Dîmenê amadekariya operasyona şoreşgerî ya li Metînayê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê amadekariya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed weşand, ku li Metînayê hate lidarxistin.

Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed di 26'ê Mijdara 2023'an de li Girê Hakkarî yê Metînayê ji bo bîranîna gerîlayên HPG û YJA Starê Baran Çirav, Binevş Vejîn û Amed Avesta hate lidarxistin.

Gerîlayên ku xwe ji bo operasyonê amade kirin, diyar kirin ku mîna li Zap û Avaşînê li her qadên berxwedanê hevrêyên wan di şer de ne, lewma ji bo piştgiriyê bidin hevrêyên xwe yên berxwedêr ew amadekariyê ji çalakiyeke berfireh re dikin.

Gerîlayek jî destnîşan dike ku hem ji bo sîleyê li xiyanetê bixin hem jî tola fermandara xwe ya mezin Şehîd Leyla Amed hilînin, ew ê vê çalakiyê bi serketî pêk bînin.

Gerîlayan ragihandin ku ev çalakî ya destpêkê nîne, wê ne ya dawî jî be û destnîşan kirin ku bi ruhê tolhildana şehîdan wê bi ser dijmin ve biçin.