Gerîla Çiya: Kurdistan wê azad bibe

Ji gerîlayên YJA Starê Ozgur Çiya diyar kir ku êdî şansê dewleta Tirk ji bo serketinê nemaye û got: “Kurdistan wê azad bibe, gel û Rêberê me jî wê azad bibe.”

Ji gerîlayên YJA Starê Ozgur Çiya diyar kir ku dewleta Tirk dibîne ku gerîla têk naçe û wiha got: “Çi dike bila bike, nikare gerîla tune bike û têk bibe. Her ku diçe kîn û hêrsa me xurt dibe.”

Yek ji gerîlayên ku salvegera 45’emîn a PKK’ê li qada şer pêşwazî dike, Ozgur Çiya hest û fikrên xwe yên têkildarî vê rojê ji ANF’ê re vegot. Çiya destnîşan kir ku weke gerîlayên YJA Star û HPG’ê ew îsal rû bi rûyê şerekî dijwar in û wiha got: “Dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe û şerê xwe yê derexlaqî, nikare me têk bibe. Têkçûna dewleta Tirk tê dîtin. Li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê hevrêyên me bi şerekî destanî dewleta Tirk pêşwazî kirin. Ev şer, ev îrade, ruh û biryardarî wê bibe destan. Bi 27’ê Mijdarê re hingî ku ruhê hevrê Hakî, Kemal, Mazlûm û Xeyriyan hebe, em ê ti carî tune nebin û serî li ber ti kesê netewînin. Divê dijmin vê baş fêm bike.

‘FELSEFEYA RÊBER APO BÛ GERDÛNÎ’

Li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me ne tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn, li her çar aliyên cîhanê têkoşîn heye. Li dijî tecrîda dermirovî refleksên xurt mijara gotinê ne. Ji bo şikandina tecrîdê, çi ji destê me tê em ê bikin. Fikir û felsefeya Rêber Apo tenê bi Kurdistanê re sînordar nema, belavî hemû cîhanê bû. Divê dewleta Tirk vê baş bizane ku; eger êrîşî gerîla û gelê Kurd jî bike nikare tune bike, ev fikir û felsefe bûye gerdûnî. Bi vê fikir û felsefeyê Kurdistan wê azad bibe, gelê me û Rêberê me jî wê azad bibe. Ev armanc û hedefa me ye. Em 27’ê Mijdarê bi îdîa û çalakvantiyeke mezin pêşwazî dikin. Bi vî ruhî pîrozbahî tên kirin.

‘BI RUHÊ 27’Ê MIJDARÊ AZAD DIBE’

Êdî jin bi fikrê Rêber Apo û ruhê 27’ê Mijdarê azad dibe. Dewleta Tirk dibîne ku gerîla têk naçe, divê bibîne jî. Çi dike bila bike, bixwaze bi hemû dewletan re bibe yek jî nikare gerîla tune bike û têk bibe. Gerîla bi fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşe; bi ruhê 27’ê Mijdarê, 15’ê Tebaxê û şehîdên me yên fedayî dijî û şer dike. Ev ruh kêm nabe, wê her tim bilind û zêde bibe. Her ku diçe kîn û hêrsa me jî xurt dibe. Ez vê rojê li hemû hevrêyan pîroz dikim. Em bi îdîa û biryar in ku sala 2024’an bikin sala azadiya Rêber Apo û dewleta Tirk tune bikin.”