Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Ferîde Alkan Pêngava 15'ê Tebaxê û têkoşîna 50 salan a PKK'ê ji ANF'ê re nirxand. Nirxandina Ferîde Alkan bi vî rengî ye:
"Berxwedana gel an jî şerê gel ê li Kurdistanê xwedî dîrokeke bi qasî dîroka mêtîngeriyê ye. Tevî ku di van pêncî salên dawî de şerê gel ê di bin pêşengiya partiya me de li ser xeteke stratejîk bi awayekî serkeftî hat meşandin jî, em dizanin ku xwe dispêre dîrokeke dirêj. Di pêvajoya PKK'ê ya pêncî salî de ku bi pêşengiya Rêbertiya me dest pê kir de gelê me li gorî berê bi zanebûn, rêxistinbûyîn, plansaz û îradetir, bawermendtir û bi hêztir bûye. Lê gelê me beriya derketina partiya me PKK’ê her tim li ber xwe daye û her tim di nava rewşeke serhildan de bûye. Bi taybetî jî di du sedsalên dawîn ango sedsalên 19’emîn û 20’an de bi berdewamî li dijî dagirkeran têkoşîn meşandiye. Di sedsala 21'an de ku ji çaryeka dawî ya sedsala 20'an dest pê kir û niha nêzî dawiya çaryeka yekemîn dibe, partiya me di pêşengiya PKK’ê de her tim di nava şer de cih girtiye. Di vê wateyê de em dikarin bibêjin gelê Kurd rastiya gelên ku her tim li dijî dagirkeran têdikoşe temsîl dike. Îro jî di pozîsyona gelê herî têkoşer, serhildêr û şerker a cîhanê de ye. Aliyên vê yên girêdayî Rêbertî û têkoşîna me ya azadiyê tê zanîn û êdî bi giştî tê qebûlkirin ku di rastiya PKK’ê de hem ji aliyê îdeolojî-felsefî, hem ji aliyê civakî-siyasî ve civakeke ji nû ve hatiye guherandin û bûye xwedî zîhniyet. Lê belê ji ber rewşek wiha em li ser navê gelê xwe her tişt bi xwe ve girênadin, em bi hişmendiya ku li ser esasê xeta Rêbertiyê bi mîrasgirtina kevneşopiya berxwedanê ya gelê xwe û rabirdûya şervanan têkoşînê dimeşînin tevdigerin.
Weke ku tê zanîn em wek gelê Kurd di sed salên dawî yên Împeratoriya Osmanî û sed salên pêşî yên Komara Tirk de rastî felaketên mezin hatin. Osmaniyan hewl da ku barê perçebûna xwe bixin stûyê Kurdan, ji bo vê jî li hemberî gelê me gelek komkujî kirin, hemû mîrên kurd ên xweser ku serxwebûna xwe diyar dikirin, bi zext û zordarî ji hev belav kirin. Serokên kurdan, malbatên wan û bi sedhezaran kurdên ku bi wan re tevdigerin sirgûn kirin, ji bihişta Kurdistanê qut kirin û bi hesreta welatê xwe li çolên Efrîka û Asyayê hatin hiştin. Bi dehan caran tenê ji ber baweriya wan zilm li gelê me yê Êzidî û Elewî kirin, komkujî kirin, dest danî ser keç û jinên wan, li bazaran mîna koleyan firotin, perestgehên wan ên pîroz wêran kirin, îbadetxaneyên wan teşhîr kirin û heqaret li wan kirin. Mîna ku ev hemû ne bes in, em weke gel ji aliyê Komara Tirkiyeyê ku li ser bermahiyên Împaratoriya Osmanî ya parçebûyî ya ji aliyê dewletên emperyalist ve têk çûbû, rastî komkujiyên hîn mezintir hatin. Tevî ku bi saya Kurdan şerê li dijî emperyalîstan ku navê şerê azadiyê lê kirine, bi ser ketin jî. Her çiqas li Çanakkale, Sakarya, Anafartayê, Îzmîr, Gallîbolu, Dîlok, Riha û Mereşê li dijî emperyalîstan leşker, milîs, jinên Kurd yanî hemû gelê Kurd şer kirin jî bi manîpulekirina heqîqetê re komara Tirk ava kirin, mîna ku netewe Tirk an jî neteweya Tirk bi tena serê xwe şer qezenç kiriye, nîşan dan. Niha jî ger şehadeta li Çanakkaleyê were lêkolînkirin, wê bi hêsanî were dîtin ku hejmara Kurdên ku jiyana xwe ji dest dane, ji nîvê tevahî windahiyên şer zêdetir e. Yanî wan xakên ku bi xwîn, giyan û xwêdana me kurdan rizgar bûne ji miletê tirk re, bi înkarkirina me û bi vî awayî pêşbîniya tunekirina me kirin, hewl dan ku komara Tirkiyê ava bikin. Sed sal in li ser vê bingehê li ser me polîtîkaya qirkirinê dimeşînin. Bi gotineke din, Kurd ji bo nebin hêz, ji bo nikaribin li hev kom bibin, bi navê Kurd li Kurdistanê nemînin, bibin xulam û xizmetkarên neteweya Tirk, weke Tirkên çiyayî yên cahil bêne pênasekirin û bi wan û mirovahiyê bi vî rengî bidin qebûlkirin, sed sal in qirkirina fîzîkî, çandî û psîkolojîk li wan hate kirin, zexta asîmîlasyonê hate kirin ku sûcê li dijî mirovahiyê ye. Rêxistiniya îttîhatperest a ku xwe bi mejiyê tûranî xwedî dike, di dawiya şerê cîhanê yê yekemîn de ji bo li Anatoliyê asê nemînin, biryar dan ku me Kurdan û welatê me Kurdan bi ser xwe ve bikin.
