Tahir Elçî li ser gora xwe hat bîranîn

Tahir Elçî di salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li Sûr a Amedê hate qetilkirin. Bi boneya 8’emîn salvegera qetilkirina Elçî, li ser gora wî ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Endamên malbata Tahir Elçî, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Newroz Uysal Aslan û Sevîlay Çeleng, Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HEDEP’ê Ozturk Turkdogan, serokên gelek baroyan, parêzer û parêzvanên mafên mirovan tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de ji ewil Serokê Baroya Amedê Amedê Nahît Eren axivî û diyar kir ku tevî ku bi ser qetilkirina Tahîr Elçî re 8 sal derbas bûne jî kujer nehatine eşkerekirin. Eren, got ku heta kujerên Elçî neyên eşkerekirin dê dest ji dozê bernedin û ev tişt anî ziman: “Tahîr Elçî li van xakan ji bo mafên mirovan dixebitî. Di jiyana xwe de parêzvaniya mafên mirovan weke rê û rêbaza xwe diyar kiribû. Em careke din dibêjin Tahîr Elçî nayê jibîrkirin.”

Endamê MYK’ê ya HEDEP'ê Ozturk Turkdogan jî destnîşan kir ku Elçî ji bo ji bo aştiya Kurdistanê gelek ked da û wiha pê de çû: “Li dijî şer helwesteke vekirî nîşan da. Berdêla vê jî bi jiyana xwe da. Hevrêyê me yê hêja; piştî çûna te jî hevalên me hatin qetilkirin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin. Em ê ji kujerên wî hesab bipirsin.”

Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Alî Mahîr Başarir jî di bîranînê de axivî û got ku ew ji ber qetilkirina Elçî xemgîn in. Başarir, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ji ber ku Elçî daxwaza aştiyê kir, ji ber ku xwedî li hawirdor, Amed û dîrokê derket, ji ber ku ji şer re got na, hate qetilkikrin. Lê hêj jî faîl nehatine dîtin. Ger Em dixwazin ji Tirkiyeyê re vê bibêjin; ‘Em ê dest ji vê meseleyê bernedin.’ Dibe ku hin kes bibêjin ‘me biryarek daye û her tişt qediya.’ Lê dê roj were û ev biryarên wan jî bên darizandin. Em soza vê didin. Em gelek bêriya Elçî dikin.”

Serokê Baroya Êlihê Efkan Şenses jî bang li rayedarên darazê kir ku rastiya madî eşkere bikin û wiha derbirî: “Tahir Elçî carna li Edeneyê beşdarî têkoşîna edaletê dibû û car caran jî têkoşîna hawirdorê dişopand. Di vê mijarê de têkoşîna Tahîr Elçî heta sax bû, sist nebû. Em dê mîrateya ku wî li pey xwe hiştiye berdewam bikin. Ji bo encamekî ji doza wî bigirin dê têkoşîna me bidome.”

Di axaftinên piştre de jî beşdaran xwestin faîlên Tahîr Elçî bên dîtin û cezakirin.

Beşdaran piştre jî dua kirin, qurnefîl danîn ser gora Tahir Elçî û bîranîn bi dawî bû.