Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin

Li Dîlokê di operasyonên qirkirina siyasî de 2 jê zarok 5 kes bi hinceta “alîkariya rêxistinê ” hatin binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên ku li 18 bajaran hatin lidarxistin de bi îdiaya "Bi rêya medyaya civakî propagandaya rêxistinê dikin  û endamên PKK û KCK’ê " 27’ê Mijdarê 9 kesên ku 3 ji wan zarok li Dîlokê hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin.

9 kesên ku îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin bi daxwaza girtinê şandin Dadgeha Cezayê Sulhê.

Zarokên bi navê N.D. û M.A.S. û Mustafa Yaşodun, Abdurrahman Elmas, Mehmet Demîr bi  hinceta "alîkariya rêxistinê" hatin girtin.