Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê: Em ê li dijî tecrîd û êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin

Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê peyama mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîd û êrîşan da û got, "Em ê biguherînin û veguherînin.”

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî êrîş û operasyonên qirkirinên siyasî yên di demên dawî de li ser ciwanan zêde bûne û 1’emîn kongreya awarte ya ku wê di 24’ê Kanûnê de li Buroya Têkiliyan a Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bê lidarxistin, daxuyaniyek da.

Gelek endamên meclîsa ciwanan û Wekîlê HEDEP'ê Serhat Eren beşdarî civînê bûn.

Hevberdevka Meclîsa Ciwanên HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglû got, "Têkoşîna gelê Kurd di asta cîhanî de ye. Bi vê zanabûnê tecrîda mutleq ji aliyê desthilatdarî û hevkarên wê yên navneteweyî ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kûrkirin. Bi awayekî zelal tê dîtin ku polîtîkaya tecrîdê ji bilî êrîşa li dijî azadî û mafê aştiyê ya Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn ne tiştekî din e. Em bi israr in ku têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdarî û hevkarên wê yên ku dixwazin astengiyên klasîk ên li ser têkoşîna rewa ya Kurdan a ji bo mafên xwe, bi taybetî jî tecrîda mutleq berfireh bikin."

Îbrahîmoglu, da zanîn ku ji bo li bajaran bibin xwedî gotin û jiyaneke nû ava bikin ew ê weke ciwan di 24'ê Kanûnê de kongreya xwe li dar bixin.

“Dîroka me vekirî û zelal e; ne zextên desthilatdariyê û ne jî komên wê yên çete wê rê li ber têkoşîna me bigre, berovajî wê, dê bibe sedema berxwedana me ya mezin.

BANGA TEVLÎBÛNA KONGREYÊ HATE KIRIN

Yên ku wê biguherînin û veguherînin em in. Desthilatdarî û hevkarên wê nikaribin pêşiya me bigirin. Weke Meclîsa Ciwanên HEDEP'ê em di têkoşînê de bi biryar in û di azadiyê de bi israr in. Em ê li hemberî faşîzmê tawîz nedin. Ji bo hilweşandina vê desthilatdariyê û bidestxistina azadiya xwe em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Di serdemeke ku li Tirkiyeyê demokrasî ev qas qels bûye de, erkeke dîrokî li benda her kesê azadî û demokrasiyê dixwazê ye.

Em hemû ciwan û jinan vedixwînin kongreya xwe ya ku wê 24’ê Kanûnê roja Yekşemê saet 10:00’an li Amedê li Salona Dawetê ya Geterlerê bê lidarxistin.”