HPG: Hevrêyên me Rêzan û Bawer şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) ragihand ku gerîlayên bi navê Rêzan û Bawer di 6’ê Tebaxê de di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de ev tişt diyar kir:

 “Di 6’ê Tebaxa 2023’an de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Rêzan û Bawer ên ku zarokên hêja yên gelê me yê Botanê bûn, şehîd bûn. Hevrêyên me Rêzan û Bawer ku her kêliya xwe li ser esasê îdeolojiya Apoyî û dilsoziya bi şehîdan û gel re jiyan kirin, di têkoşîna me ya azadiyê de ku bi bawerî, îddîa û biryardariyeke mezin beşdarî têkoşînê bûn û ev hevrêyên me bûne milîtanên Apoyî yên mînak. Hevrêyên me Rêzan û Bawer di dîroka me ya têkoşînê de weke lehengên mînak cihê xwe girtin û divê hemû ciwanên Kurdistanê bi tevlîbûn û helwesta xwe ya têkoşînê wan ji xwe re wekî mînak bibînin.

Em soz didin ku em ê bîranînên zarokên hêja, dilpak û leheng ên gelê Kurd, ên heval Rêzan û Bawer her dem zindî bihêlin, em ê tola hevalên xwe bistînin û em ê teqez armancên wan bi ser bixînin.

Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de em ji hemû gelê Botanê yê welatparêz re û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Rêzan Botan

  Nav û paşnav: Rêzan Gungen

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Zelîha - Beşîr

  Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Bawer Botan

  Nav û paşnav: Bekîr Kina

  Cihê jidayikbûnê: Stenbol

  Navê dê û bav: Suphan - Haci

  Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Rêzan li herêma Botanê Şirnexê ku bi esalet û berxwedaniya xwe tê naskirin çavên xwe li jiyanê vekir. Malbata wî navê Rêzan lê kirin, ango rê nîşan dide. Hevrêyê me Rêzan di nav malbat û derdoreke welatparêz de bi hestên welatparêzî, hişmendî, exlaqê civakî û bi rûmet mezin bû. Hevrêyê me Rêzan zarokê herî mezin ê malbatê bû, di temenekî biçûk de mezin bû. Wî him xwend û him jî xebitî.

Dewleta Tirk a qirker û mêtinger di sala 2015’an de di çarçoveya ‘Plana Çokdanînê’ de ku li dijî gelê Kurd pêk anî, xwest bajarên welatparêz ên Kurdan hilweşîne û ji hev belav bike. Gelê me yê welatparêz û zarokên hêja yên gelê me, li hemberî vê zilmê li ber xwe dan. Dema hevrêyê me Rêzan bi malbata xwe re li Şirnexê dijiya, bû şahidê êrîşên hovane û dijmirovahî yên dewleta Tirk. Hevrê Mûrat (Behlûl Gungen) apê hevrêyê me Rêzan, tevlî Berxwedana Xweser a Şirnexê bû, pêşengî kir û li dijî dagirkeran axa xwe rast. Şehadeta hevrêyê me Mûrat a di 14’ê Gulana 2016’an de bandorek mezin li hevrêyê me Rêzan kir. Dewleta Tirk a faşîst nehişt ku hevrêyê me Rêzan û malbata wî ya welatparêz li axa xwe azad bijîn. Lê malbata wî ku welatparêzên esilzade, birûmet, dilsoz û durust bûn, tu carî serî li ber dijmin netewand, teslîm nebûn. Malbat hevrêyê me tu carî ji helwesta xwe tawîz nedan. Ji ber vê yekê neçar man weke malbat koçî Wargeha Şehîd Rûstem bikin. Hevrê Rêzan ê ku piştî li vir bi cih bû, zû hînî jiyana wargehê bû, kete nav lêgerîna tolhildana tiştên ku li ser gelê Kurd hatine kirin. Wî gelek caran xwest tevlî nava refên gerîla bibe, lê ji ber temenê wî yê biçûk her tim ev daxwaz nehat qebûlkirin. Hevrêyê me Rêzan li her cihê ku lê bû bi kesayeta xwe ya kedkar, fedakar ji bo gel xwe û malbata xwe kedeke mezin da. Di heman demê de li kampê bi zimanê Kurdî û çanda welatparêziyê bi azadî perwerde bû û xwe bi pêş ve bir. Hevrêyê me ji aliyekî ve di nav xebatên ciwanên welatparêz de jî cih girt. Hevrêyê me Rêzan ku hemû erkên xwe yên civakî bi serkeftî bi cih anî, bû ciwanekî ku ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin û pêşengtî dikir. Dizanibû ku çawa xwe li hember bandorên modernîteya kapîtalîst biparêze.

Hevrê Rûken Botan (Guler Gungen) a ku meta hevrêyê me Rêzan bû, di 17’ê Kanûna 2022’an de li Cûdî şehîd ket. Şehadeta rêheval Rûken bandoreke mezin li hevrê Rêzan kir. Hevrêyê me Rêzan ku bi xeyala ku tevlî nav refên şoreşê bibe, li ser şopa şehîdan bimeşe û bibe gerîla, piştî şehadeta rêheval Rûken di sala 2023’an de biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Hevrêyê me Rêzan ê ku bi moral, çand û hişmendiya Partiya me PKK'ê hat mezinkirin, bê zehmetî hînî jiyana partiyê bû û mîna kadroyên xwedî tecrube yên salan yekser bi motîvasyoneke mezin tevlî nav xebatan bû. Di demeke kin de karîbû hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe yên li qadê werbigire.Hevrêyê me Rêzan jî mîna navê xwe her tim şoreşgerekî wisa bû ku di refên pêş de dimeşiya û çi diket ser milê wî bi serkeftî pêk dianî.

