Hêzên Îranê 2 kolberên din birîndar kirin

Hêzên Îranê li herêma Hengejalê 2 kolberên din birîndar kirin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê ragihand ku hêzên Îranê li herêma Hengejalê ya bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber birîndar kirin.

Hate ragihandin ku kolberên birîndar bûne Arman Qasimî (17) û Karo Tecrubekar in.

Di nava du mehên dawî de 154 kolber li herêmên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê di êrîşên hêzên Îranê de hatin qetilkirin an jî birîndarkirin.