Bûlûttekîn: Rejîma qeyûm amûreke polîtîkayên îmha û înkarê bû

Hevşaredara Sûrê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn ku wezîfeya wê hate desteserkirin got, "Rejîma qeyûm yek ji amûrên herî girîng ên polîtîkayên înkar û îmhayê bû."

Ji bo hilbijartinên xwecihî demek kêmî salekê maye. Partiyên siyasî polîtîkayên xwe yên li ser hilbijartinên zêde kirin. Hilbijartin li Bakurê Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e. Dewleta Tirk du serdem in ku zêdeyî sed şaredariyên tevgera Kurdan bi sîstema qeyûm desteser dike; saziyên çand, jin, ciwan, zarok û zimanê dayikê digire, qirkirina çandî û civakî dike.

Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn qala kiryarên rejîma qeyûm kir.

Bûlûttekîn tayînkirina qeyûman a li şaredariyên bajarê mezin ji aliyê siyasî û civakî ve weke parçeyek ji siyaseta îmha û înkarê pênase kir.

Bûlûttekîn ragihand ku bi rêya desteserkirina şaredariyan a bi destê qeyûm êrîş li ser têkiliya civakê ya bi siyasetê hate kirin û got, "Li gel desteserkirina îradeya gel, bi rêya qeyûm her wiha gel ji xizmet û derfetên şaredariyê bêpar hate hiştin. Demên derbasbûyî her cûre karên li şaredariyên Kurdistanê -karên jinê, aborî, ekolojî û çandê- hatin beralîkirin, li şûna wê rê û rêbazên dûrxistina ji nasnameya gel û dejenerekirinê xistin dewrê. Bi taybetî hewl hate dayin ku jin û ciwan bi giştî jî gel ji qada siyasî bê qutkirin. Rejîma qeyûm rêbazeke ji rêzê nîne, yek ji amûrên herî girîng ên siyaseta îmha û înkarê bû ku di sala 2016'an de xistin dewrê. Armanc ji vê hewldanê ew bû ku nirxên olî û exlaqî yên civakê ji aliyê desthilatdariya heyî ve bi temamî bê dejenerekirin. Qadên civakî yên mîna mizgeftan ji aliyê desthilatdariyê ve hatin bikaranîn û li van deveran hewl hate dayin ku asîmîlasyona nasnameya olî bê kirin."

'XWESTIN JINÊ LI MALÊ ASÊ BIKIN'

Bûlûttekîn bi bîr xist ku dema derbasbûyî li şaredariyan karên jinan gelekî bi pêş ve çûbûn û got, "Jin li nava siyasetê, civakê, jiyanê êdî li pêş bûn, dihatin dîtin. Vê yekê jî desthilatdariya heyî aciz kir, li wan rê û rêbazan geriya ku jinê careke din li nava malê asê bikin. Bi rejîma qeyûm ev yek kir, midûriyetên jinê, navenên çandê ji hev belav kir û bi vî rengî hewl da armanca xwe pêk bîne."

'BI ÎHALEYAN HIN KOMAN DEWLEMEND DIKIN'

Bûlûttekîn êrîşa li ser navçeya Sûrê ku mîrateyeke çand û dîrokî ye weke mînakek ji êrîşên qeyûm da û got, "Ji çêkirina rê heta bi binesaziyê, ji karên çandî heta bi park û qadên cemaweriyê her der dûrî bajarekî çêker e. Bajar veguherandine qadeke bazirganiyê. Li her derê qadeke rantê ava kirine. Halbûkî bajarê ku mîrateyeke çand û dîrokê ye bi rê û rêbazên gelekî cuda bi sedan salan weke mîrateyekê gihîştiye vê serdemê. Îhaleyên ku dikin mîna ku bi kêrî gel tên, nîşan didin. Dema ku bi nêrîneke objektîf tê nirxandin, tê dîtin ku her îhale rêya ji bo dewlemendkirina hin koman e."