Bi komploya Lozanê ev yek bi hêzên navneteweyî dan qebûlkirin. Çûn Lozanê û gotin, “Armancên me yên xwişk û birayên me yên ol û nifşê, Kurdan jî hene. Me bi hev re li dijî we şer kir û Komara Tirkiyeyê wê bibe welatê me yê hevpar.” Bi vî awayî wek gelê Kurd em wek perçeyekî gelê Tirk nîşan dan. Di rastiya xwe de li ser esasê zihniyeta Îttîhatperest nêzîk bûn û di avakirina dewleta netewe ya Tirk de hebûna me Kurdan tune hesibandin û bi her awayî bi lez û bez Tirkkirina me, weke stratejiya bingehîn destnîşan kirin.
Ji sala 1919 heta 1923 elîta kemalîst ya Îttîhatî ji bo gelê me li kêleka xwe bihêle û dewletên emperyalîst wek yek neteweyê bide xuya kirin, bi siyaseta nixumandinê tevdigerin, lê encex dema li Lozanê karê xwe xistin garaniyê û komara xwe îlan kirin, piştre bi qirkirina Kurdan dest bi avakirina dewletbûnê kirin. Lewma em dibêjin komara Tirk a ku dikeve sedsaliya xwe, ji bo me Kurdan tê wateya qirkirin, sedsaleke felaketan. Ji ber ku em weke gelê Kurd ev sed sal in bi awayekî sîstematîk di bin qirkirina fizîkî û çandî de ne, tenê ji bo ku netew-dewleta Tirk hebe. Weke ku tê zanîn zihniyeta Tirk a ku di salên destpêkê yên komarê de ji aliyê wezîrê dadê ve bi awayekî vekirî dihat gotin, “Tirkiye aîdî Tirkan e û yekane şertê jiyanê yê kesên ne Tirk bin divê xizmeta Tirkan bikin.” Dewleta fermî û zihniyet, perspektîf, tevger û polîtîkayên dewleta Tirk a desthilatdar e. Lê eger Tirkiye navê erdnîgariya Enetoliya-Kurdistana ku di dawiya şerê cîhanê yê yekem de ji aliyê emperyalîstan ve hatiye dagirkirin û welatê ku li vê erdnîgariyê hatiye avakirin be, yên ku ev erdnîgarî ji dagirkeriyê rizgar kirine û bi sed hezaran şehîd dane, Kurd in. Ji ber vê yekê ev axa ku jê re dibêjin Tirkiye ne ya Tirkan, ne ya Kurdan e.
Ji ber ku di ‘şerê rizgariyê(!)’ de her cihekî welat(!) bi xwîna Kurdan hatibû avdan. Bi rastî jî li ser axa Enetoliya-Kurdistanê bêyî Kurdan ti şer tune ye ku desthilatdarên Tirk û gelê Tirk bi ser nexistî. Ne şerê rizgariyê û ne jî serketinên Malazgirt, Çaldiran, Ridaniye û Mercîdabikê yek ji wan jî ayîdê desthilatdarên Tirk in. Dîrok bi gelek belgeyan diyar e ku ev hemû serkeftin bi saya tifaqên bi Kurdan re û bi beşdariya aktîf a Kurdan hatine bidestxistin, lewma di wateya xwe ya rastîn serkeftin ji yên Tirkan, zêdetir ên Kurdan e. Niha jî bêyî cerdevanên xayîn, kontrayên ku xiyanet li gelê xwe kirin, ajan û hevkarên PDK’ê, her kesê ku bixwaze têbigihije ku artêşa Tirk - ku artêşa wê bi piranî ji Kurdan pêk tê - wê li ti cihî bi ser nekeve û jiyana wê ji çend mehan derbas nebe, dikare vê yekê bibîne. Çima me pêwîst dît ku em dîsa hemûyan li bîr bixin? Ji ber ku em wek gel li hemberî vê komploya hovane ya ku li ser me hatiye çêkirin, li dijî vê ferzkirina bêedaletî û bêrûmetiya mezin, li hemberî felaketên ku ev du sed sal in ji aliyê desthilatdarên Tirk ve tên serê me û li dijî qirkirina ku tê meşandin, li ber xwe didin. Di sala 1914’an de li Bedlîsê, di sala 1919’an de li Koçgirî, di sala 1920’an de li Silêmanî, di sala 1925’an de li Mûş, Erzirom, Xarput, Bedlîs, Çewlik, Amed, heta sala 1926’an li Sasonê, di sala 1927’an de li Motkî, di sala 1926-1930’an de li Agirî, li Zîlanê, ji 1915 heta 1930’an li Rojhilatê Kurdistanê, di 1937-1938’an de li Dêrsim, di sala 1945-1946’an de li Mahabad, ji 1961’an heta 1975’an li Başûrê Kurdistanê, em weke gel ji 1973’an heta roja me ya îro li dijî siyaseta înkar-îmhayê ya dagirkeran û konsepta jenosîdê, bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan li her parçeyên din ên Kurdistanê li ber xwe didin. Di vê wateyê de mirov dikare bibêje ku ev dused sal in li Kurdistanê şerê gel heye. Dibe ku hem ji aliyê mekan û hem jî ji aliyê demê ve bi navber û qutbûyî be, lê bi tevahî berxwedaneke gel e, şerê gel e ku bênavber li dijî dagirker û qirkeran tê meşandin. Ji ber ku bi pêşengiya wan pirsgirêk derketin, rastiya şerê gel, berxwedana gel a bi rûmet a ku em li dijî dijminên xwe didin, naguherîne. Bi dused salan bê rawestan têkoşîn, di nava berxwedanê de, bi komkujî, êşkence, darvekirin, girtîbûn, sirgûn, birçîbûn û xizaniyê re bi awayekî sîstematîk têkoşîna rûmeteke mezin e ku nayê biçûkxistin.
