Şoreşgerê bi ruhê serhildanê: Dilgeş Şerzan

Dilgeş Şerzan ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê di sala 2011'an de tevlî nava refên gerîla bû, mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hişt û şehîd bû.

Parastina mafê jiyanê yê gelekî ku zimanê xwe hatiye qedexekirin, hebûna xwe tê înkarkirin û welatê xwe hatiye parçekirin, pêwendiya xwe bi exlaqê re heye. Ji ber vê yekê exlaq çavkanî û enerjiya bingehîn a pêvajoya zor û zehmet a gerîlayên PKK'ê ye. Ev rê têkiliya xwe bi eşqa aqil, ruh û dilê rastiya mirov heye. Yek ji rêwiyên şoreşa Kurdistanê Dilgeş Şerzan (Mahmût Ozdemîr) e.

Bajarê berxwedan û serhildanê Nisêbîn ku bi sedan leheng jê rabûn, ew bajar e ku hevrê Dilgeş lê ji dayik bû. Gerîla Dilgeş li vî bajarê berxwedanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Mîna gelek malbatan ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, hişmendiya Kurdîtiyê hîn di zarokatiyê de wergirt. Dilgeş polîtîkayên zext û komkujiyê yên li ser gelê Kurd ji nêz ve dît, bi xwe pê re rû bi rû ma. Mîna bi hezaran ewladên leheng ên Kurd, ji ber vê yekê li hemberî dewleta Tirk a mêtinger bû xwedî hêrseke mezin. Bi rengekî çalak tevlî serhildanên li Nisêbînê bû. Ber bi sala 2011'an de piştî êrîşên bi rêk û pêk ên dijmin ên li ser ciwanên Kurd ên li metropolên Tirkiyeyê, gihîşt wê baweriyê ku divê li hemberî dijmin têkoşîneke hîn çalak bimeşîne, lewma jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Gerîlayê HPG'ê Dilgeş li qada Cîloyê tevlî nava karên pratîkî yên gerîla bû, di nava pratîkê de xeta gerîla ya serdema nû bi kesayetiya xwe de bi cih kir. Dilgeş ji xwe re kir esas ku li Bakurê Kurdistanê têbikoşe, ji bo vê jî timî kûr dibû. Gihîşt wê baweriyê ku tola komkujiyên ku dijmin li gelê Kurd ferz dike, tenê li Bakurê Kurdistanê bi lêdana derban li dijmin dikare bê hilanîn û li ser vê bingehê derbasî Bakur bû, gerîlatiya xwe li wir dewam kir. Gerîla Dilgeş ku mirovekî rûyê wî li ken bû û xwedî kesayetiyekî têgihiştî bû, li cihê lê dima dihate hezkirin û dibû cihê hurmetê. Dilgeş ê HPG'î di karê xwe de hesas bû, bi taybetî di perwerdeya leşkerî, di branşa sabotajê de bi hostatî tevgeriya. Li qada Garzanê mohra xwe danî binê gelek çalakiyên profesyonel. Gerîla Dilgeş ku li qada Garzanê demeke dirêj ma û bi kesayetiya xwe ya fedakar her kar kir, hewl da ku berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî her tim bi cih bîne.

Di sala 2021'ê de dewleta Tirk a dagirker mîna li gelek qadan li Garzanê jî gelek êrîş kir. Gerîla Dilgeş tevî hevrêyên xwe bi lehengî şer kir û derbên giran li dijmin xist. Dagirkerên ku ji bejahî ve nekarî encamê bi dest bixe, herî dawî di 20'ê Îlona 2021'ê de bombardûmaneke giran li ser van ewladên leheng ên Kurd kir. Di encamê de Dilgeş Şerzan û Erdal Şoreş tevlî karwanê şehîdan bûn. Şehîd Dilgeş û şehîd Erdal mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştin. Têkoşîn niha bi mîrateya wan bi rengekî xurt tê meşandin û wezîfeya me ya dîrokî ye ku hêjayî wan bin.