Cejna Vejînê li Mexmûrê hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 27’ê Mijdarê şahiyek girseyî hat lidarxistin û Cejna Vejînê hat pîrozkirin.

Li Wargaha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi dirûşmeya “Bi Ruhê Fedayî yên Apo yî, Em Cejna Vejînê Pîroz Dikin” şahiyek hate lidarxistin. Şahî li Navenda Çand û Hûner ya Mexmûrê pêk hat. Qada şahiyê bi alên PKK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin xemilandin.

Şahî bi hatina xwendevan, xelkê wargehê û mêvanên ji derve, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên doza Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Filîz Bûdak axaftina vekirinê kir. Bûdak di destpêka axaftina xwe de Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê û tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Me bi PKK’ê re têkoşîna li hemberî koledariyê nas kir.”

Piştre nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên têkildarî damezrandina PKK’ê hate guhdarkirin.

Di şahiyê de berpirsê YNK’ê yê Qereçûxê Xazî Feysel ji bo 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ev peyam da: “Biboneya vê rojê, em pîrozbahiyên germ pêşkêşî gelê Kurd, PKK’ê û YNK’ê dikin. Bi navê Serdar Siyamed û hemû hevalên xwe yên malbenda Navçeya Mexmûrê, ji bo pîrozbahiya vê şahiyê, em li virin. Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li hemû gelê Kurd pîroz be. Roja damezrandina PKK’ê ji bo gelê Kurd derketina rojek nû ye.”

Li ser navê rêkxistina Partiya Komunîsta Kurdistan ya Navçeya Mexmûrê Cewher Sîdar jî ev peyam da: “Têkoşîna azadiyê bi hezaran şehîd daye û heta niha jî şehîdan didin. Di van şert û mercan de yekbûn û yekîtiya netewî bingihê serkeftinê ye. Em dubare vê rojê li we tevahiyan pîroz dikin.”

Şêx Icêl yê ku ji eşîra Bilbaze, li ser wate û girîngiya rojê ev peyam da: “Peyama me, azadiya gelê Kurd ya her çar aliyên Kurdistanê ye. Pêwîste li her çar aliyên Kurdistanê gelê Kurd yek reng û yek deng bin. Em hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin.”

Piştî axaftinan Koma Şehîd Vejîn derket li ser dikê û bi govenda xwe renk da şahiyê. Piştre Xelîl Akincî jî derket li ser dikê û bi stranên xwe gel coşand.

Herî dawî Koma Govendê ya Zarokan, Koma Jînim Jiyanim, Koma Tevçand û Stêra Zêrîn derketin ser dikê û bi hûnera xwe coşek mezin dan şahiyê.

Şahî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.