HPG: Artêşa Tirk a dagirker windahiyên xwe vedişêre, derewan dike

HPG'ê diyar kir ku ji bilî 3 leşkerên hatin cezakirin ên artêşa Tirk ew eşkere kir, her wiha Yasîn Kayûl û leşkerê bi peyman Îsmaîl Yilmaz jî hatine cezakirin û ragihand ku wê derewên medya şerê taybet eşkere bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku windahiyên leşkeran ji raya giştî ya Tirkiyeyê tê veşartin û medya şerê taybet ku artêşa Tirk weke serketî nîşan dide, careke din kifş kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Hêzên me di salvegera damezrandina partiya me PKK'ê de Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed bi serketî pêk anîn û derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Hêzên me di vê operasyona şoreşgerî de girekî ku dagirker li ser bûn bi ruhê fetihkirinê xistin û 18 dagirker ceza kirin. Lê belê arteêşa Tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet hem têkçûna xwe hem jî kuştiyên xwe ji raya giştî veşartin. Li ser bingeha şerê taybet timî li ser maseyê nûçeyên derewîn têne amadekirin û tê îdîakirin ku gerîla windahiyên giran dide. Her wiha windahiyên artêşa dewleta Tirk jî bi temamî vedişêre û hewl dide welê nîşan bide ku artêşa Tirk a dagirker serketî ye. Lê belê bila gelên Tirkiyeyê û raya giştî zanibin ku dewleta Tirk û medya wê ya şerê taybet bi derewan her kesî dixapîne. Cenazeyên leşkeran hîn jî di bin kontrola hêzên me de ne û xwedî li cenazeyên xwe jî dernakevin.

Piştî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn, dewleta Tirk serî li heman rêbazê da û tenê 3 kuştiyên xwe eşkere kir, lê yên din veşart. Ji bilî leşkerên bi navê Necdet Çaliş, Emrah Gunduz û Fevzî Kiziltaş ên ku artêşa Tirk navê wan eşkere kir, her wiha diyar bû ku Yasîn Kayûl û leşkerê piyade Îsmaîl Yilmaz ê ji Rihayê ku di sala 1999'an de ji dayik bû, ji aliyê hêzên me ve hatin cezakirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tevî derba giran a ku di Operasyona Şoreşgrî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed li artêşa Tirk a dagirker xistin, her wiha derewên medya şerê taybet a Tirk jî careke din eşkere kirin û rastiya şerê li Kurdistanê raxistin pêş çavan.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

26'ê Mijdarê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê droneyeke bombebarkirî ya ku dixwest çeperên me yên şer bombe bike, li hewa hate îmhakirin.

26'ê Mijdarê saet di 12:00, 14:30, 16:00 û 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

26'ê Mijdarê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

26'ê Mijdarê saet di 10:00 û 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

Li herêma Xakurkê;

27'ê Mijdarê saet di 10:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de çepereke dagirkeran hate îmhakirin û 3 dagirkerên di çeperê de hatin cezakirin.

Li herêma Metînayê;

26'ê Mijdarê saet di 09:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

26'ê Mijdarê li Qada Berxwdanê ya Girê Çarçelê yê herêma Metînayê çeperên şer carekê bi droneyeke bombebarkirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

26'ê Mijdarê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Bahar carekê, li herêma Metînayê gundê Şêlazê, Golka, Gundê Dergelê 3 caran; bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."