'Em ê sala 46'an a PKK'ê bi serketinê tacîdar bikin'

Gerîlayên HPG'ê Fedakar Yedîgar û Qehreman Kobanê diyar kirin ku wê sala 46'an a PKK'ê bi serketinê tacîdar bikin.

Gerîlayên HPG'ê Fedakar Yedîgar û Qehreman Kobanê bi wesîleya sala 46'an a PKK'ê ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlayê HPG'ê Fedakar Yedîgar şehîdên şoreşê bi bîr anî, li ser salvegera damezrandina PKK'ê hestên xwe anî ziman. Fedakar Yedîgar got, "Em sala 46'an a PKK'ê pîroz dikin ku bi keda Rêber Apo gihîşt vê astê. Di serî de Rêber Apo em hevrêyên li çeperan, li zindanan li ber xwe didin, gelê me yê welatparêz silav dikin. Em soz didin vî gelî ku weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em ê têkoşîna xwe heta nefesa dawî bilind bikin. PKK'ê di nava 45 salan de bi hezaran şehîd da. Ji bo jiyaneke azad berdêlên gelekî giran hatin dayin. Vê berxwedanê bi fedakariya Rêber Apo destpê kir û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê vê kevneşopiya berxwedanê hîn jî dewam dikin.

Em li dijî dijmin şerekî cidî dimeşînin. Li hemberî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, gerîla bi îradeyeke mezin li ber xwe didin û çalakiyên xurt dikin. Ji ber vê yekê jî dijmin her roj êrîşên xwe hîn giran dike. Gerîla hêza xwe ya berxwedanê ya li hemberî van êrîşên hovane ji Rêber Apo werdigire. Di serî de li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê li gelek qadên Kurdistanê têkoşîneke mezin tê meşandin. Em soz didin gelê xwe ku sala 46'an a partiya xwe bi serketinê tacîdar bikin."

Gerîla Qehreman Kobanê jî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Bi avabûna PKK'ê re gelê Kurd jinûve ava bû. Ji bo me êdî jiyaneke nû destpê kir. Bi tevlîbûna li nava PKK'ê re me jî xwe di nava vê tevgerê de nas kir, jinûve ji dayik bûn. Gelê Kurd li ber tunebûnê bû, lê belê bi avabûna PKK'ê re vê carê gihîşt serketinên mezin. Weke şervanên azadiyê yên Kurdistanê em hêzê ji Rêber Apo, ji berxwedana wî ya li Îmraliyê werdigirin. Hêrsa me ya li hemberî dijmin her roj bêhtir zêde dibe. Heta serketina têkoşînê em ê berxwedana xwe dewam bikin."