KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Em di wê pêvajoyê de ne ku sîstema konfederalîzma jinan ava bikin'
"Niha em di wê pêvajoyê de ne ku sîstema konfederalîzma jinan ava bikin û jin xwe di vê sîstemê de bi rêxistin bikin. Bi şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' mêr pê dihese ku ew jî çiqas kole ye." -
Dûrmaz: Efûya Avadaniyê rîskeke mezin e
Serokê Şaxê Wanê yê Odeya Endezyarên Avadaniyê Firat Dûrmaz diyar kir ku piştî erdheja 2011'ê ya li Wanê li hemberî erdhejeke gengaz ti amadekarî nehatiye kirin û got, hîn jî 11 hezar avahiyên xisar li wan bûye, nehatine hilweşandin. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG‘ê Şoreş Germiyan ê sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Kelarê konê sersaxiyê hat danîn. -
‘Em serî li hember gefên we natewînin’
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê êrîşa nîjadperestî ya li hemberî Amedsporê protesto kir û got, “Yên ku hemberiya kujerên salên 90’î dikin, bila bibihîzin; wê tu kes li hemberî gefên xwe serî netewîne û bêdeng nemîne.” -
Şengaliyan li dijî sîxurtî û êrîşan meşiyan
Şengaliyan li dijî sîxurtî û êrîşan meşekî girseyî lidarxistin. Di meşê de diyarkirin ku hikûmeta Iraqê berpirsê êrîşên li Şengalê ye. -
'Em bi hev re li ber nijadperestiyê rabin'
Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Amedê xwedî li Amedsporê derket ku êrîşa nijadperestî lê hatibû kirin û got, "Em bi hev re li ber nijadperestiyê rabin." -
KCK: Em berxwedana jinan a ber bi azadiyê ve silav dikin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkoşîn û berxwedana jinan silav kir, ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ber bi azadiyê ve dimeşin. -
Bi çekên qedexekirî êrîş li çeperên gerîla hate kirin
Artêşa Tirk a dagirker 5'ê Adarê bi çekên qedexekirî êrîş bir ser çeperên berxwedanê. -
Konê sersaxiyê yê Şêrzad Şemo bi merasîmekê bi dawî bû
Konê sersaxiyê yê ji bo endamê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo hatî vedan, bi merasîmekê bi dawî bû. -
HPG'ê 5 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 5 gerîlayên ku sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest. -
PJAK: Em meşaleya têkoşînê di roja cîhanî ya jinan de bilind bikin
PJAK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê got, “Em meşaleya têkoşînê di roja cîhanî ya jinan de bilind bikin. Bê guman wê civak û jîngeh bi pêşengtiya jinan bigihêje azadiyê.” -
Amedspor bi rengekî girseyî hate pêşwazîkirin
Amedspor ku li deplasmana Bûrsasporê êrîşên nijadperestî lê hatibû kirin, li Amedê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. -
YJA Star: Em ê sedsala 21'ê bikin sedsala jinê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, "Di her şert û mercî de em ê bibin dengê gelê xwe, berxwedana jinê, jiyana azad bi ser bixînin. Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin û sedsala 21'ê bikin sedsala jinê." -
Cihên pîroz tim bûne navendên bingehîn ên rêxistinbûnê
Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bûye navenda herî esasî ya çalakî û rêxistinbûna civaka Mexmûrê. -
Alkan: Gerîla dilxwaziya bêdawî ye
Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan bal kişand ser hewldanên dilxwazan ên piştî erdhejê seferber bûn û got, "Gerîla artêşa dilxwazan e. Bi dilxwazî jiyana xwe ji bo civakê, gel û bi milyonan mirovên zilm li wan têne kirin, feda dikin." -
Bafil Talabanî di salvegera Raperîn de ji bo 'yekîtiyê' bang kir
Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî di salvegera 32'an a Raperînê de li Ranyayê di merasîma girseyî de axivî û ji bo 'yekîtiyê' bang kir. -
Dagirkeran 24 caran bombe li Çemço û Sîdayê barandin
Dewleta Tirk a dagirker 24 caran bi balafirên şer, obus, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê barand. -
Li Mexmûrê greva birçîbûnê bi biryardariyek xurt didome
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li Mexmûrê hatî destpêkirin, di roja 33’an de didome. -
HPG: Em fermandarê xwe Şahîn Şaho bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê fermandar Şahîn Şaho di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Bi tevlîbûna xwe ya bêfikar û bi biryar, ji hevrêyên xwe re bû mînakek milîtaniya mezin a Apoyî." -
RMMK: Di meha Sibatê de 13 Kurt hatin darvekirin, 16 kolber hatin qetilkirin
Li gorî daneyên meha Sibatê ya Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, 13 kes hatine darvekirin, zêdeyî 80 kes hatine girtin û 16 kolber hatine qetilkirin. -
Baroya Rihayê: Kesên li Pirsûsê hatin destgîrkirin rastî êşkenceyê hatin
Baroya Rihayê ragihand ku Mehmet Samur, Adle Samur û Reşat Yilmaz ên li Pîrsûsê hatin destgîrkirin rastî êşkenceyê hatine. -
Xizmên Windayan ji bo Can, Kaya û Sanir hatin ba hev
Xizmên Windayan li Amed û Êlihê ji bo Parêzer Metîn Can, Dr. Hasan Kaya û Ahmet Sanir hatin ba hev. -
Li gundê Hemedan ê Şengalê wê gorên komî bên vekirin
Tê payîn ku sibe li gundê Hemedan ê Şengalê gorên komî bên vekirin. Lewma bi sedan Êzidî berê xwe dan cihên gorên komî û ji bo miriyên xwe xêr belavkirin. -
Artêşa Tirk a dagirker 27 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexe, 25 caran jî bi obus, tank û çekên giran êrîşê çeperên berxwedanê kir. -
Babê Şêx çû serdana konê sersaxiyê ya ji bo şehîd Şêrzad Şemo
Heyeteke Meclîsa Rûhanî a Êzidiyan bi pêşengiya Babê Şêx çû serdana konê sersaxiya rêveberê Asayîşa Êzdîxanê Şêrzad Şemo û li himberî êrîşan banga yekîtiyê li Êzidiyan kir.