Dewleta Tirk li Dûkanê wesayîtek bombebaran kir
Balafireke Biçek û Bêmirov ya dewleta Tirk, li navçeya Dûkan ya Silêmaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir û di encamê de du kes birîndar bûn.
Balafireke Biçek û Bêmirov ya dewleta Tirk, li navçeya Dûkan ya Silêmaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir û di encamê de du kes birîndar bûn.
Balafireke Biçek û Bêmirov a dewleta Tirk li ser rêya Dûkan-Xelekan ya sînorê Silêmaniyê wesayîtek sivîlan bombebaran kir. Di encama êrîşa balafirê de du kes birîndar bûne.
Hate zanîn ku welatiyên ku di encama êrîşê de birîndar bûne, rakirine Nexweşxaneya Dûkanê. Hate zanîn ku rewşa kesên birîndar, girane û niha ew li Nexweşxaneya Dûkanê tên tedawîkirin.