Rola PKK’ê ya dîrokî û wateya wê ya rastîn ew e ku xwediyên rastîn ên xaka pîroz a Kurdistanê, gelê Kurd, civaka xwe ya resen anîne xeta têkoşînê ya ku nayê têkbirin û Rêberekî di bin her şert û mercan de di serkeftinê de bi biryar e. Yanî bi Rêber Apo re pirsgirêka pêşengiyê ya gelê me ya di dîroka şaristaniyê de, ji Medan heta îro hatiye çareserkirin, rêbertiyek mezin derketiye holê û li ser rêya ku wî diyar kiriye gelê me hişmendiya xwe tûj kiriye, azadî û îrade bi dest xistine û heta radeyek mezin yekîtiya xwe bi dest xistine û bi vî awayî li hemberî her cure paşverûtiyan, bi taybetî jî li dijî dagirkeran bûne hêza sereke ya têkoşînê. Ji dervey berxwedana birûmet a 50 salên dawî ya dagirkeran a li dijî polîtîkaya qirkirinê, ev hêza ku mirovatiyê ji karesata DAÎŞ’ê ku berhemê hevpar ê paşverûtiya cîhanê ya desthilatdar a mêr e rizgar kiriye, çi ravekirin û wateya din heye?
Li gorî van hemû rastiyan, em dikarin bêjin ku di rastiyê de bi şêwazên cuda jî be du sed sal in li Kurdistanê li dijî dagirkeran şerê gel heye. Encex ev pêvajoya ku ev yek bê navber hatî domandin û li ser esasê stratejiya şerê gel bi plan û rêxistinî hatî meşandin, pêvajoya 50 salan a bi pêşengiya Rêber Apo ye. Divê em bi girîngî destnîşan bikin ku di salên 70’an de ku Rêbertiya me têkoşîn da destpêkirin, li Bakurê Kurdistanê ya di bin dagirkerî û mêtingeriya Tirk de li ser navê Kurdîtiyê ti tişt nemabû û pêvajoyek wisan bû ku Kurdîtî weke bela serê mirov dihat qebûlkirin û hema bibêje hindik mabû qirkirina çandî encam werbigire. Çawa ku li ser navê Kurdîtiyê zanebûn nemabû, cesareta xwedî derketinê jî nemabû. Her kes ji Kurdbûnê direviyan û li ser vî bingehî Tirkbûn bi bandor bûbû. Mirov dikare bibêje ku li Bakurê Kurdistanê Kurdîtiya di çarçoveya qirkirina dewleta Tirk a dagirker de, di hukmê tunebûnê de bû û bi rastî jî eger derketina Rêber Apo nebûya wê Kurdîtî tune bûba. Hêviyên mezinbûyî û Zinbîbûna ku ji 1961’an û vir ve bi pêşengiya M. Mûstafa Barzanî bi têkoşîna li Başûrê Kurdistanê derketî holê, mixabin ji ber tasfiye û têkçûna mezin a di sala 1975’an de xeyalên Kurdîtî û hêvî tune kiribû.
Aha di vê nuqteyê de derketina mezin a Rêbertî çêbû û bi PKK’ê re em weke gelê Kurd, jinên Kurd û hemû civaka Kurdistanê ji nû ve zindî bûn û bilez em gihiştin îradeya şoreşgerî. Bi vî rengî şerê gel a li dijî mêtingeriyê, ji nû ve destpê kir û bêyî navber 50 sal in jî bi baweriyek bê hempa, înat û bi girêdana serkeftinê tê meşandin. Helbet di şert û mercên ku li ser navê Kurdîtiyê hêvî, cesaret û zanebûn nehatî hiştin de, PKK weke têkoşîna komekî pêşeng destpê kir. Lê ji ber ku yên PKK ava kirin ji nava gel derketin û weke zarokên gelekî xizan-gundî û kedkar, yanî ji ber ku kesên ji gel bi xwe bûn, têkoşîn hîna di demê destpêkê de bû têkoşîna gel û hîna dema ku kom bû, pênaseya şerê gel qezenc kir. Komun yan jî sovyeta Hîlwanê vê yekê îfade dike. Ji destpêkê ve tevlîbûna jinan û ji her civakê tevlîbûna Kurdan, vê yekê îfade dike. Di vê wateyê de mirov dikare bibêje ku kesayeta ji destpêkê ve bi têkoşîna PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo şêwe girtî, kesayeta berxwedana gel-şerê gel e.
