Hatîmogûllari: Em ê ya aîdê me car din bi dest bixin

Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari ku li Mêrdînê di hevdîtina gel de axivî û got: “Em ê di hilbijartinê de ya aîdê me car din bi dest bixin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllariyê ji bo hevdîtinan hat Mêrdînê. Hatîmogûllariyê li texma Siltan Şêxmûs ji aliyê rêveberên partiyê ve hat pêşwazîkirin. Hatîmogûllariyê ji parlementerên HEDEP'ê û siyasetmedar Ahmet Turk jî di nav de ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin û piştî pêşwazîkirinê çû navçeya Qoserê. Hatîmogûllari ku li vir serdana gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz kir, ji bir jî tevlî hevdîtina gel a li avahiya partiya bajêr bû.

Hatîmogûllari ku bal kişand ser bîranîna Tahir Elçî ya li Amedê û got: "Ev der cihê nirxên pir girîng ên wekî Apê Mûsa, Mehmet Sîncar, Denîz Poyraz û Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz e. Qethiyên dê ala wan li erdê nemîne. Heya em wê alayê bi aştiyê tacîdar nekin, dê têkoşîna me bidome."

Hatîmogûllariyê bal kişand ser qeyûmên tayinî şaredariyên HDP'î hatin kirin û got: "Feraseta ku qeyûm tayinî Mêrdînê kir, em û gelê Mêrdînê baş dizanin ku bê çi eziyetê li vî bajarî dikin. Ên vîna vî welatî didin der gel in û yên vîna Mêrdnê tevî partiya xwe didin der jî Ahmet Turk û Fîgen Altindag in. Helbet ez ê ji we Mêrdîniyan behsa kirinên qeyûman nekim. Niha hemû Tirkiye van dizan û Mustafa Yaman bi vî awayî bibîr tîne. Şaredariyan li ber gel girtin û xwesyin veguherînin gumletên betonê, lê ew jî rabûn li wir buroyên diziyê vekirin."

Hatîmogûllariyê di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ê tişta aîdê wan car din bi dest bixin û di axaftina xwe de bal kişand ser kirinên DEDAŞ'ê û got: "Vîneke hilbijêrên gelê Kurd heye. Hilbijêrên Kurd baş dizanin dê raya xw ebidin kê. Ji bo vê jî ranabe ne ji Omer Çelîk ne jî jI Erdogan napirse. Vîna gel li vir e, gel li vir e."

Hatîmogûllariyê axaftina xwe bi gotineke Apê Mûsa bi dawî kir: "Û şevekê celad şiyar bû ji nav nivînên xwe, got Xwedêyo ev çi tiştanokeke zor e, mirov her ku dimirin zêde dibin û ez jî her ku dikujim tune dibim.' Her ku ew bikujin em ê zêde bibin. Her ku ew zilmê dikin em zêde dibin. Her ku ew me tune bihesibînin em ê her hebin."