Li dijî Parlamenterê YNK'ê Mele Kerim Şukur hewldana suîqestê

Li dijî Endamê YNK’ê yê li Parlamentoya Iraqê Mele Kerîm Şukur hewldana suîqest hat kirin û bi saxî filitî.

Li gorî Malbenda 16 ya Hemrîn ya Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê, yek ji endamên Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê yê li Parlamentoya Iraqê û Berpirsê Malbenda 16 ya Hemrîn a YNK’ê Mele Kerîm Şukur, li nava baregeha malbendê rastî suîqestê hatiye.

Her wiha hate diyarkirin ku bi saxî ji êrişê rizgar bûye.

Li gorî nûçeya RojNewsê, welatiyek Kurd ê nêzîkî Heşdî Şebî ketiye nava malbendê û li gel berpirsê malbendê gengeşe kiriye û piştî gengeşeyê ew welatî çek rakiriye û dest bi gulebaranê kiriye. Lê ji aliyê pasewanên malbendê û kesên amade ve rêgirî li wî kesî hatiye kirin û çek jê hatiye girtin.