê li ber xwe bidin.”

Di dawiya merasîma bîranînê de jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Firat.