Bakirhan çû serdana Vartînîsê

Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan, çû serdana mala ku piştî Komkujiya Vartînîsê veguherî mûzeyê û malbata xizmên wan di komkujiyê de hatine qetilkirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan di çarçoveya gerên xwe yên Serhedê de îro çû Mûşê. Bakirhan piştî civîna gel a li salonekê hat lidarxistin, çû serdana bajaroka Vartînîsê.

Bakirhan û yên li gel wî, di serî de çûn serdana mala li bajarokê Vartînîs ê Tîlî ku di sala 1993’an de leşkerên Tirk agir berdan û ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes bi şewitandinê qetil kirin û niha veguheriye mûzeyê. Her wiha çûn serdana malbata ku xizmên wan di komkujiyê de hatine qetilkirin.

 ‘LI HER BAJARÎ QETILKIRIN’

Bakirhan diyar kir ku li her bajarên Kurdistanê komkujiyên bi vî awayî qewimîne û axaftina xwe wiha domand: ‘’Hema bêje li her bajarekî Kurdan kuştinên ku fail ne diyar in û komkujî pêk hatine. Ev mirov nahêlin em nimêj jî bikin, mîna ku di vê komkujiyê de jî em dibînin zarok û pitikan dubare davêjin hundir û ji bo mirina wan hewl didin. Heyf û mixabin ku ew li gor nirx û rêgezên ola ku pê bawer in jî nameşin.’’

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re piştre vegeriyan navenda bajêr û serdanên malbatan domandin.