Li Mexmûrê koma 5’an çalakiya nobetê dewr girt

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê hatibû destpêkirin bi koma 5’an didome.

Çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê dewam dikin.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya Nobetê ya dorveger hatibû destpê kirin. Çalakiya Nobetê ya hatî destpê kirin, bi dewrgirtina koma 5’an didome.

‘RÊBERTÎ TEVÎ HEMÛ HÊRÎŞAN LI BER XWE DIDE’

Beriya merasîma dewr girtinê di şexsê Şehîd Denîz Firat de ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma çaremîn Evîn Taş axivî.

Evîn Taş diyar kir ku, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hemû civaka Kurd tê tecrîd kirin û wiha got: “Weke ku tê zanîn Rêbertiya ku 25 sal in di nava tecrîdeke giran de ye, tevî hemû êrîşan jî dest ji berxwedana xwe berneda. Di şexsê Rêber Apo de îro Kurdistan, tevahî gelê Kurd û gelê azadîxwaz dibin tecrîd û êrîşan de ye. Li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî li ser zarokên vî gelî tên bikaranîn, lê em dibînin kes dengê xwe dernaxe û herî zêde êrîş li ser ciwanan tên pêk anîn. Me jî wek TCM û TJCM’ê bi berxwedaniya xwe û nîşakirina helwestên xwe xwest em li hember vê tecrîdê rawestin.”

Evîn Taş di berdewamiya axaftina xwe de helwesta ciwanan ya li hember tecrîdê wiha anî ser ziman: “Bila dost û dijminên Kurdan bizanibin heta ku ciwanek yê Mexmûr û gelê Kurd bimîne em ê dev ji xet, heqîqet û Rêbertiya xwe bernedin. Ji ber ku niha dixwazin me bê Rêbertî bihêlin, lê em tu caran jiyanek bê Rêbertî ji xwe re qebûl nakin. Em ê dirûşmeya ‘Ciwan fedaiyê Rêber Apo ne’ esas bigirin. Bi taybet wek jinên ciwan çi dikeve li ser milê me û berdêl çi dibe bila bibe em ê li ser vê xetê bimeşin. Wek ciwanên wargeha Mexmûr em bang li hemu ciwanên Kurd û ciwanên ku dibêjin em felsefeya Rêber Apo diparêzin dikin, bila li hemberî tecrîdê serî rakin. Ji ber ku heta Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe wê tu civak jî azad nejî.”