Hevrêyê me Rêzan ku di têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me de dikaribû berpirsyariyên mezin hilgire ser milê xwe, serkeftinên mezin bi dest bixe. Lê di 6’ê Tebaxê de di êrîşa dijmin de gelekî zû şehîd bû. Şehadeta hevrê Rêzan li ser hemû hevrêyên wî bandoreke mezin kir. Em soz didin ku em ê bîranînên zarokên hêja yên gelê Kurd bi biserxistina armancên wan û bi stendina tola wan bi ser bixînin.

Gelê me yê welatparêz ku di êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê yên dagirkeran de serî netewand, bi partiya me PKK’ê re xeta berxwedanê ya bêhempa ya ku di pêşengtiya Rêber Apo de, pêş xist. Gelê me ku bi rastiya gelê têkoşer re bû yek, bi berxwedanên gerîlayên azadiya Kurdistanê bi berxwedanên ku afirandine bi sekneke leşkerî xwedî lê derket û ti carî serî li ber êrîşên dijmirovî yên dagirkeran netewand. Gelê me yê ku bi parastina rûmeta xwe di jiyana azad de israr kir û bi gerîlayên azadiya Kurdistanê re ku ji dilê xwe afirandiye re têkiliyên xurt danî, her tim xeta berxwedanê ya dîrokî bilind kiriye. Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên xwe yên li dijî rastiya gelê bûye gerîla zêde kir, gelê me bi qestî kir hedef û xwest Kurdistanê vala bike. Gelê me yê welatparêz ê ku ji ber êrîşan neçar ma ji axa xwe koç bike, li her dera ku çûye jî çanda berxwedanê bi xwe re bir û ruhê serfiraziê yê PKK’ê li her qadê belav kir.

Hevrêyê me Bawer ê ku ji ber zext û zordariya dewleta Tirk a qirker neçar ma ji Kurdistanê derbasî Stenbolê bibe û li metropolên Tirkiyeyê bi cih bibe û di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Tevî ku ji Kurdistanê dûr mezin bû jî, bi çand û hişmendiya welatparêziyê ya ku ji malbata xwe girtî mezin bû. Weke ciwanekî Kurd ku li metropolên dagirkeran jiya, di temenê xwe yê biçûk de bû şahidê zilma dijmin a li ser gelê me. Hevrê Bawer ku li hemberî hewldanên mêtingeriyê yên ji bo xistina ciwanên Kurd bi her cure rêyên qirêj, bi taybetî jî maddeyên hişber bêdeng nema, di temenê xwe yê ciwan de rastiya dijmin ji nêz ve nas kir û di wê baweriyê de bû ku divê bi têkoşînkirinê bersiv were dayîn. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna nava xebatên ciwanan gava yekem di nava refên têkoşînê de avêt, ji bo parastina ciwanên Kurd li hemberî polîtîkayên qirêj ên dagirkeran û hişyarkirina wan kedeke mezin da. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me hêrsa hevrêyê me Bawer xurtir kir û bi tevlîbûna nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê ku temînata siberoja azad a gelê me ye xeta milîtantiyê nîşanî hemû ciwanên Kurd da.

Hevrêyê me Bawer ku sala 2019'an tevlî nava refên gerîla bû, bi hilbijartina 15'ê Tebaxê roja vejînê ya gelê me re destpêkeke mezin û watedar kir û li ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) meşiya. Hevrê Bawer ku ji erdnîgariya bihuşt a Kurdistanê gelekî bandor bû û bi tevlîbûna nava refên gerîla hesreta xwe ya welat sivik kir, bi kesayeta xwe ya bi hêz, bi coş û kedkar hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû mabû bi lez derbas kir û bi jiyana gerîla ya pîroz re bû yek. Hevrêyê me Bawer ê ku xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr kir û milîtantiyê esas girt, hem di warê leşkerî de hem jî di warê bîrdozî de bû milîtanekî ku ji şert û mercên dijwar ên serdemê re amade bû. Hevrêyê me yê ku bi îrade û biryardariyek mezin xwedî li erkên şoreşgerî derket, di demeke kurt de derket pêş û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me bi armanca tevlîbûneke xurt a xeta têkoşînê ya ku bi nirxên pîroz a şehîdên me hatine afirandin diparêze û bilind dike, her tim li ser vê bingehê rawestiyaye û ji bo pêkanîna vê lêhûrbûn esas girtiye. Hevrê Bawer ê ku timî tempoya tevlîbûnê zêde dikir, bi her hevrêyekî xwe re têkiliyeke xurt datîne, hevrêtiya PKK’ê ya pîroz xurtir dike, bi parvekirina bi hevrêyên xwe re fêrbûna xwe dewlemend û kûr dikir. Tevlîbûn û şehadeta xizm û derdora wî bû bingeh ku hevrêyê me Bawer bi xurtî xeta şehîdan hembêz bike.

Hevrêyê me Bawer ê ku di demeke wiha de ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên înkar û îmhayê zêdekirine, tevlî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, di demeke kurt de bû milîtanek jêhatî û bû xwedî sekn û jiyanek milîtanî. Hevrêyê me Bawer ku di her erkek xwe de serkeftinê esas digirt, bû yek ji hevrêyên me ku ruhê serketinê di şexsê wî de şênber bû. Têkoşîna hevrêyê me Bawer ku mîrateyeke berxwedanê ya ti carî nayê jibîrkirin li dû xwe hişt, em ê weke hevrêyên wî bi teqezî heta serketinê bimeşînin."