Lê belê ji ber polîtîkaya qirkirinê ya dewleta dagirker û darbeyên faşîst ên ku hema hema her deh salan carekê li ser vê bingehê pêk tîne, PKK’ê di sala xwe ya yekemîn de neçar ma biçe, ango ji welêt derkeve. Ji ber darbeya faşît ji bo ku nexitime û têkoşînê bidomîne ji Kurdistanê derbasî qada Rojhilata Navîn bû û ev bû sedem ku şerê gel ê bi pêşengiya PKK’ê heta demeke diyar were rawestandin. Ji ber ku di nava şert û mercên cûntaya faşîst a 12 'ê Îlonê de temamiya Kurdistanê veguheriye navenda êşkenceyê, bi qanûnên zindanê re bi sed hezaran hatin girtin û pêkhate û pêşengên gel ên rêxistinbûyî di bin zexta pêkanînên hovane yên li gelek zîndanan de bi taybetî li zîndana Amedê ya bi hejmara 5 rû bi rû man. Di van şert û mercan de her çiqas gel di astekê de li ber xwe bide jî, bi giranî di nava atmosfereke tirsê de bû. Rêbertiya me ku bi armanca amadekariyên şerê gerîla temam bike û li ser vê bingehê vegere welat derbasî Rojhilata Navîn bû. Di vê wateyê de mirov dikare bibêje ku tevgera me ya azadiyê ku di sala 1973’an de li Enqereyê bi pêşengiya Rêbertiya me dest pê kir û di sala 1976’an de weke komeke Apoyî derbasî Kurdistanê bû, di sala 1978’an de li Amedê dilê Kurdistan şênberbûna xwe bi dest xist û zû veguherî têkoşîna gel, ji ber destwerdana cûntaya faşîst a ku di sala1980’an de pêş ket, demeke kurt be jî hate rawestandin, pêvajoya derketina dervî welat pêk hat, li ser esasê zehmetiyên mezin xwe ji nû ve kom kir, di sala 1982’an de kariye vegere welat û di encama hewldanên giran ên Rêbertiya me de di sala 1984’an de dest bi şerê gerîla kir. Tişta ku em dixwazin li vir diyar bikin ev e ku ger cûntaya faşîst a 1980’yî nebûya, di rastiyê de mîna di mijara Komuna Hîlwana Mezin de bi wateya xwe ya dîrokî ya sala 1978'an re, têkoşîna me wê bi giranî bi şêweyê şerê gel ê li ser bingeha deştê bi pêş biketa û di dema destpêkê de li tevahiya Kurdistanê belav bibûya, ber bi komunên din ve biçûya, gav bi gav veguheriya yekîtiya komunên Kurdistanê. Lê belê ji ber zehmetiyên ku ji ber şert û mercên cûntaya faşîst derketin, têkoşîn di serî de li Rojhilata Navîn û piştre jî li çiyayên Kurdistanê di çerçoveya şerê gerîla de şekil girt.
Şerê gerîla li dijî mêtingeriya li Kurdistanê û dijî dewleta faşîst a qirker pêngaveke dîrokî ya mezin vejîn, biryardariyeke mezin, wêrekî û îradeyeke ji pola îfade dike. Ji ber vê yekê pêngava 15'ê Tebaxê weke şoreşa vejînê ket dîroka me û bû pêkanîna bendewariyên mezin a ku bi sedsalan gelê me hêvî dikir, temsîl kir. Di vê wateyê de şerê gerîla yê bi 15'ê Tebaxê re destpê kir, çîroka gelê me yê ku xwe nû ve afirand, vedibêje. Bi pêşengiya Egîdê gelê me, fermandarê me yê efsanewî Mahsûm Kormaz li Botanê şerê gerîla destpê kir, Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi heybet ji bo her kes dost û dijmin ragihand û di nava du salan de weke Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) xwe bi rêxistin kir û bi vê rengî xeta gerîla ya ku li hemberî zehmetî û şert û mercan xwedî ruh, hişmendî, bawerî û îradeya serkeftinê ye ava bû. Şerê gerîla yê ku dewleta faşîst a dagirker di nava şoq û tirsê de hişt, bi lez li çiyayên Kurdistanê belav bû û li gel hemû desteka NATO’yê jî pêşketina wê nehat astengkirin. Şerê gerîla şerê pêşengiyê bû û gelê me di wê pozîsyonê de bû ku wê temam bike, têr bike û piştgiriyê bide. Bi bandora Rêber Apo re şerê me yê gerîla bi lez li Botanê hate hemêzkirin û her ku çû mezin bû û belav bû. Bi salên 1990’î re piştgiriya gelê me ya ji bo gerîla mîna aşûtê mezin bû, hejmara gerîla ji nişka ve bû 10 qatan, bi taybetî bi tevlîbûna xurt a jinan ARGK’ê wesfeke xurt bi dest xist û di sala 1993’yan de artêşbûna jinê pêşket. ARGK di bin pêşengiya jinan de zêdetir pêş ket û bû xwedî bandorek ku qadê Kurdistanê derbas bike. Gelê me bi baweriyeke bêdawî li pêşengiya Rêber Apo û xeta gerîlatiyê xwedî derket û weke nîşaneya vê yekê bi serhildanan ket sala 1990’yan. Serhildanên li Nisêbîn, Cizîr, Hezex û Kerboranê di sala 1991'an de ya bi sed hezaran veguherî xwedîderketina li cenazeyê Vedat Aydin û di Newroza sala 1992'yan de ev ruhê serhildanê li hemû bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê ku Kurd lê dijiyan belav bû. Pêşengiya Rêbertî û şerê gerîla bi gelerî bû, gelê me di her warî de çalak bû û bi rêxistinbûyîna li qada civakî-siyasî re dest bi pêşvebirina propaganda huner, ziman, çand û ajîtasyona şoreşê kir. Wek tê zanîn dirûşmeya salên 1990’î “PKK’ê gel e, gel li vir e” şênber bû. Bi vî rengî PKK’ê ya ku di dema cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê de derket dervî welat û di sala 1984'an de dest bi şerê gerîla kir, di nava şeş salan de yanî di sala 1990'î de bû gel û hate rewşeke ku weke şerê gel bê binavkirin. Gerîla bi karakterê şerê gel karîbû deh qat zêde bibe, di pêşengiya artêşa jinê de karakterekî şoreşgerî û azadîxwaz bi dest xist û dest bi bandorkirina tevahiya Rojhilata Navîn kir û yekîtî, xwebawerî û vîna gelê me ya li dijî mêtîngeran gihîşt astên pir pêşketî û di warê civakî de bi partî, çapemenî, çand û rêxistinên ziman re jî derbasî qonaxa gelê şoreşger an jî gelê ku têkoşiya û bi têkoşînê welat û jiyana xwe ji nû ve ava kir. Ev pêvajo di şerê gelê Kurdistanê de qonaxeke nû bû û bi rastî jî di asta şoreşgerî de bû.
