Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, 40 roj in agahî jê nîne

Rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, bûye 40 roj ku ti agahî jê nîne. Fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Êdîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 40 roj in di destê PDK'ê de ye, lê ti agahî li ser rewşa wî nayê dayin.

Ji ber vê yekê jî fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin. PDK nahêle ku parêzer an jî malbata Silêman Ehmed hevdîtinê pê re bikin. Rojnewsê ragihand ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê wan Silêman Ehmed berpirsyar e.

Rojnamevan Silêman Ehmed roja 1'ê Cotmeha 2023'an serdana malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kiribû.

Di 25'ê Cotmeha 2023'an de dema hewl da ji ser Deriyê Sînor ê Pêş Xabûrê (Sêmalka) derbasî Başûrê Kurdistanê bibe ji bo karê xwe bike, ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate revandin. Ji hingî ve agahî jê nayê wergirtin.