KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Çemçemalê êrîşa hewayî: Kesekê jiyana xwe ji dest da 2 jî birîndar in – HAT NÛKIRIN
Di saetên êvarê li Çemçemalê bi balafireke biçek a bêmirov, êrîşê wesayîtekê hat kirin. Li gor agahiyan kesekê jiyana xwe ji dest daye, 2 jî birîndar in. -
Ji bo Fermandar Botan konê şînê hat danîn
Ji bo Fermandarê Eyaleta Dersimê Yaşar Botan yê di 1'ê Adara 2023’an de li Dersimê şehîd bû, li Mexmûrê konê şînê hat danîn. -
Tifaqa Kurdistanî li Amedê li hev civiya
Koma Tifaqa Kurdistanî têkildarî hilbijartinên ku tê payin 14'ê Gulanê bêne kirin, li hev civiya. DBP'ê malovanî ji civînê re kir. -
Rapora Baroya Wanê û OHD'ê ya li ser erdhejê
Baroya Wanê û Şaxê Wanê yê OHD'ê li ser erdhejê raporek amade kirin û diyar kirin ku berpirsyarê hilweşînê dewlet bi xwe ye. -
HPG'ê bersiv da êrîşan: Dagirkerek hate cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên li Çemçoyê. Di bersiva gerîla de dagirkerek hate cezakirin. -
Bûldan: Newroz wê bibe destpêka guherîneke mezin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Amedê di daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo Newrozê de axivî û got “Wê Newroz bibe destpêka guherîneke mezin.” -
Deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Her der Newroz her dem Azadî
KCD, TJA, DBP û HDP'ê bi dirûşma "Her der Newroz, her dem Azadî' deklerasyon eşkere kirin. -
HPG'ê şehîdê berxwedana Xwerêveberiyê Azad Serdem bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Haci Oran bi nasnav Azad Serdem bi bîr anî ku sala 2016'an li Nisêbînê di Berxwedana Xwerêveberiyê de şehîd bû. -
Karasû: Têkoşîna gelê Kurd wê encamên hilbijartinê diyar bike
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd wê encamên hilbijartinên li Tirkiyeyê diyar bike û got, "Eger azadî û demokrasî wê bê Tirkiyeyê, ev jî bi hêza Tifaqa Ked û Azadiyê dibe." -
'Dijmin li hemberî gerîla têk çû'
Gerîlaya YJA Starê Kajîn Brûsk têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî û got, "Bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî nîşan dide ku dijmin li hemberî gerîla têk çûye." -
Herêmên Parastinê yên Medyayê 68 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker 68 caran bi çekên giran êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. -
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Baerbock li Şengalê ye
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock serdana Şengalê kir. -
HPG: Bi fedaîtî ber bi şehadetê ve meşiyan
HPG: Fermandarê Eyaleta Dersimê hevrê Yaşar Botan, endamê Fermandariya Eyaleta Dersimê Şevger Semsûr û hevrêya me Arjîn Sarya bi wêrekiyeke mezin heta dawiyê li dijî dijmin şer kirin û bi lehengî şehîd bûn. -
'Îradeya min bi eşqa azadiyê bi wate bû'
"Li qadên gerîla min hestên herî pak û nirxên mirovahiyê dît. Vê yekê têrê kir ku bibim aşiqê jiyana gerîla. Di nava şert û mercên herî giran de jî xurt bûm. Îradeya min bi eşqa azadiyê bi wate bû." -
PJAK: Jehrîkirina xwendevanan êrîşa li ser civakê ye
PJAK'ê diyar kir ku jehrîkirina xwendekarên keç êrîşek li ser civakê ye û got, "Wek PJAK em piştgiriyê didin nerazîbûnên mamostayan ên ji bo parastina rûmeta xwendekarên jin nîşan didin." -
Jinek li Êlihê hate qetilkirin
Li Êlihê Mûrat Atilgan, jina pê re zewicî bû Tûba Atilgan qetil kir, ku li ber cihêbûnê bûn. -
'Jin fikra xwe a azad, xwebûn û xwezaya xwe ji çiya digirin'
Şervanên HPJ’ê: Cihê jinê komalgeh nîne, çiyayên azad in. Pal, pişt û parastina me çiyayên Kurdistanê ne. -
Temellî: Hêviyek mezin heye
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku tehemula kesî li hemberî vê desthilatdariyê nemaye û got: “Hêviyek mezin heye ku mirov dikarin bi têkoşînek hevpar ji vê zihniyetê rizgar bibin.” -
Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê jiyana xwe ji dest da
Hevserokê HDP'ê yê navçeya Bazarcixê Erdal Îper ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
KNK’ê serdana Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kir
Şandeya KNK’ê ku serdanên aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dike, îro serdanî Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê kir. -
Ji girtîgeha Amedê 300 girtî hatin sirgûnkirin
Li gorî agahiyan ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 300 girtî sirgûnî cihekî nediyar hatin kirin. -
OHD: Êrîşa nijadperestî ya li ser Amedsporê ji bo kuştinê bû
Şaxê Amedê yê OHD'ê têkildarî êrîşa nijadperestî ya li ser Amedsporê bi 8 sûcdariyan gilî kir û diyar kir ku êrîş ji bo kuştinê hate kirin. -
Li Amedê xisareke giran li zêdeyî 3 hezar avahiyan bûye
Li gorî daneyên ku ji aliyê Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr ve hatin eşkerekirin, li Amedê xisareke giran li 3 hezar û 252 avahiyan bûye. -
HPG: Qadên gerîla 79 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker 79 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe li qadên gerîla barand. -
Malbata Şenyaşar ji bo 'pêvajoya tarî bi dawî bibe' find vêxist
Malbata Şenyaşar ku ji sala 2018'an û vir ve ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobedê digire, ji bo kesên di erdhejên 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan û û ji bo edaletê find vêxist.