Lê belê weke ku tê zanîn NATO mudaxeleyî vê pêşketina civakî û pêkhatina gelê şoreşger a ku di bin pêşengiya Rêbertiya me de pêş ket kir û Komara Tirk a faşîst a qirker ji nû ve ava kir. NATO, ji ber ku têkçûna dewleteke endam a li hemberî PKK'ê weke têkçûna xwe dît, mudaxele kir, li aliyê din jî Komara Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên NATO'yê hat avakirin û ji ber vê jî mayîna wê ji bo hêzên NATO'yê girîng bû. Ji ber vê yekê NATO ji bo pêşî li şerê gelê me bigire, ji bo Rêbertiya me ji gel, partiya me ji gel û gerîla ji gel qut bike beşa şerê taybet a Gladyoya Tirk anî pozisyona herî çalak. Bi vê armancê JÎTEM’ê bi deh hezaran zêdetir kujer ava kir û Kurdistan bi komkujiyên kujer nediyar tejî kirin. Bi rêxistina Hizbulkontra re kabûs bi gelê me dan jiyîn. Bi avakirina kontrgerîla re gundên Kurdistanê û bi giştî gundewar ji provokasyon û komployan re hatin hiştin. Gelê me mehkûmî hilbijartina cerdevanî-sîxurî an jî kuştinê hate kirin. Yên ku nexwestin warên xwe biterikînin ji neçarî bûn cerdevan û piraniya wan jî piştre di encama teslîmbûnê de bûn kontra. Yên ku bi israr li ser axa xwe bêyî ku ji welatparêziyê tawîz bidin jiyan, hatin qetilkirin, xistin zindanan û her tim di bin tirsê de hatin hiştin. Yên ku nikarîbûn xwe li van her du rêyan rabigirin, hin ji wan derbasî Iraqê ku di bin dîktatoriya Seddam Huseyîn de bû, hin çûn Ewropa û hin ji wan jî derbasî metropolên Tirkiyeyê bûn, bêmal û war man û bi vî awayî artêşa keda erzan ji mêtingeran re ava bû. Bi deh hezaran gund hatin şewitandin, gelek bajarên kurdan bi taybetî Şirnex-Licê bi tankan hatin wêrankirin û şewitandin. Bi sed hezaran mirov di zindanan de hatin girtin, bi deh hezaran kes ji aliyê JÎTEM, Hizbulkontra û saziyên şerê taybet ve hatin revandin û bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Weke ku tê zanîn, di sala 1991’an de bi îlankirina Rewşa Awarte re li Kurdistanê gelê me ji rehma rêxitinên kontra re hate hiştin û ev yek hat rewakirin. Ji ber ku Rewşa Awarte di şûna qanûnên fermî yên dewletê de tê wateya pêkanîna qanûnên dewletê yên veşartî an jî yên kûr, mînaka vê ya pratîk jî ew e ku pêkhateyên JÎTEM, Hizbulkontra, cerdevan, kontra û MÎT çawa dixwazin bikin û kiryarên wan di bin garantiya dewletê de di statûyeke ku nayê pirsîn û darizandin de pêk tê.
Ji ber van hemû polîtîkayên şerê taybet, ji sala 1991’an ve di navbera gelê me û gerîla de dîwarên mezin hatin lêkirin. Wan jê re digotin konsepta zuwakirina behrê û nehiştina masiyan. Qaşo wê gelê ku weke behrê û gerîlayên ku weke masiyan dihatin pênasekirin tinekiribana. Difikirîn ku gerîla ger desteka gel negire nikare hebûna xwe dewam bike. Yanî li gorî wan nikarî mezin bibe, xwe temam bike, lojîstîka xwe pêk bîne, îstîxbaratê bi dest bixe û bi vî awayî însiyatîf biafirîne. Dewleta Tirk a faşîst bi desteka NATO’yê ya ku endamê wê ye û xizmeta berjewendiyên wê dike, ji bo qirkirina gelê me serî li her cure pêkanînên dijmirovî yên ku bi navê zuwakirina behrê ye, kir. Di dîrokê de li dijî gelê me êş û zilma herî giran pêk anî. Her wiha bi rêbazên herî dijmirovahî êrîşê gerîla kir. Tecawiz li cenazeyên gerîlayên ku di pevçûnan de şehîd bûbûn, organên şervanên birîndar ketibûn destê wan jêkirin, di rojnameyên bi prestîj yên fermî de wêneyên serjêkirî weke manşet hatin parvekirin (!) xaniyên ku tê de zarok û pîr hebûn dan ber agir, ciwanan diavêtin biran û asît li ser wan dirijandin, bi girêdana barazan re bi salan di jêrzemîna malan de êşkence li welatparêzan kirin. Kurdistan kirin mîna dojehê û gelê me li welatê xwe ku bihuşt e mehkûmî dojehê kirin.
