Li Bedlîs û Wanê hejmara kesên hatine binçavkirin 40 derbas kir

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Bedlîs û Wanê de hejmara kesên hatine binçavkirin 40 derbas kir.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de danê sibehê, li Xîzanê, Tetwanê ya navendî û gundên Bedlîsê, herêma Geliyê Karkarê yên navçeya Westanê û Wanê, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên bi dehan gund û bi sedan malan de heta niha zêdeyî 40 kes hatin binçavkirin.

Serdegirtinên li gundan hê jî dewam dikin, ketin û derketina gelek gundan hatiye girtin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê û Fermandariya Herêmê ya Jendirmeyên Tirk. Li ser dosyayê biryara veşarî hate danîn û 24 saetan jî qedexeya hevdîtina ligel parêzeran hate danîn. Di nava kesên hatin binçavkirin de jin û extiyar jî hene. Hat diyarkirin ku kesên behsa xeberê dê bibin navenda Bedlîsê. Operasyona binçavkirinan û dorpêça li ser gundan didome.

Li gorî agahiyan, hin kes di dema binçavkirinê de hatine derbkirin, derî û pacên malan hatine şikandin. 

NAVÊN KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN

Navên hin kesên li Bedlîs û Wanê hatine binçavkirin wiha ne: Suleyman Korkmaz, Medîne Avcil, Abdurrahman Avcil, Şukru Avcil, Beşîr Çetîn, Kerem Çetîn, Turan Çetîn, Agit Çetîn, Welat Çetîn, Sînan Çetîn, Azîze Çetîn, Mazhar Hergul, Mahîr Hergul, Şîrîn Hergul, Pekîn Hergul, Cemal Înan, Erdal Înan, Sînan Aydin, Zakîr Înan, Memîxan Avras, Eylem Denîz Avras, Helîn Avras, Kezîban Avras, Maşallah Elmas, Şakîr Arvas, Cevdet Arvas, Tahîr Arvas, Mûrat Arvas, Zubeyde Arvas, Nûrûllah Arvas, Mutalîp Arvas, Reşît Aydin, Emrûllah Aydin, Bedrettîn Gezîcî, Elîf Gezîcî, Hasîbe Gezîcî, nexweşê penceşêrê Îsa Gezîcî, Mahsun Gezîcî, Serkan Gezîcî, Mûstafa Gezîcî, Emin Gezîcî, Sedat Gezîcî û Gurgun Çîftçî.