KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Di Newrozê de bi ruhê berxwedan û tolhildanê rabin ser piyan'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji bo Newrozê peyamek weşand û got, "Di Newroza 2023'an de divê gelê me ji her demê bêhtir bi xurtî li ber xwe bide û bi ruhê hesabpirsîn û tolhildanê rabe serhildanê." -
HPG: Dagirkeran 46 caran bombe li qadên berxwedanê barandin
Artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê 10 caran bi balafiran, 36 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran bombe kir. -
Tabelaya 'Parka Berkîn Elvan' hate desteserkirin
Tabelaya 'Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan' ku li Meletiyê ji bo zarokên mexdûrê erdhejê hate avakirin, ji aliyê polîsên Tirk ve hate desteserkirin. -
HPG: Fermandarê fedaiyan Delîl Zagros şehîd bû
HPG’ê diyar kir ku fermandar Delîl Zagros (Cercîs Çaksû) şehîd bûye û got “Yek ji fermandarê sembol ê Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de nivîsandiye.” -
Ava Bendava Mûsilê kêm bû, Mezargeha Bazîdê ji nû ve xuya kir
Piştî ku ava li Bendava Mûsilê kêm bû, mezargeheke Êzidiyan tevî dibistana kevn a li komalgeha Xanikê ji nû ve xuya kirin. -
Gerîla Peyman: Ev şerê îradeyê ye
Gerîlaya YJA Starê Viyan Peyman destnîşan kir ku gerîla her carê bi îradeyeke hîn mezintir radibin ser piyan û got, "Ev şerê îradeyê ye û berxwedaneke bêhempa heye." -
Navê kujerekî Qirkirina Zîlanê li kolaneke navçeya Erdîşê kirin
Qeymeqamê Erdîşê û qeyûm Nûrî Mehmetbeyoglû navê yek ji kujerên Qirkirina Zîlanê Suleyman Erdînç li kolaneke li navenda Erdîşê kir. -
Kedkarên tendirustiyê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê hatin bibîranîn
Kedkarên tendirustiyê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li ber avahiya Galeryayê ya Amedê hatin bibîranîn. -
Herêmên Parastinê yên Medyayê 23 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve 23 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
'Em ê tola şehîdên xwe hilînin'
Endamên sazî û destgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê nerazîbûn nîşanî bêdengiya dewleta Iraqê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk dan û destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşin. -
Gerîlayê HPG'ê Amed: Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin
Gerîlayê HPG’ê Argeş Amed diyar kir ku, dewleta Tirk li ber îradeya gerîla têk çûye û got, “Erka me ye ku, ala ku me ji hevrêyên xwe yên şehîd girtiye, bigihînin serkeftinê. Ji bo vê yekê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin." -
YPS-YPS JIN: Meşa li ser şopa Şehîd Çiyager rûmet e
YPS-YPS JIN’ê şehîdên berxwedana rêveberiya xweser a Sûrê bi rêzdarî bi bîr anîn û got: "Meşa li ser şopa Şehîd Çiyager, rûmetek e. Erka me ye ku îdîa û armancên wî bi ser bixînin." -
Bernameya Newrozê eşkere bû: Wê li dehan bajaran bê pîrozkirin
Newroz wê îsal bi pêşengiya HDP, KCD, DBP û TJA'yê li zêdeyî 43 bajaran bê pîrozkirin. Bernameya Newrozê diyar bû. -
Mexdûra erdhejê Koşmaz: Dewlet li pey firotina xaniyan ketiye
Babîle Koşmaz ku di dema erdhejê de tevî malbata xwe li mala xwe ya li Dîlokê bû, wiha axivî "Me ti alîkarî ji dewletê nedît. Nan jî bi destê me neket. Niha jî dewlet hewl dide xanî bifiroşe mexdûrên erdhejê." -
Deriyê bertîlê yê AKP'ê: Deriyê Sînor ê Gurbûlakê
Deriyê Sînor ê Gurbûlakê ku di navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û Rojhilatê Kurdistanê de ye, bûye deriyê bertîlê. Yên ku bazirganiya li ser sînor dikin, heta ku bertîlê nedin karmendên delweta Tirk nikarin kar bikin. -
Tevgera Azadiya Kerkûkê wê Newrozê bi coş pîroz bike
Tevgera Azadiyê ya Kerkûkê bi dirûşmeya “Newroz sembola şoreşa gelan a hebûn û azadiyê ye” li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê wê Newrozê pîroz bike. -
Malbata Şenyaşar: Li cihê ku jin têdikoşin serkeftin teqez e
Malbata Şenyaşar got, “Heke li cihekî têkoşîn hebe li wir hêvî jî heye. Ked û piştevaniya jinan li ku hebe teqez serkeftin li wir heye. Li Rihayê li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin.” -
Îranê li Urmiyeyê 4 kes dar ve kir
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir rejîma Îranê li Girtîgeha Urmiyeyê 4 kes dar ve kiriye. -
HPG’ê 6 gerîlayên şehîd bi bîr anî
Hêzên Parastina Gel (HPG) 6 gerîlayên di sala 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi bîr anî. -
HPG: Artêşa Tirk bi topên fosforê êrîş kir
HPG’ê diyar kir artêşa Tirk duh di êrîşa xwe ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de topên tijî fosfor bi kar aniye. -
Derya Denîz: Jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dixwaze bibe pêşeng
Endama Meclisa PJAK’ê Derya Denîz li ser polîtîkayên rejîma Îranê ya li dijî jinan axivî û got, “Jinan şoreşa zihnî pêş xistin û li ser vê esasê civakê ava kirin. Jinan ji bo van rastiyan li Rojhilatê Kurdistanê fedekariyeke herî mezin kirin.” -
KCK’ê şehîdên komkujiya Gazî û Qamişloyê bi bîr anî
KCK’ê şehîdên komkujiyên ku 12’ê Adara 1995’an li semta Gazî ya Stenbolê ji aliyê dewleta Tirk ve û 12’ê Adara 2004’an li Qamişloyê ji aliyê dewleta Sûriyê ve hatî kirin, bi bîr anî. -
Her tişt ji bo Kurdistanê
Ferman Kerîm ku tevî 10 hevalên xwe di encama êrîşa bi çekên kîmyewî ya li dijî Şehîd Xursî ku li herêma Zapê şehîd bû, heta nefesa xwe ya dawî ji bo Kurdistanê şer kir. -
Qeymeqamê Çemçemal: Kesek jiyana xwe ji dest da
Di saetên êvarê li Çemçemalê bi balafireke biçek a bêmirov, êrîşê wesayîtekê hat kirin. Qeymeqamê bajarokê Çemçemal Remik Remezan ragihand ku di êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne. -
Li Çemçemalê êrîşa hewayî: Kesekê jiyana xwe ji dest da 2 jî birîndar in – HAT NÛKIRIN
Di saetên êvarê li Çemçemalê bi balafireke biçek a bêmirov, êrîşê wesayîtekê hat kirin. Li gor agahiyan kesekê jiyana xwe ji dest daye, 2 jî birîndar in.