Bandora vê pêvajoyê li ser şerê gel çêbû. Jixwe armanca pê jî rê li ber bê girtin ku têkoşîna me veneguhere şerê gel. Dijmin ji serhildanên salên 1990’yî, yekbûna gel û gerîla û mezinbûna gerîla tirsiya. PKK ku bû pêşeng û hêza bingehîn a şoreşê, dijmin tirsiya. Ji bo rê li ber vê bigire, sala 1991’ê rewşa awarte ragihand û Kurdistan kir cihê JÎTEM, Hîzbulkontra, kontgerîla, cerdevan û MÎT’ê. Kurdistan kir cihê şerê taybet da ku rêyê li ber şerê gel bigire û gel û gerîla ji hev biqetîne, bike marjînal. Mirov dikare bibêje ku di bipaşxistina hin pêvajoyên serhildanên gel ên bi pêşêngtiya gerîla de bi ser ketin. Ev encam ji bo hêzên şerê taybet serkeftineke giring bû. Bi sala 1991’ê re bi şerê qirêj ê li Kurdistanê ferz kir nekarî gelê me bike bin destê xwe, nekarî vîna gel bişikîne û gel di her şertî de li Rêbertî, partî û gerîlayên xwe bû xwedî, di pêkhatina şoreşê de nehişt ku gel xwe bi qasê gerîla jê berpirs bibîne û bi gerîla re têr baş bibe piştgir. Bi vi awayî geşbûna şerê gel bi paş xist û di têkoşîna pêkanîna şoreşê de rê li ber gel girt ku bibe hêza bingehîn, ew di wê rewşê de hişt ku bi tenê bibe piştgir. Di biîradebûna gel de wek hêza bingehîn a şoreşê ya gelê me, heta bi cihekî sînordar û qels kir. Nehişt gel û gerîla şer bi hev re bi rê ve bibin û di pêkanîna şoreşê de bi hev re bibin du hêzên bingehîn. Bi pêkanînên rewşa awarte re gel hem di bin zextên giran de hat sînordarkirin, hat kirin ku gel bi tenê bibe piştgir hem jî gerîla ku dît tehde li gel dibe, gel zêde êşê dikişîne, bi nêzîkahiyeke wiha tevgeriya: ‘’Gelê me ku di bin zexteke ewqas giran de be, zehmet e ku bi me re hemû berpirsyariya şoreşê bigire ser xwe. Em gerîla, em ê şoreşê bikin, wê gel jî bi qasê hêza xwe me temam bike, bibe piştgir.’’ Ev polîtîkayeke şerê taybet bû û armanc ew bû ku gel û gerîla di şer de nebin yek, nebin hêzên bingehîn ên şoreşê û hêza wan parçe bibe û siûdê ji vê parçebûnê bigirin û rê li ber şoreşê bigirin. Gelê me xwe neda destên polîtîkaya şerê taybet lê pozîsyona gel a di şoreşê de bi piştgirbûnê hat sînordarkirin. Di vê pêvajoyê de bi feraseta ‘’Lê bixe gerîla, lê bi xe Kurdistanê ava bike’’ tevgeriya, bi fam û feraseta ji pêkanîna şoreşê gerîla berpirs e tevgeriya.
Di şertên li Kurdistanê de helbet hewcedarî bi pêşengtiya gerîla heye û gelek giring e. Gerîla bi rolê xwe yê dîrokî ku heta bi niha lîstiye, wê ji niha û pê ve jî bilîze. Lê di serî de Vîetnam, Çîn, di mînakên şerê gel de ku bi têkoşînên heta bi gihîştine serkeftinê li dijî hêzên emperyalîst ên mezin hatine kirin, li welatê me Kurdistanê jî pêdivî bi feraseteke wiha heye ku berpirsyariya gel di pêkanîna şoreşê de bi qasê ya gerîla heye. Lewra gelên bindest encax bi şerê gel bikarin azad bibin, hêzên mêtinger têk bibin. Gelek mînakên wiha di dîroka nêz de hene. Haya gelê me ji vê heye û di serpêhatiye şoreşê ya Rojava de bêyî guman tecrûbe kir ku bi şerê gel mirov çawa encamê digire. Gel xwe li Helebê xwe bi rêxistin kir, hem parastina xwe û cihên xwe kir hem jî rê li ber dagirkeriyê girt û cihên dagirkî bi şerê gerîla yê bajar yek bi yek xelas kirin. Ne bi tenê herêmên xwe xelas kirin, gelek herêmên Ereban jî ji dagirkeriya faşîzma DAÎŞ’ê rizgar kirin û teslîmê xwediyên wan ên esil kirin. Anku Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şerê gel hatin rizgarkirin. Serdema 4’emîn a bi 13 salên dawîn ên têkoşîna me ya bi 50 salan gelek giring e. Sala 2010’an me bi navê ‘’Şerê gel ê bi şoreşgerî’’ dest bi pêvajoya xwe ya têkoşîna stratejîk a 4’emîn kir. Şoreşa Rojava di pêvajoya stratejîk de wek berhemeke şerê gel ê bi şoreşgerî derket holê. Li dijî mêtingeriya Tirk û pêveka wê DAÎŞ’ê ku Efrîn ku bajarekê qedîm e, Serêkanî ku paytextî ji Mîtaniyan re ku şaristaniyeke mezin mezin a Kurd e, kiriye, dagir kirine têkoşîna li ser asasê şerê gel ê bi şoreşgerî berdewam e. Xelkê me yê Şengalê jî bi zanebûn û stratejiya şerê gel ê bi şoreşgerî li avakirina civakî û parastina xwe dewam dike.
