Gerîla Nuşîn Botan: Em ê bi ruhê 27’ê Mijdarê bi ser bikevin

Gerîla Nuşîn Botan diyar kir ku ew ê xeyalên gel û hevrêyên xwe pêk bînin û got: “Em ê bi ruhê 27’ê Mijdarê bi ser bikevin.”

Gelê Kurd di tarîtiya şeva reş de dijiya, lê bi avabûna PKK’ê re ronahiyek mezin ser Kurdan de şewiq da. Em behsa gelekî ku ji nasnema xwe hatibû dûr xistin bikin, lê PKK dema ava bû ji bo gelê gelê Kurd bû hêviyeke mezin a azadiyê. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî di nav hemû şert û mercan de ev berxwedanî bilind kirin û hestên azadiyê mezin kirin. Yek ji gerîlayên YJA Starê Nuşîn Botan derbarê wate û girîngiya damezrandina PKK’ê axivî.

Gerîla Nuşîn Botan 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li mîmar û afirênerê azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Di şexsê şehîd Heqî de tevahî şehîdên şoreşê em bi bîr tînin. Ji Kurdistanê bigire heta derveyî Kurdistanê berxwedaniyekî netewî tê meşandin. Gelê me bi ruhê 27’ê Mijdarê xwe bi jiyanê ve girê dide. Hevalên me yên li zîndanan bi ruhê Kemal, Xeyrî û Mazlûman li hember faşîzmê serî hildidin. Gerîla jî ev çend sal in li serê çiya têdikoşin.

Ji Serhedê heta Botanê, ji Zap heta Metîna ruxmî hemû teknîka dijmin û şerê taybet a dagirkeriyê, serkeftinên pir mezin tên bidestxistin. Ev ruhê ku tê meşandin nîşaneya ruhê berxwedana 27’ê Mijdarê ye. Em dikarin bêjin ku em bi ser ketine û em ê bi ser jî bikevin. Hem di aliyê gel de hem jî di aliyê gerîla de hevdû temamkirinek heye. Gel û gerîla bi hev re di nava berxwedaniyekî pir mezin de ne û vê dagirkeriyê têk dibin. Ev têkoşîna ku tê meşandin jî hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bi ruhê 27’ê Mijdarê em soz didin tevahî gelê xwe û hevalên xwe yên niha di çeperan de şer dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin. Em ê sala 46’emîn bi Rêber Apo re azad jiyan bikin. Bijî 27’ê Mijdarê, bijî Serok Apo, bijî ruhê berxwedaniya gelê me, bijî berxwedaniya hevalên me yên di sengera de, her bijî ruhê 27’ê Mijdarê.”