'45 sal in em ji bo civakeke azad têdikoşin'

Ji Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Piling Meletî anî ziman ku PKK 45 sal in ji bo civakeke azad têdikoşe û destnîşan kir ku di encama vê têkoşînê de jî gelên herêmê çareseriyê di nava PKK'ê de dibîne.

Ji Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Piling Meletî ji Radyoya Dengê Gel re axivî. Piling Meletî sala 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û anî ziman ku divê dema destpêkirina têkoşîna PKK'ê baş bê fêhmkirin. Piling Meletî bi bîr xist, di demekê de ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pirsgirêkên mezin rû dabûn PKK ava bû û ragihand ku PKK 45 sal in ji bo civakeke azad têdikoşe.

Piling Meletî diyar kir ku bi saya keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan çandeke berxwedanê hate afirandin û got, di têkoşînê de ku 45 sal in dewam dike berdêlên gelekî mezin hatin dayin. Piling Meletî diyar kir ku PKK tevgereke raperînê ya klasîk nîne, li ser felsefeyekê ava bû û ji ber vê yekê jî bû tevgereke navneteweyî.

Piling Meletî anî ziman ku her saleke PKK'ê xwedî wateyeke cuda ye û got, "Eger di nava refên PKK'ê de tu bi berpirsyarî rabe, di çarçoveya felsefeya PKK û Rêber Apo de nêzîk bibe, tu yê ji xwe jiyanê bi wate bike. Li çiyê, li bajaran li ku dibe bila bibe hûn ê tevgera PKK'ê dewam bikin û têkoşîna vê yekê bimeşînin. Bi vî rengî hûn ê karibin pirsgirêkên li qadan çareser bikin. Bêguman ev yek jî hêza çareseriyê û îradeya çareseriyê diafirîne. Milîtanekî PKK'ê dema ku tevlîbûneke rast dike, dikare hemû pirsgirêkên li cîhanê binirxîne û ji bo çareseriyê fikrekî biafirîne. Ji ber ku PKK ji aliyê leşkerî, îdeolojîk, siyasî û rêxistinî ve têgihiştinekê diafirîne. Ev yek jî rastiya PKK'ê ye.

Tevgera PKK'ê tevgereke mirovî ye. Her kesên alîgirê azadiyê di nava vê tevgerê de dikare cih bigire. Dema ku hûn tevlî nava refên PKK'ê bûn, hûn pê dihesin ku jiyana li nava sîstemê çiqasî bêwate, bêarmanc e. Ji xwe PKK'ê dîroka gelêw Kurd a li ber tunebûnê guhert. Gelê Kurd ji nû ve rakir ser piyan û têkoşîneke demdirêj da destpêkirin. PKK cihekî welê ye ku berxwedanên mezin, hevrêtiyên mezin, şehadetên mezin lê qewimîne. Ji bo her milîtanekî vê tevgerê ev hemû danheviyeke. Di vê pêvajoyê de weke gelê Kurd û gerîlayên azadiyê em berxwedaneke bêeman dikin. Em ê vê berxwedana xwe teqez bi ser bixînin."