Bejahiya gundê Bilbêsê yê Elkê hate bombekirin

Li gundê Bilbêsê yê navçeya Elkê, ku dewleta Tirk qedexeya derketina derve lê ragihandiye, bejahiya gund bi balafirên şer û helîkopteran hate bombekirin.

Li gundê Bilbêsê yê navçeya Elkê ya Şirnexê, bi biryara walîtiyê ji 29'ê Tîrmehê û vir ve derketina derve qedexe ye. Tevî ku qedexe 4'ê Tebaxê bi rengekî fermî bi dawî bûye, hîn jî di pratîkê de dewam dike.

Li herêmê ku dorpêça leşkerî dewam dike, bejahiya gund bi balafirên şer ên F-16 du caran hate bombekirin.

Piştî vê bombardûmanê bi helîkopteran bombe li herêmê hate barandin. Li qada bejahî dengê çekan tê bihîstin. Li gorî agahiyan li herêmê şer qewimî ye.

Gundî diyar dikin ku destûr ji wan re nayê dayin ku derkevin derve û bang li parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedaran dikin ku heyetekê bişînin herêmê.