HEDEP'ê li Wanê dest bi wergirtina serlêdanên ji bo bernamzetiyê kir

Komîsyona Qebûlkirina Namzetan a Wanê ya HEDEP'ê ragihand ku ji bo hilbijartinên xwecihî wan dest bi wergirtina serlêdanan kirine.

Komîsyona Qebûlkirina Namzetan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Wanê têkildarî serlêdanên bernamzetan ên ji bo hilbijartinên rêveberiyên xwecihî ku wê di 31’ê Adara 2024’an de bên lidarxistin, li avahiya partiyê daxuyanî da.

Ji endamên komîsyonê Gulşen Kurt wiha got: “Vê desthilatdariyê vîna gel desteser kir û bi biryarnameyan dest danî ser şaredariyên me. Hevşaredar, bi sedan endamên meclisan, endamên meclisa giştî yên bajaran û bi hezaran endamên partiyê hatin girtin. Karê destpêkê yê qeyûman bû rakirina tabelayên bi zimanên kurdî, suryanî û ermenîkî. Tevî ewqas zextan jî feraseta me ya şaredariyê civakî bû.”

Kurt xwest ku her kesên li gorî rêgezên partiya wan tevdigerin bila ji bo bernamzetiyê serlêdanê bikin û got, wan pêvajoya serlêdanê dane destpêkirin. Kurt bi bîr xist ku serlêdan wê di 10’ê Kanûnê de bi dawî bibin.