Di pêvajoya têkoşîna stratejîk a 4’emîn de ku me li ser asasê şerê gel ê bi şoreşgerî diyar kir, gelê me yê Bakur sala 2011’an bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk xweseriya xwe ya demokratîk ragihand. Lê ev feraset rû bi rûyê zextên giran ên dewleta faşîst bû. Gelê me sala 2015’an jî da xuyakirin ku ew li welat, bajar û taxên xwe rêveberiyên biyanî naxwaze û bi pêşengtiya meclisên gel rêveberiyên xwe yên xweser ragihandin. Ciwanên Kurd jî ji bo rêveberiyên xwe yên xweser ji dagirkeran biparêzin parastina bajaran bi rêxistin kir. Lê dewleta faşîst a qirker bi hemû hêzên dagirkeriyê êrîşê gelê me ku li herêmên rêveberiyên xweser û xwişk û birayên me ku ew der diparastin. Ji ber ku wê gerîla xwe li ber vê ker nekira, bi hêzeke diyar û lojîstîkê ji bo alîkariyê çû cihên rêveberiyên xweser lê hatine ragihandin û ciwanan hewila parastina wan dikir. Bi vî awayî li dijî dagirkeran li herêmên rêveberiyên xweser şerekê gel ê rastîn hat kirin. Wateya pêşengtiya Mehmet Tûnç, Asya Yuksel li Cizîrê ev e. Ya Fatma Ûyar, Pakîze Naîr û Sevê Demîr tê vê wateyê. Cemîleya piçûçik, dayika Taybet a 60 salî ku hatin qetilkirin, Lokman Birlîk li pey panzerê bi erdê re hat kişandin, Ekîn Van ku bi laşe xwe yê paqij ê tazî li kuçeyan hat teşhîrkirin, nîşaneyê rûyê rastîn ê dijmin e ku ji şerê gel ditirse. Nisêbînê ku sendrom li dijmin çêkir, berxwedana Sûrê, nîşaneyên hêza şerê gel ê şoreşgerî ne. Ev pêvajoyên bi heybet in lê karakterê qirker ê dijminê mey ê faşîst, êrîşên wê yên dermirovî, qetlîamên ku kirin, kir ku li van zêde êş bê kişandin. Tevî hemû êşên xwe bi van berxwedanên mezin cardin diyar bû ku ger şerê me şerê gel ê bi şoreşgerî be anku bi ciwan, jin, zarok, mêr û kal û pîrên xwe gelê me bi awayê herî çalak li welat, dîrok, ziman, nasname, çand û azadiya xwe bibe xwedî û li ser vê bingehê bi dagirkeran re li her derê şer bike wê gelê me teqez bi ser bikeve.
Rêgeza bingehîn a vê, redkirina dagirkeriyê û dagirkeran, tevgerîna bi hişmendiya ku ev der Kurdistan e û em jî Kurd in, di serî de leşkerî, perwerdehî, daraz, nîşandana helwesta xwe li dijî hemû saziyên mêtingeriyê, nekirina xizmetê jê re, hebûna li her derê bi ziman, çand û cil û bergên xwe, bi xistina bi bîra dagirkeran ku dagirker in û her bi bîra wan bixin ku em wan qebûl nakin, nîşandana bertekê, protestokirina hemû kirinên faşîzmê bêyî tirs, dîtina rewa ji xwe re mafê tunekirina dagirker û xayinên li welatê xwe ji wê boneyê. Baweriya bi xwe, tevgerîna bi hişmendiya ku têkoşîna me bi heq e û rewa ye.
Ciwanên gelê me divê li her derê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran şênber bikin û li der derê bibin çalakger. Çalakî, bertekên me yên bi heq û rewa ne li dijî dagirkeran û polîtîkayên wan ên mêtingeriyê. Ev bertek ji protestoyekê ta bi cezakirina dagirker û xayînan diçe. Ya giring ew e ku mirov dagirker û xayînan li her derê ji xwe re bike armanc û xwe li ber wan bê bertek neke.
