Hêzên Îranê 4 kolber birîndar kirin

Di encama êrîşên hêzên Îranê de li Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên din birîndar bûn.

Li gorî nûçeya li Kolbernewsê, di 4 êrîşên cuda de yên hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê pêk anîn 4 kolber birîndar bûn.

Hate ragihandin ku Ferdîn Nazdarî yê 33 salî di encama gulereşandina hêzên Îranê de bi giranî birîndar bû.

Kolberê ku rakirin nexweşxaneyê ne li ser hişê xwe ye û tê gotin, rewşa wî giran e.

Hate ragihandin ku Habîp Rejayî yê 52 salî yê ji Ciwanroyê di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bû. Mûhammed Kerîm Nejad ê ji Bane û Behrem Merûfî Nejad ê 19 salî di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bûn.