Dewleta Îranê kolberekî din kuşt

Hêzên Îranê li herêma Newsûd a Rojhilatê Kurdistanê êrîşî kolberan kirin. Kolberek hat kuştin, 9 kolber jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Kolber Newsê, Di 6’ê Tebaxê de leşkerên Îranê li herêma Newsûd a Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kolberan kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de kolberek hatiye qetilkirin.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku cenazeyê kolberê bi navê Aso Kerîm ê ku hatiye qetilkirin, piştî lêgerîna 19 saetan hatiye dîtin.

Her wiha hat diyarkirin ku di êrîşê de 9 kolber jî bi giranî birîndar bûne.

Di nûçeyeke din a 8’ê Tebaxê de hatibû diyarkirin ku hêzên dewleta Îranê li herêma Newsûdê 2 kolber birîndar kirine.

Tenê di meha Tîrmehê de li sînorên Rojhilatê herî kêm 20 kolber ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Hat diyarkirin ku 14 jê li ser sînorê Nowsûdê hatine kuştin.