Li Qoserê operasyonên qirkirinê

Operasyonên qirkirinê yên li ser Kurdan bênavber didomin. Polîsên Tirk bi hinceta ku der barê Sedat Kûrşûn de lêpirsîn hatiye vekirin bi ser mala wî de girtin.

Operasyonên qirkirinê yên li ser Kurdan bênavber didomin. Polîsên Tirk bi hinceta ku der barê Sedat Kûrşûn de lêpirsîn heye piştî nîvro seat derdora 14’an de bi ser mala wî ya li Taxa Firatê ya Qosera Mêrdînê de girtin. Polîsan li malê lêgerîn kirin û pirsa Sedat Kûrşûn kirin. Ji ber ku Kûrşûn ne li malê binçav nekirin.

Tîmên Taybet ên Tirk di 6’ê Sibata 2018’an de bi ser mala rojnameger Çetîn Kûrşûn û kekê wî Sedat Kûrşûn de girtibûn. Di serdegirtinê de polîsan dîwarê xanî şikandibûn û ketibûn nava malê. Sedat Kûrşûn tevî birayê xwe yê rojnamer Çetîn Kûrşûn hatibûn binçavkirin û 14 rojan li şaxa TEM’ê ya Qoserê Mêrdînî de hatin ragirtin. Di binçavan de bi zext, zordarî û êşkenceya derûnî re rû bi rû mabûn. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê kirine” û “propagandaya rêxistinê kirine” doz li wan hat vekirin. Doz hê jî didome.