Hiqûqnasan biryara di Doza Tahîr Elçî de protesto kirin

Di doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de şandeya dadgehê daxwazên parêzeran red kir û biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê dosyayê ji dozger re bişîne. Hiqûqnasan biryar protesto kirin û gotin ku dadgerên serbixwe û bêalî nîn in.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku di daxuyaniya piştî danişîna Tahîr Elçî de axivî, destnîşan kir ku ev biryar, biryara heyetê yan jî ya dozger nîn e û got ku dadgerên serbixwe û bêalî nîn in.

Danişîna 8’emîn ya doza der barê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de yku di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Mînareya Çarling hat qetilkirin, li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Di doza der barê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û biryar da ku hemû belgeyên di dosyayê de ji bo der barê esasê de nêrîna xwe amade bike (mutala) ji dozgeriyê re bê ragihandin. 

Piştî danişînê heyeta ku dozê dişopand li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek da. Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) Erînç Sagkan, 18 serokên baroyan, endamên Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD), parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Newroz Ûysal, Sevîlay Çeleng û Cengîz Çandar, parlementerên Partiya Komarî ya Gel (CHP) û nûnerên gelek saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. 

‘DADGERÊN SERBIXWE Û BÊALÎ NÎN IN’

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di daxuyaniyê de axivî. Eren diyar kir ku dadgerên serbixwe û bêalî nîn in. Eren anî ziman ku dema ku biryar hat eşkerekirin, bi sedan parêzer û serokên baroyan li salonê hebûn û wan beriya danişînê ji heyeta dadgehê re gotiye ku ji bilî biryarên navberê yên ji bo eşkerekirina rastiya madî wan tu biryarên cuda nedîtine. Eren destnîşan kir ku di van 8 danişînên heta niha de hin daxwazên me pêk dihatin, lê di vê rûniştinê de hemû daxwaz hatin redkirin û wiha got: “Dest ji daxwazên dê di danişînên din de bên guhdarîkirin jî berda.  Xala dawî ya senaryoya hatî xêzkirin danîn. Li vir biryar ne biryara heyetê û ne jî dozger bû, dadgerên serbixwe yên bêalî nînin, bi vê biryarê li vê qesra edaletê ya li pişt me ev yek nîşan dan. Me careke din dît ku em wek serokên baro û parêzeran li vî welatî tu bandora me nîn e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em spasiya kesên ku di vê dozê de me bi tenê nehiştin dikin. Doz taloqî 6’ê Adarê hat kirin.”

  Serokê TTB’ê Erînç Sagkan jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Ji îro pê ve me bi zelalî fêm kir ku fikarên me derketine holê. Di biryara îro de dadgehê biryar da ku pêşkêşkirina delîlan bi girtin û dawî bibe. Cihê ku dadgeh bireve nemaye û me îro bi biryarên ku hatin dayîn ev yek bi zelalî dît. Em saziyên hiqûqî ne, em ê di 6’ê Adarê de jî li vir bin û hemû pêvajoyan bişopînin.”