Mirov ku bi vê ferasetê nêz bibe, dikare jiyanê li wan bike xewna reş û bike ku dev ji mijîna li welatê me, birêvebirina me bi polîtîkayê mêtingeriyê berdin û têk biçin. Lê ku mirov neke û bibêje ‘’jixwe gerîla li serê çiyayan bi artêşa dagirker re şer dikin. Kengî artêşa dagirker têk biçe û karbidestên dewleta faşîst jî qebûl bikin ku têk çûne, wê welatê me azad bibe’’ anku li vî şerî bi çavê şerê gerîla û artêşa dagirker ê li dijî bê nihêrtin, wê hingê dewleta faşîst a qirker jî bi rêbazên şerê taybet ne wek pirsgirêka Kurd lê wek ‘’pirsgirêka terorê’’ li ser bisekine û wisa nîşanê dinyayê bide û bi polîtîkayên ku bixwaze wê biwêre bi ser gelê me de were. Her wiha wê gel û gerîla ji hev biqetîne û bi piştgiriya NATO’yê ku jê re xizmetê dike berê xwe bide herêmên qerîla û bi vî awayî şerê gerîla veguhere şerê berxwedanê yê li dijî artêşa dewleta dagirker. Helbet bi şerê di navbeyna gerîla û artêşa dagirker de jî li ser navê şoreşa Kurdistanê encam tê girtin. Lewra gerîlayên azadiya Kurdistanê çil sal in li dijî artêşa bi piştgiriya NATO’yê bêyî navber şer dike û di nav van çil salan de artêşa dagirker têk biriye, hemû planên wê pûç kirine. Ya rast ku ne ji piştgiriya NATO’yê, PDK’ya hevkar û pêkhateyên xayîn ên li Bakurê Kurdistanê bûya, artêşa Tirk a faşîst wê ji zû ve li ber gerîla bi temamî têk biçûya. Pirsgirêk ne şerê gerîla yê li dijî artêşa dagirker e. Ev şer çawa çil sal hatibe kirin wê ji niha û pê ve jî bê kirin. Gerîlayên hevdem ên şareza bi têr û tijebûna xwe wê ji niha û pê ve şer bi awayekê hêj bandorbar bikin. Lê diyar e ku dewleta Tirk a qirker û faşîst bi tenê bi artêşa xwe li serê çiyayan bi me re şer nake. Komara Tirkiyeyê ya dagirker, bi hemû hêza xwe ya dewletî, bi hemû saziyên xwe di her warî de bi me gel re şer dike. Nexwe divê em jî li ser asasê berxwedanê bi şerê gel ê bi şoreşgerî bi tevahî bersiv bidin. Ji wê boneyê ji bo şerê gel ê bi şoreşgerî divê her kesekê/e ji gelê me divê şervan be. Şervan ne bi tenê ew kes e ku li serê çiyayan çek di dest de ye. Her kes e ku ji bo rizgariya welatê xwe yê dagirkirî û gelê xwe yê bindestkirî bi erka xwe ya welatparêziyê bi awayekê çalak tev bigere, hay ji vê hebe û li wê gorê di her warî de li dijî dagirkeran bibe xwedî helwest, rê nede dagirker û hevkaran. Ew kes e ku çarenûsa xwe bi ya gel re dike yek û tiştê ji dest were texsîr nake. Ew kes e ku ji bo temamkirina gerîlayên li serê çiyayan û bajaran di her warî de li dijî faşîzmê çalak e. Kesê/a li dijî dagirkeran çalakger e ku navgîn û rêbaza çalakiyê li gor cih, kar û derfetên xwe çê dike. Mirov dikare ji vê re bibêje şerê xweparastinê jî. Şertê hebûnê xweparastin e. Tu zindiyekê/ê xweparastina xwe nîn be nikare bijî. Ev ji bo her kesî wiha ye. Mirov ku bibêje bêyî xweparastin jî dikare bijî, nexwe mirov pênaseya hebûnê bi rastî nikare bike. Mirov ku bibêje wê hin kesên din min biparêzin ya jî wê hin kesên li şûna min parastina min bikin, bi qasê ‘’ez birçî bûm bila yekê/e din bixwe ku ez têr bibim’’ bêyî mantiq e. Jixwe civakên di bin zextan de, gelên di bin destên dagirkeriyê de, jinên li dinyaya mêrserwer dijîn, ji bo parastina xwe bikin, divê xwe bi rêxistin bikin û her û her têbikoşin. Ev jî bi parastina pasîf, bi têkoşîna bi feraseta çîna navîn nabe. Gelê Kurdistanê ku di nav çerxa qirkirinê de ye, encax bi şerê gel ê bi şoreşgerî dikare parastina xwe bike, xwe biparêze.Wateya vê têkoşîna rêxistinkirî, radîkal û daîmî ye ku divê her kesekê/e Kurd di nava vê têkoşînê de welatparêziya bi çalakî, şoreşgeriya radîkal ji xwe re bike erk û li wê gorê çalak be. Serdem, serdema vê ye. Serdema stratejîk a 4’emîn e. Şerê gel ê bi şoreşgerî ji vê ferasetê tê. Anku di têkoşîna me ya azadiyê de ku bi pêşengtiya Rêber Apo ye, gelê me û gerîla bi hev re, li gor planekî li ser asasê parastina çalak bi şerê gel dikare esaret bi bîst û pênc salan bi dawî bike, dawiyê li dagirkeriya li welêt bîne, qirkirinê bisekinîne û di dawiyê de azadiyê mîsoger bike. Serhildana me ya bi du sed salan, têkoşîna me ya bi pêncî salan, nirxên me yên ku hene, rastiya me ya rêbertiyê ya mezin beriya her tiştî, artêşa me ya gerîla ku têk naçe, şerê me yê xwe daye serkeftinê hemû derfetan pêşkêş dike, perspektîfa pêwist çê dike.
Nexwe em bang li her kesî dikin ku bi awayekê çalak tev li şerê gel ê bi şoreşgerî bibe. Bi vê boneyê em dibêjin bila 15’ê Tebaxê cejina vejînê pîroz be, ji ber ku ev rûmet ji me re peyde kiriye, spasiya Rêbertiya xwe dikin, di şexsê fermandarê me yê mezin Mahsûm Korkmaz de em hemû şehîdên şoreşê bi minet bi bîr tînin.
Û em herî dawî dibêjin ku wê serkeftin bibe ya gelê me ku li ser asasê şerê gel ê bi şoreşgerî têdikoşe. Dibêjin serkeftin ji wan kesan re ku bi vê baweriyê dijîn."